Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Tirsa ji kurdan û mutefîkiya AKPê

Ecêbeke giran e, qeyrana herî giran ku belkî di dîroka komara tirk de ew qas mezin nehatiye dîtin qewimiye lê hê jî desthilatdariya AKP-MHPê li ser kar e. Dev ji liserkarbûnê berdin rêjeya dengên wan hê jî neketiye bin 30’an. Geşedanên li Tirkiyeyê diqewimin û rê didin qeyranên mezin, hûn bi encamên heyî yên desthilatdarî û muxalefet dijî re didin ber hev hişê mirovan diwestînin. Rewşa heyî li dûrî hiş û mêjî xuya dike.

Rast e, zext û zor, di her warî de pêkutî, girtin, binçavkirin û atmosfereke faşîzan heye. Dibe ku mirov bi giranî sedem vê rewşê nîşan bide. Lê yên ku pêvajoya çend salan şopandibin vê yekê ne bi hêsanî erê bikin. Îro desthilatdarî nahêle bêyî daxwaz û riza wê pel li erdê, ewr bi hewa bilivin. Pirsa herî girîng ev e, gelo ji ku derê hat vê qonaxê? Ya rast gav bi gav bi destê muxalefetê, nemaze jî bi destê muxalefeta CHPê em hatin vê qonaxê. Ji aliyê desthilatdariyê ve çi gav pêşde hate avêtin CHPê pêşî lê pêkolî kir, qaşo muxalefetê dike yanî bila bêjin bûk jî weke zava di dewatê de direqise lê gav bi gav kelêmên riya AKPê rakirin an jî jê re dengê xwe dernexist.

Tirsa nijadperestiya tirk a dibêjin AKPê wê li hember me bi kar bîne, muxalefet dîl girtiye, bûye mutefîkê AKPê yê herî mezin. Kingê ku dosyayên wekîlên HDPê hatin meclîsê, CHPê guherandina madeyên makeqanûnê, bi tirsa ku CHPê bi sûcdariya alîgiriya HDPê dike neyê sûcdar, erê kir.  Jixwe bi vî awayî mifteya berdewamkirina desthilatdariyê radestî AKPê kir. Heta îro jî  AKP dijminatiya kurdan a ku weke tirs di dilê CHPê de haveyn girtiye, li ser serê CHPê weke kamçiyekî tirsê bi kar tîne. Êdî mifte di destê AKPê de ye. Gava qeyran peyda dibin, gava dikeve tengasiyê serî li wê mifteyê dide.

Xuya ye ku tirsa kurdan di dilê her partiyên tirkan de ye. Hinek mîna cinan bibînin jê dûr dikevin, hinek jî xwe pê digirin ku temenê xwe dirêj bikin weke maskeyê oksîjenê. Mijar kurd in, lê kurd bixwe weke efrîtan pênasekirin. Vê rastiyê muxalefeta tirk kiriye stepne (heybera îtîyadî) û berkêşka mifteyê tê de vedişêrin.

Ji dehan yek vê qeyranê li ku dera cîhanê peyda bibe hikumet dikevin lê qet xema Erdogan û Dewlet’a wî nîn e. Ji xwe bawer in, ji ber ku mifte di destê wan de ye. Gelo ji ber çi ye ew qas rihet manewra dikin, serî li dek û dolaban didin? Çi dikin, çiqas qeyran çêdibe mîna mûyê bizinê xwe ji nav rûn dikişînin. Qeyranên xwe vediguhêzin wêrekiyê. Derasayîbûn dibe rewşeke asayî.

Bi rastî tirsa kurdan a çandine her derê û nav muxalefetê, mutefîkê herî dilsoz û pêbawer e ji bo AKPê. Di serî de CHP tev muxalefet li hember lîstok, dek û dolab û îcreatên reş ên desthilatdariyê bi tirsa kurdan dimelisin, bê taqet dimînin. Heta îro wiha hat. Pir zelal e tenê bi qeyranê dîktatorî hilnaweşe. Îradeyeke xurt, divê îradeyeke xurt a muxalefetê ber bêvila AKPê hebe.  Lê bi rastî AKP di rewşa êrîşê de ye, dewsa ku rewşa xweparastinê  de be. Bêmuxalefetiyê her tişt ser û bin kiriye. Desthilatdariya faşîst her roj di êrîşê de ye, ji ber ku wêrek e, mifte di dest de ye. Bi tirsa haveynkirî hespê xwe bê astengî dibezîne ser HDP û bi giştî muxalefeta kurd. Cebeilxane tijî kiriye ji fîşek û keresteyên êrîşê yên dijkurd. Tev fîşekên xwe li ser muxalefeta kurd vala dike. Muxalefeta giştî bêdeng e, heta beşek ji wê muxalefetê avê ji aşê AKPê re dikişîne, cebilxaneya wan berdestî dike.

Li ser HDPê hêwirze û bagereke mezin diwezînin. Dixawzin pêşeroja xwe rast bikin, temenê xwe dirêj, îktidara xwe mayînde bikin. Armanca tîrên wan de dîsa HDP heye. Dixwazin  dîsa wekîlên HDPê ji meclîsê bavêjin, derfeta hejmara wekîlên xwe zêde bikin, bi dest bixin. Çokên CHPê dilerizin, Îyî Partî jî dibe darê defa AKPê. Eger AKP-MHP bigihîjin armanca xwe eşkere ye ku desthilatdarî û rejîma wan aniye wê teqez xurt bibe. Pê re jî muxalefet wê xwe di nav taseke din de bibîne ku AKPê wê qapaxa wê bigire. Hingê tenê dikarin bibine konserve. Dibe ku hesabê hinekan hebe bi AKPê re bimeşin. Gava wisa bibe jî navê wê nabe muxalefet, dibe ku em weke şano bi nav bikin. Wêga bi rastî dibe tirşik. Tirşika rêgez û nijadperestan a herî berfireh a faşîst.

Lê gelê kurd û tirk vê tirşika faşîst heq nakin. Lê ferz dibe ku vê tirşikê bixwin. Helbet bila noşî can nebe, nava tirşikê tijî jehr e. Layiqî mirovan nîn e.

Min got tirşik, we negot. Erê tirşika jehrê.

Hûn dibînin tirsa kurdan a di dilê nijadperestan de haveyn girtiye bi xwe re çi tîne? Çavên nijadperestiyê kor in, pênûsa wan her zilmê dinivîse. Vê xewna rasteqîn gelo piştî ji xewa rojê şiyar bibin wê çawa şîrove bikin? Gelo bi rastî şiyar bibin an jî wê kingê şiyar bibin?

Nûçeyên Têkildar