Bûroya Partiyên Siyasî ya Serdozgeriya Dadgeriya Tirk derheqê HDP’ê nivîsek ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re nivîsand.
Serdozgeriyê xwest îdîanameyên derheqê Kobanê ku hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û 106 kesên din jê têne darizandin, li gel pêvekên wan ji wan re werin şandin.
Bi çarçoweya eynî lêpirsînê derheqê hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û 8 parlamenterên din ên HDP’ê fezleke hatibûn hazirkirin.
Serdozgeriyê mînaka van fezlekeyan jî xwest, got ku ew xebatên hemû partiyên siyasî dişopînin û bi çarçoweyek rûtîn ev belge xwestine.
Serdozgerî heke qebûl bike ku HDP ‘navenda çalakiyên rêxistinî ye’, vekirina doza girtinê dibe ku were rojevê. ENQERE