Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Hejmara nû ya Newaya Jin derket

Rojnameya heftane ya jinan Newaya Jin hejmara xwe ya 192'an bi manşeta ‘Em li ser şopa çanda dayiktiyê ne’ derket

Navenda Nûçeyan

Rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin hejmara xwe ya 192’an bi manşeta ‘Em li ser şopa çanda dayiktiyê ne’ derket.

Rojnamevan û aktîvîsta jin Songul Omurcan bal kişand ser êrîşên zîhniyeta baviksalarî ya li dijî jinan û tespîta wê yekê kir ku eslê dayikê eslekî dîrokî ye ku ji jinan debasî nava civakê bûye.

Nazan Ustundag 8’ê Adarê yên salên dawî şîrove kir û diyar kir ku her jinên mafê bûyînê yê jinan diparêzin bêhtir bi rêxistin dikin, têkiliya navbera azadiya jinan û civakîbûna bêdewlet hîn bi xurtî tê danîn.

Roza Metîna jî dîroka 8’ê Adarê bi bîr xist û li ser hêvî, bendewarî û daxwazên jinan ên ji rojê nivîsî.

Di hejmara 192’an de nameyên aktîvîstên jin ên li girtîgehên Tirkiyeyê dîlgirtî ne, yên li ser 8’ê Adarê hatin weşandin.

Abdullah Ocalan: Hezar silav ji biharbûna jinan re

Di rûpela forûmê de nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî salên 2000’î ya li ser têkoşîna jinan hate weşandin. Di gotarê de ev gotina Ocalan hat bibîrxistin: “Ez bi azadî û rûmeta jinan bawer dikim, heta dawiyê parêzvanê vê yekê me!” û ev tespît hate kirin: “Di salên 2000’î de ji biharbûn û gulbişkivîna jinan a ji bo azadiyê re dibêjim hezar silav. Nasnameya min ev e, formasyona min ev e, nêrîna min a li jinan ev e.”

Dîlan Bozgan jî li ser Wezareta ‘Çandan, Bêmêtingerî û Bêbaviksalariyê’ nivîsî ku li Bolîvya ya Pirneteweyî di 20’ê mijdara 2020’î de hate avakirin.

Zerya Gul jî di rêzenivîsa xwe ya li ser ‘Baviksalariya li ser polîtîkayên zayendîperestiya jinan hatiye avakirin’ di beşa xwe ya vê mehê de şikestina zayendî ya di mîtolojiyê de nirxand.

Tevnên xweparastinê yên jinan

Rojnameger Gulistan Çiya Îke jî êrîşa dagirkeriyê ya 10’ê sibatê ya li ser Garê û encamên wê analîz kir. Her wiha rola gerîlayên YJA Starê ya di şerê xweparastinê de bi bîr xist. Îke diyar kir ku jin li ber dagirkeriyê radibin û destnîşan kir ku pêwîstiya jinan bi wê yekê heye ku li her qada jiyanê tevnên xweparastinê bihûnin.

Cîhan dê ji aliye ekofemînîstan ve bê rizgarkirin

Rojnameger Guler Yildiz jî bi Hevberdevka Yekitiya Ekolojiyê Suheyla Dogan re li ser ‘ekofemînîzmê’ hevpeyvîn kir. Di hevpeyvînê de hat destnîşankirin ku cîhan dê bi destê ekofemînîstan bê rizgarkirin.

Bi kirmanckî perspektîfa min guherî

Rêwîtiya stranbêja hollandî Nadîa Vîsser a ber bi Kurdistanê di hejmara nû de hate weşandin. Vîsser bersiv da pirsên Roştiyam Mûnzûr û anî ziman ku piştî kurd û muzîka kirmanckî nas kir, perspektîfa wê ya li jiyanê guherî.

Dengbêjên Radyoya Erîvanê

Di hejmara adarê de dengê dengbêjên jin ên li radyoya Erîvanê ji pênûsa muzîsyena kurd Bermal Çem hate vegotin. Her wiha bi xêzikên gerîla Besê û pênûsa Gulan Avrêl hate ragihandin.

Di beşa jineolojiyê de jî vê mehê detayên li ser karên jineolojiyê yên li başûrê Kurdistanê hatin weşandin.

Kesayetên ku mohra xwe li têkoşîna jinan xistine

Biyografiya aktîvîsta têkoşîna jinan Cennet Bal Tûnç ku 10’ê çileyê li Swîsreyê jiyana xwe ji dest da, şervana îranî Gerdaferîd û nivîskara femînîst, wênevan, muzîsyena awûstûryayî Rosa Mayreder di hejmara 192’an a Newaya Jin de hatin weşandin.

Eylem Xelîkan têkildarî Dîlan Aslan (Dilpak Evîndar) nivîseke bîranînê nivîsî ku Dîlan Aslan 14’ê Hezîrana 2017’an li Zagrosê di şer û bombardûmanê de şehîd bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar