Kurd bi coş û kelecana destana Garê bihar û Newrozê pêşwazî dikin. Garê performansa gerîlayê nûjen a li dijî teknîka pêşketî ya dewleta tirk û NATO’yê raberî cîhanê kir. Bi rojane li her deverê qala Garê tê kirin. Garê di devê herkesî de ye. Yên qet navê wê nebîhîstibûn îro radibin û rûdinin qala destana li Garê dikin. Û wisa xuyaye ku dê hîn pir li ser Garê bê axaftin. Lewma jî ez ê zêde qala detay û awayê têkoşîna li Garê nekim. Lê yek ji mijara girîng a divê li serê bê rawestandin ew e ku gelo Garê çi li me da fêmkirin û çi li me ispat kir ?
Bi taybetî piştî civîna desteya millî a tirk a di cotmeha 2014’an, rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê bi temamî guherî. Dewleta tirk ku di wê civînê de biryara plana çok danînê dabû, ji wê rojê ve çi nema nekir. Çi li Bakur, çi li Rojava, çi li Başûr hema li her devera kurd lê ne ket nava tevgerê. Bi qasî zext û zilma di hêla siyasî û leşkerî de, di hêla civakî û aborî de jî zilm û hovîtiyeke neditî li ser kurdan meşand. Vê dewletê ji 2014’an ve nehişt kurd çavê xwe vekin, bêrawestan êrîş kir. Kuştin, girtin, nefîkirin, destavêtin, wêrankirin û hwd… Li dijî van hemûyan, kurdan li ber xwe da û ji doz û dawa xwe nehatin xwarê. Lê belê li gel van êrîşên fizîkî dewleta tirk di vê pêvajoya 6-7 salan de bi giranî li ser şerê taybet û psîkolojîk sekinî. Bi van rê û rêbazên xwe hewl da civaka kurd, siyaseta kurd û raya giştî ya li Tirkiyeyê pê bawer bike ku êdî tevgera azadiyê tengav bûye û kurd nikarin tiştekî bikin. Bêguman li hemberî rêbaza şerê taybet jî kurd heta radeyekê têkoşiyan. Lê bivênevê bandora vê şerê psîkolojîk li ser civaka kurd bû. Bi dijwariya êrîşan dewletê xwest hewa û atmosfereke bêhêvî û dilşikestî di nava kurdan de ava bike. Lewma jî vê carê dewletê tu ferq û cudahî nexist navbera kurdan. Herkesî bi awayekî para xwe ji vê zilmê girt û hîn jî digire. Ji ber faşîzma heyî gelek kesên ku nû bi zilma dewletê re rû bi rû man matmayî bûn. Her wiha gelek kom û kesên ku difikirin dor nayê wan jî bi zanebûn an jî bêzanebûn bi awayekî bûn amûrê şerê taybet ê dewletê. Bi gotin û kiryarên xwe hewl dan têkoşîna kurdan a li dijî faşîzmê sist bikin. Xwestin û hewil dan ku PKK’ê li pêş çavê kurdan lawaz nîşan bidin û eynî weke sed sal berê niha anîn wê astê ku bêjin ‘Êdî kes nikare li beramberî vî dewletê têbikoşe ‘. Ev kes, hizb, hêz û komên bêhêvî ku baweriya wan ji hêza xwe nîne, xwestin vê psîkolojiya xwe ya reşbîn empozeyî ser civakê bikin. Lê ev reşbîniya van aliyan li dîwarê berxwedêran qelibî. Weke di dîrokê de, vê carê jî berxwedêran gotina dawî kirin. Hem li Heftenînê, hem jî li Garê berxwedêran ew perdeya reşbîn çirandin û mizgîniya bihareke rengîn dan kurdan. Mîna berfîneke ku berfê diqelişe, berxwedêrên li Garê jî dîwarên dagirkeriyê qelaştin. Komeke gerîla, di nava 4 rojan de li pêşberî teknîka Erdogan bi îradeyek mezin şer kirin û rûreşiya romê aşkera kirin. Mirov çiqas bipesinîne hindik e. Bi taybetî dema wezîrê karê hundir yê tirk Suleyman Soylu got ‘Firsendeke dîrokî ji destê me çû, xeyalên me pûç û vala bûn’ û dema serokomarê tirk Erdogan li xwe mikur hat ku ew biserneketine, herkesî dît ku şerê li Garê ji bo têkoşîna kurdan bû veçerxanek.
Lewma ger em bêjin beriya Garê û piştî Garê wê ne mûbalaxa be. Çimkî Garê hêza gerîla û Tevgera Azadiyê li dost û dijminan ispat kir. Garê ispat kir ku yekane hêza ku mirov pişta xwe bide hêz û îradeya mirov bi xwe ye. Her wiha Garê nîşanî kesên reşbîn û bêhêvî da ku yên berxwedêr hîn gotina xwe ya dawî nekirine. Destana li Garê pergala romê belav kir û bi hatina biharê re hêviya di dilê kurdan de careke din xweş û geş kir.