Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Dewlet sûcdaran di deriyekî de dike hundir di yê din de derdixe’

Ger kujerê Îpek Er bihata darizandin wê keça min nehatiba kuştin. Kes tunebe jî ez ê tenê têbikoşim”

Dîlan Kok di temenê biçûk de ji aliyê Faruk Kok ve hat revandin û bi salan îşkenceya sîstematîk lê hat kirin û piştî dest jê berda hat qetilkirin. Dayika Dîlanê, Saniye Kok diyar kir ku dewlet sucdaran di deriyekî de dike hundir û di deriyê din de derdixe derve û got: “Min keça xwe li derve parast lê min nizanibû ku wê kujer bê hundir bikuje.” Dayika Kok li dijî kuştinên jinan banga têkoşînê kir.

Li Tirkiyeyê şîdeta li hember jinan û qetilkirina jinan her diçe zêde dibe. Jinên ku rastî şîdeta sîstematîk tên an jî ewlehiya canê wan tune serî li qerekolan didin û tevî biryara dûrxistinê tê dayîn jî jin bi destên dewletê teslîmî şîdetê tên kirin. Yek ji van jinan jî Dîlan Kok a 25 salî bû. Dîlan ji aliyê mêrê bi navê Faruk Kok ê 48 salî ve hat xapandin û revandin. Dîlan 9 salan rastî şîdeta sîstematîk hat.

Dîlan Kok a li taxa Karaagaç ya bajaroka Halfelî ya Îdirê dijiya, di 26’ê çileyê de ji aliyê Faruk Kok ê ku dest jê berdabû ve li mala dayika xwe hat qetilkirin. Piştî bûyerê Faruk Kok yê hat girtin û got Dîlan qetil kiriye.

‘Keça min bi zorê revand’

Kok destnîşan kir ku keça wê di 16 salî de ji aliyê Faruk Kok ve hatiye xapandin û revandin û wiha got: “Faruk Dîlan bi tehdîdê ligel xwe girt. Min keça xwe 3 mehan nedît. Piştre Faruk li kurê min geriya û got Dîlan revandiye. Ez çûm qereqolê û gilî kir. Keça min biribû gundekî mala cerdevanekî. Hevjîna cerdevan xwestiye alîkarî bide keça min lê cerdevan nehiştiye.”

‘Min nizanibû ku kujer wê bê li malê keça min bikuje’

Kok destnîşan kir ku Dîlanê şîdeta ku didît ji kesî re nedigot û her tim rastî şîdetê dihat û got: “Faruk ji Dîlanê re digot ‘ez ê dayik û birayê te bikujim’. Dîlan bi zorê ligel xwe dihêşt. Rojekê neviyê min hat mala me û got Faruk şîdetê dike. Li neviyê min jî xistibû. Pişta xwe nîşan da. Pişta wî reş bûbû. Çetel li çîmê wê xistibûn. Min keça xwe girt û êdî neda. Me doza berdanê vekir û dest ji hev berdan. Min keça xwe tenê nehişt. Min tenê nedişand derve. Diçû serşoyê jî ez ligel keça xwe diçûm. Rojekê ji paceya dawî ket hundir û keça min kuşt. Keça min qêriya ez ketim hundir ku keça min jiyana xwe ji dest daye. Min keça xwe li derve parast lê hat hundir keça min kuşt. 25 roje keça min di bin axê de bi min re naaxive. Min ligel wê ji xwe re jî gor girt. Ger kujerê Îpek Er bihata darizandin wê keça min nehatiba kuştin.Dewlet tiştekî nake. Ez banga têkoşînê li jinan dikim. Kes tunebe jî ez ê tenê têbikoşim.” IDÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar