Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

KCK: Divê PDK dest ji radestkirina siyasetmedar û şoreşgerên kurd berde

Konseya Rêveber a KCK'ê nerazîbûn nîşanî helwesta PDK'ê da ku siyasetmedarê kurd Omer Bartan radestî Tirkiyeyê kir û bang li PDK’ê kir ku dest ji helwestên bi vî rengî berde

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûn nîşanî helwesta PDK’ê da ku siyasetmedarê kurd Omer Bartan radestî Tirkiyeyê kir. Di daxuyaniya nivîskî ya KCK’ê de hat ragihandin ku têkiliya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re zirareke mezin dide têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û hat destnîşankirin ku ev nêzîkatiyên PDK’ê têkiliyên navbera rêxistinên kurdan sabote dike.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“PDK’ê siyasetmedarekî din ê kurd radestî dewleta tirk kir ku beriya sal û nîvekê ew girtibû. Siyasetmedarê kurd ê bi navê Omer Bartan ji ber ku bi hinceta karên xwe yên siyasî yên li Tirkiyeyê hate darizandin û cezakirin, derbasî başûrê Kurdistanê bû. Omer Bartan li şûna Ewropayê berê xwe da başûrê Kurdistanê ku di bin rêveberiya kurd de ye. Bi vî rengî nexwest ji welatê xwe derkeve. Lê belê li başûrê Kurdistanê li rewşeke welê rast hat ku ne li bendê bû. Tevî ku sedemek ji bo girtina wî tune bû, tenê ji ber ku siyasetmedarekî kurd bû û li Tirkiyeyê lê dihate gerîn, hate girtin. PDK car carna ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bike siyasetmedarên kurd radest dike. Kiryarên bi vî rengî yên organên îdarî yên di bin rêveberiya PDK’ê de ne, kurdan hemûyan diêşînin. Em bang li PDK’ê dikin ku dest ji vê helwesta xwe berde.

Dewleta tirk serkêşiyê ji dijminatiya li kurdan re dike. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her roj bi dehan siyasetmedarên kurd tenê ji ber ku azadî û mafên bingehîn ên gelê kurd diparêzin, tên girtin. Omer Bartan jî bi van hincetên pûç ji aliyê dadgehên dewleta tirk a mêtinger qirker ve hatibû cezakirin. Radestkirina siyasetmedarekî bi vî rengî ji bo Tirkiyeyê, tê wê wateyê ku PDK hincetên dewleta tirk ên ji bo girtina kurdan dipejirîne.

Têkiliyên PDK’ê yên bi dewleta tirk re zirarên mezin didin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Ji bo hin şervan birevin polîtîkayên teşwîqkirinê dimeşîne; her wiha bi radestkirina kesên bi vî rengî ji bo Tirkiyeyê, destekê dide dewleta tirk. Ev helwesta PDK’ê ne helwesteke ku partiyeke kurd nîşan bide. Gelek endam û şervanên PKK’ê yên ku tu eleqeya xwe bi PDK’ê re nîne tên girtin û bi salan li zindanan tên hiştin. Lê belê, sîxurekî ku destê xwe ketiye xwîna gerîla yan jî cihên gerîla ji dewleta tirk re radigihîne, dema ku tê girtin, PDK yekser dixwaze bê berdan.

Ev nêzîkatiyên PDK’ê di nava gelê kurd de dibe sedema nerazîbûneke mezin. Di heman demê de têkiliyên navbera rêxistinên kurdan sabote dike û têk dibe. Dewleta tirk serkêşiyê ji dijminatiya li kurdan re dike û armanca xwe qirkirina kurdan e. Lewma bi helwestên bi vî rengî piştgiriya ji bo dewleteke wiha ne tenê zirarê dide têkoşîna azadiyê ya gelê bakurê Kurdistanê, di heman demê de zirarê dide destkeftî û têkoşîna azadiyê ya gelê me ya li çar parçeyan. Ji ber vê yekê divê PDK dest ji vê helwesta xwe berde, tu siyasetmedar û şoreşgerekî kurd radestî dewleta tirk a mêtinger-qirker neke.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar