Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Tevî hemû zext û êrîşan serhildana xelkê belûcî didome

Serhildana xelkê belûcî ya li Îranê her ku diçe berfireh dibe. Rejîm li parêzgehê xetên înternetê qutkiriye û hêzen leşkerî dişîne herêmê. Tevî hemû zext û zoriyan, xelkê belûcî li ser pêyane

Navenda Nûçeyan |

Di 23’ê çileya 2021’an de leşkerên Îranê li bajarê Serawan ê ser bi parêzgeha Balûcistanê êrîşî kolberên belûcî kirin û li gorî daneyan 10 kolber hatibûn kuştin û hinek jî birîndar bibûn.

Piştî bûyerê xelkê belûc li parêzgeha Belûcistan a Îranê li dijî zilm û zextên rejima Îranê serî hildan. Nerazîbûnên ku 23’ê çileyê destpêkirî hîn jî dewam dike. Tevî êrîş, kuştin û zextên hêzên rejîma Îranê, xelkê belûc bi rojane li ser pêyane û serhildana hemberî rejîmê dewam dike.

Li gorî agahiyên hatine standin, duh bi şev xwepêşanderan li belûcî rêya Tiranzêetî ya dikeve rexa Derya Uman a li başûrê rojhilatê Îranê, rê li trafîkê girtin. Tê gotin di nava bajarê Zahdanî ya navenda Belûcistanê di navbera xelkê belûc û hêzên rejîmê de şer derketiye.

Gorî agahiyên di navbera xelkê belûc û hêzên rejîmê de, li rêya Beset û Tebatbayî ya navenda bajarê Zahdan de jî şer derketiye. Xwepêşander hemberî hêzên rejîmê li ber xwe didin û alozî dewam dike.

Li gorî dîmenên belavbûyîn, hêzên rejîma Îranê êrîşê jin, zarok û xelkê tev li xwepêşandanê dibin, dike. Li gorî agahiyan di encama êrîşa hêzên rejîmê de gelek kes hatine girtin. Her wiha rejîm hêzek mezin bi tank û topan ve şandiyê herêmê.

Li gorî agahiyan xelkê belûc hemberî hêzên rejîmê, çeperên xweparastinê avakirine û xwe diparêzin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin û nehatine piştrast kirin, heya niha 15 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Tê gotin hêzên rejîm duh roja înê, çûyîna mizgefan jî asteng kiriye. Rejîm ji serokeşîran dixwaze welatiyan qaneh bikin û vegerin malên xwe.

Ji ber ku rejîma Îranê xetên înternet û telefonê qut kirine, zanyarî dereng tên bidestxistin. Li ser hejmara kuştî û birîndaran heya niha daxuyaniyek fermî nehatiye parvekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar