Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtî Çetîn: Heya daxwaz neyê qebûl kirin dê çalakî bidome

Çetîn Yildiz ku li Girtîgeha Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin dê paş de gav navêjin

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdara 2020’an de hatiye destpêkirin, didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Çetîn Yildiz. Yildiz gava xwendekarên Zanîngeha Kirşehîrê bûye, di gulana 2017’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye girtin. Par li dijî ferzkirina şipyakî jî ketibû greva birçîbûnê û 123 rojan di grevê de mabû.

Yildiz niha di Girtîgeha Tîpa F a Tarsûsê ye û daxilî çalakiya greva birçîbûnê ya niha jî bûye.

Rojê saetek avê didin

Yildiz bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandine. Birayê Yildiz, Abdûllah Yildiz diyar kir ku ji ber pandemiyê bi mehane birayê xwe nedîtine, niha tenê bi telefonê bi hev re diaxivin û da zanîn ku birayê wî wiha gotiye: “Nameyên wan dereng didin wan. Em girtî 7-8 mehan di hucreyên karantînayê de bi tena serê xwe dimînin. Li hucreyan nivîn, balîf tune ne. Li girtîgehê rojê saetekê avê berdidin. Nîv saet ava germ, nîv saet ava sar. Li kantînê maske û lepik tune ne.”

Divê tecrîd rabe

Her wiha Yildiz destnîşan kir ku birayê wî ji bo tecrîdên greva birçîbûnê jî gotiye heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê paş de gav navêjin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev pêvajoya şewba covîdê bi tena serê xwe derd e. Em nizanin dê dawiya vê çalakiya greva birçîbûnê çawa be. Çavê me tim li daxuyaniyên rayedaran e. Berî ku bi derengî bikeve divê gav bên avêtin. Berî ku mirin çêbibe divê gav bên avêtin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar