Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...

Pazar - 13 Ekim 2024

KCDK-E TV sibe dest bi weşanê dike

Qenala Youtube ya KCDK-E'yê KCDK-TV 3'ê adarê li gorî dema Brukselê saet di 19:00 de bi bernameya ‘Şopa Heqîqetê’ dest bi weşanê dike

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser KCDK-E TV’ê  yê ku dê dest bi weşanê bike, daxuyaniyek da û diyar kir ku di dema şewbê de kêmbûna derfetên têkiliya civakî bû sedem ku amûrên ragihandinê yên nû hîn bi xurtî bên bikaranîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li dijî êrîş û propagandayên şaş û derewîn ên dewleta tirk a mêtinger ku li ser medyaya xwe dike, ji bo agahdarkirin û ragihandina rastiyan bi navê KCDK-E TV qenala Youtube dest bi weşanê dike.

Bi bandora medya dîjîtal ku amûreke ragihandinê ye, ji bo karibin rastiyan ji gelê xwe re ragihînin, me dest bi karê bikaranîna amûrên cuda yên medya dîjîtal kirine.

Em dixwazin di vê qenala xwe de li ser pirsgirêkên civakî, çandî, siyasî yên gelê me yê li Ewropayê bernameyan amade bikin, nîqaşan, şîroveyan û analîzan bikin û bi vî rengî xwe bigihînin temaşevanan.

Li ser vê bingehê bi navê KCDK-E’yê em roja çarşemê li gorî dema Ewropayê saet di 19:00 de bi bernameya ‘Şopa Heqîqetê’ dest bi weşana qenala Youtube ya KCDK-E TV dikin ku bernameya ji aliyê Kerem Çîftçî ve bê pêşkêşkirin dê mêvanê wî hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç be.

Di bernameyê de dê têkçûna dewleta tirk a li Garê û provokasyonên ku dewleta tirk dixwaze li Ewropayê pêk bîne, werin nirxandin.” BRUKSEL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar