Îro tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Tecrîda ku 22 sal berê bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê dest pê kir, ewil li zindanên Tirkiyeyê belav bû. Îro jî li ser hemû zindî û ruhberan belav bûye. Tecrîd îro hem giran bûye û hem jî belav bûye. Li Tirkiyeyê, her tişt di bin tecrîda giran de ye. Mirov, xweza, gund, bajar, zozan, rûbar, av, siyaset, ziman, çand, stran, şano, çalakî, mîting, meş û her tişt di tecrîdê de ye. Bi tecrîdkirina Ocalan vîna gelên Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye tecrîdkirin. Dema em dibêjin li Tirkiyeyê her tişt di tecrîdê de ye; bi sedan mînakên vê yekê yên şênber hene. Her roj em vê yekê bi çavê xwe dibînin. Herî dawî dema malbat û hevalên me yên rojnameger xwest hevalê me yê rojnameger Rohat Aktaş ê di jêrzemînên berxwedanê yên li Cizirê de bi bombeyên gazê hatibû şewitandin û qetilkirin bi bîr bînin, bi sedan polîs û maşîneyên zirxî gor û goristana li Pirsûsê dorpêç kirin. Polîsan destûr nedan ku malbat, rojnameger û siyasetmedar biçin ser gora Aktaş û wî bi bîr bînin. Dîsa di salvegera dilovaniya mamosteyê çapemeniya kurd rêzdar Kadrî Kaya de jî destûr nedabûn ku bi girseyî biçin ser gorê û wî bi bîr bînin. Di salên dawî de bi dehan ciwanên kurd ên di şerê azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, destûr nedan ku malbat cenazeyên xwe bi girseyî û merasîmê defin bikin.
Qedexe û astengiya li ser definkirina cenazeyan û dîsa qedexeya bibîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane nîşaneya tecrîdê ye. Qedexeya li ser gor û goristanan tecrîd bi xwe ye. Malbat tên tecrîdkirin.
Bajar û zozan tên tecrîdkirin. Her roj li bajaran qedexe tên îlankirin. Li Dêrsim, Colemêrg, Wan, Bêdlîs, Agirî, Şirnex, Amed, Çewlîk û Mêrdînê herêmên qedexe tên îlankirin. Îlankirina qedexeyan tecrîda li ser xwezayê ye. Tecrîda li ser bax û bostanan e. Tecrîda li ser daristan, sewal û sewalkaran e. Esnaf û sinhetkar bi hinceta pandemiyê nikarin dikanên xwe vekin û nikarin debara xwe bikin. Bi vê yekê esnaf tên tecrîdkirin. Siyasetmedar nikarin siyasetê bikin. Her siyasetmedarek ji aliyê bi dehan polîsan ve tên dorpêçkirin. Bi vê yekê siyaseta azad û muxalîf tê astengkirin û tecrîdkirin.
Rojnameger nikarin nûçeyan bişopînin û nikarin bi raya giştî re parve bikin. Bi vê yekê rojnamegeran asteng dikin û tecrîd dikin. Girtî nikarin bi malbatan re hevdîtin bikin û mafê wan ê ragihandinê ji destê wan tê girtin. Bi ve yekê girti tên tecrîdkirin. Hem di tecrîda giran de ne, hem jî wan sirgûni bajarê herî dûr ê dûrî malbata wan dikin.
Fikr û siyaseta muxalif tê tecrîdkirin. Bi fezlekeyan û girtina parlamenter û siyasetmedarên kurd vîna gelê kurd tecrîd dikin. Mînakên tecrîdkirinê di her qadên jiyanê de derdikevin pêşberî me.
Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina siyasetmedaran, tecrîdkirina xweza, rûbar û goristanan nîşan dide ku çiqas ditirsin. Ji fikr û felsefeya Ocalan ditirsin tecrîd dikin. Ji çiya û zozanên Kurdistanê ditirsin tecrîd dikin. Ji siyaseta kurd ditirsin tecrîd dikin. Ji ciwanên kurd ditirsin bi hepsa malê di malê de tercîd dikin. Ji pergala hevserokatiyê ditirsin, hevserokan li zindanan tecrîd dikin. Ji jinên kurd ditirsin çalakiyê wan qedexe dikin û berdevkên wan diavêjin zindanan û tecrîd dikin.
Ji gor û goristanen kurdan ditirsin, goristanan dorpêç dikin û bîranînan qedexe dikin. Ji cenazeyê kurdan ditirsin û cenazeyên kurdan şev nîvê şevê ji goristana Xerzanê direvînin û li goristana Kîlyos a Stenbolê tecrîd dikin. Ji çand û zimanê kurd û kurdî ditirsin çand û ziman bi qedexeyan tecrîd dikin.
Ji hebûna kurdan ditirsin û kurdan tecrîd dikin. Lê Adar û bihar tê û êdî kurd van qedexe û tecrîdê qebûl nakin û bi kampanyayên xwe li kolanan in. Li dijî tecrîde serî hildidin. Ji ber ku kurd êdî dibêjin em hene û em ê hebin. Kurd dibêjin em xwedî ziman, çand û nasname ne. Dibêjin em xwedî kok in. Dibêjin gorên me, goristanên me koka me ye. Kurd êdî li koka xwe xwedî derdikevin û ev yek îktîdarê ditirsinê. Sedema tecrîdê ji tirsa wan a têkçûnê ye. Çawa ku tu carî tirs bi ser neketiye dê tecrîd jî bi ser nekeve. Tirs mirov di zinaran werdike.