PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Têkoşîna 8´ê Adarê

Jinên kurd û jinên cîhanê dest bi amadekariya pîrozbahî û çalakiyên 8´ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Jinên kurd dê 8´ê Adarê bi dirûşma ‚li dijî qirkirina jinan, dem dema parastina jinên azad û civaka azad e‘ li qada bin.

Beriya ku ez rewşa îro binivîsim, ez ê çend hevoka li ser destpêka 8´ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê binivîsim.

Ji vir û 164 sal berê ango 8´ê Adara sala 1857 jinên karker en li Dewleta Yekitiya Amerîkayê (DYA) li bajarê Newyorkê ji ber mercên giran û saetên dirêj en kar ku di gihîşt 16 saetan, ketin grevê û kar rawestandin.

Ev greva ku ji hêla karkerên jin ve hatibû organîzekirin, yek ji çalakiyên herî mezin a jinan bû.

Polîsên ku dixwestin çalakiya ji hêla jinan ve hatibû organîze kirin, bidin sekinandin, êrîşê karkerên jin kirin û bi hezaran karker di kargehê de girtî man. Di vê navberê de, 129 karkerên jin ku di hundur de girtî bûn, ji ber agirê di kargehê de derket, jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 1910`an de di Konferansa duyemîn ya Jinên Sosyalîst a Navneteweyî de ku paytexta Danîmarkayê Kopenhagê li dar ket.  Ji Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Clara Zetkin di axaftina xwe ya li vê konferansê de got ku divê ji bo jinan rojek têkoşînê were diyarkirin. Li ser wî daxwaziya Clara Zetkin di Konferansê de 8`ê Adarê wek rojeke cîhanî ji bo jinan hate diyarkirin.

Di sala 1911`an de jin derketin kolanan û her wiha civîn li dar xistin. Çalakiya xwe gihand heya gundan. Bi deh hezaran jin beşdarî xwepêşandanên li Avûstûrya, Danîmarka, Almanya û Swîsreyê bûn ji bo mafê dengdanê û hilbijartinê. Ji bo dabînkirina kar û perwerdehiya pîşeyî ji jinan re û wekheviya zayendî di warên kar de.

Heya îro jin li hember pergala baviksalar têdikoşin, tekoşîna jinan li hemberî mêtingerî, qirkirina çandî, li hember kuştinan, li hemberî koletî, tacîz û tecawizê ye.

Rewşa jinan di dema pandemiyê da hatiyê asta xetereyê. Ji ber vê yekê jin îsal roja 8´ê Adarê li her derê dê derkevin qada, balê bikişînin ser neheqiya ku li wan dibin. Ew ê bi deng û rengên xwe wan neheqiyan tên kirin, şermezar bikin.

Li Ewropayê jinên alman û fransî dê biçin grevê. Ji ber ku ji hêla hikûmetan ve tenê hatin  hiştin. Jinên ku ji nivê cîhanê pêk tên hemû karûbarên, tendurîstî, perwerde, paqijî, firotanê dikin mûçe (maeş) herî hindik dîsa ev digrin. Karên ew dikin nayê dîtin û naskirin. Jinên ku ew qas karûbar hildigirin ser milê xwe jî ji mêran kêmtir mûçe digirin.

Jinên ku ji xwe keda wan nayê dîtin di dema pandemiyê de perwerdehiya zarokan bi temamî ma li ser milê wan.  Ji bilî wan karê malê hîn zêdetir bû. Ji aliyê din mexduriya jinên penaber jî li aliyek berdewam dike, mafê mayînê nastînin û gelek caran rastê tundiyê tên.

Mafê kurtajê ku di encama têkoşînê de hatibû standin ji hêla hikûmetan ve bi qedexekirina şûnve tên kişandin. Bi wan qedexeyan êrîşê bedena jinan dikin. Wan êrîşa jî di bin navê malbatparêz bûn û jinparêzbûnê de didin nîşan dan.

Tundiya  li ser jinan ji Rojhilata Navîn bigire heya Amerîkaya Latînî zêde bûye. Em dikarin bêjin ku jin di nav malê de tê fetisandin.

Nêrîna mîlîtarîst, olparêzî, zayenperestî polîtîkayên qirkirina zayendî edî nayê qebûlkirin.

Jinan edî baş fêm kiriye ku pergala kapîtalîst li dû tu çareseriyê nîne. Ji ber vê yekê edî tahamûla wan jî nemaye. Ji bilî axaftinên vala û daxuyaniyan tu gav di pratîkê de nayên avêtin.

Ji ber vê yekê edî jin li her derê xwe bi rêxistin dikin û hêza xwe dikin yek. Li dijî van polîtîkayên koletî û zordariyê berxwedan û têkoşîna xwe mezintir dikin û destkeftiyên xwe diparêzin. Da ku bingeha jiyana azad a demokratîk ava bibe.

Ji ber vê yekê jinên kurd dibêjin bes e ji qirkirinê re, dem dema jinên azad û civaka azad e…

Nûçeyên Têkildar