Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî dîktator 96 hezar îmze hatin komkirin

Bi çarçoweya kampanyaya 'Ji bo darizandina dîktatator 100 sedem' a TJK-E'yê daye destpêkirin, 96 hezar îmze hatine komkirin

Navenda Nûçeyan |

Aktivîsta TJK-E’yê Besîme Konca derbarê kampanyaya îmzeyan a ‘ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ de axivî û diyar kir gelek sazî û tevgerên navnetewî yê jinan, kesên navdar îmze xwe dane kampanyayê, li 15 welatan ji 50’î zêdetir saziyên navnetewî yên jinan ku bi sed hezaran endamên wan hene û şexsiyet, siyasetmedar piştevaniya kampanyayê dikin.

Konca da zanîn ku yek ji hedefa kampanyayê jî geşkirina têkoşîna jinan e, pêşengî li têkoşîna civakî bike û wiha got: “Piştî 8’ê Adarê kampanyaya me dê bi rengê têkoşîna hiqûqî derkeve pêş, çalakiyên wiha bike ku saziyên navnetewî bi rastiya xwe re hevrû bibin.”

Aktivîsa Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Besîme Konca bal kişande ser geşbûna têkoşîna jinan û ev tişt anî ziman: “Ji bo pêşî li berxwedan û têkoşîna jinan a ku bûyî civakî bigirin polîtîkayeke êrîşê ya bi asteke zêde ya madî, manewî, fizîkî, çandî û exlaqî tînin, her cure tundiya li ser jinan rewa dikin û normal dikin. Vê, bi rengekî herî aşkera û giran rejîma faşîst a AKP-MHP-Ergenekon dike. Rejîm di serî de li ser jinên kurd û jinên di têkoşîna azadiyê de pêşeng, polîtîkaya qirkirinê dike. Em tevgera jinên kurd bi van kampanyayan dibêjin em van polîtîkayên qirkirinê yên li ser jinan qebûl nakin û em ê qebûl nekin.”

Konca li ser girîngî û armanca tevgera jinên kurd ev nirxandin kir: “Girîng e ku Tevgera Jinên Kurd, têkoşîna jinan a 2021’an, perspektîfa polîtîk û çalakiyê ya berxwedanê bi dirûşma, ‘Li dijî qirkirina jinan em jina azad û civaka azad biparêzin’ berbiçav kiriye û têkoşîn daye destpêkirin. TJK-E’yê beriya niha jî li dijî tundiya li ser jinan û qirkirina jinan kampanya rê ve bir. Armanca her kampanyayê geşkirina têkoşîna jinan, xurtkirina piştevaniya jinan, hesabpirsîna ji kesên ku li dijî jinan sûc dike û li nav civakê hayjêçêbûnê û guherînê ava bike.  Çalakî, mîtîng, meş, panêl, semîner, civîn, bernameyên TV’yan, çalakiyên medyaya sosyal li nav civakê hayjêçêbûnekê çêdike.”

Saziyên navneteweyî bikevin nav tevgerê

Konca têkilî kampanyaya, ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ got ku parçeyek ji kampanayayên beriya niha ye û gaveke pratîk e ku têkoşînê hilde asteke jortir û wiha domand: “Rejîma Erdogan- Bahçelî ya dijminê jinan, qirkirina jinan bi rengekî lê rawestiyayî û aşkera didomînin. Bi salan e li ser jinên kurd û gelê kurd sûcê mirovahiyê dikin û di hiqûqa navnetewî de bersiveke vî sûcî heye. Hiqûqa li Tirkiyeyê ne bi rengekî wiha ye ku tu sûcê rêveberan darizîne, komkujan diparêze û xelat dike. Piştî sûcê mirovahiyê yên ku hatine kirin û piştî komkujiyan nîşandana helwestê, protestokirin, hêrsbûn, xemgînbûn, bangên ji bo rawestandinê têrê nake ku qirkirina jinan rawestîne. Rejîma li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek sûcên mirovahiyê kirine ku divê bêne darizandin. Kampanyaya, ‘100 sedem 100 hezar îmze’ ji bo wê ye ku dîktator Erdogan li dadgehên navnetewî û li platformên navnetewî were teşhîrkirin û darizandin. Bi vê kampanayê em her wiha hewl didin ku peywir û berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Dadê ya Navnetewî ya Laheyê, Konseya Ewropayê, Yekitiya Ewropayê bi bîr bixin ku li bara sûcên Tirkiyeyê bêdeng in û her wiha bi vê kampanyayê em hewl didin, bikin ku ev sazî bikevin tevgerê.”

Li 15 welatan 50 zêdetir sazî û dezgehên jinan

Her wiha Konca axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di şertên hêla virûsa koronayê de ku danûstandina mirovan kêm bûye komkirina 100 hezar îmzeyî ne hêsan e. Lê em jin ji bo ku vê pêk bînin xwedî biryar in, keda vê didin û hewl didin.  Îmze hem li ser malpera onlîne, hem li standên enformasyonê ku hatine danîn, hem bi danûstandina yek bi yek, bi vegotina armancê têne berhevkirin. 96 hezar îmze hatine komkirin. Bi danûstandinên yekeyek komkirina îmzeyan girîng e. Ji bo ku mirov hîs bike bê ka mirov çi dike, ramanê par ve bike, her wiha ji bo têkoşîna hevpar a li dijî neqencihê jî rêbazek e. Li 15 welatan ji 50’î zêdetir sazî û dezgehên jinan ên navneteweyî, kesên naskirî, siyasetmedar bi daxuyaniyan piştgirî didin kampanyaya me.

Geşkirina têkoşîna jinan, pêşengiya li têkoşîna civaka demokratîk, hedefeke din a kampanyayê ye. Piştî 8’ê Adarê kampanyaya me dê bi rengekî ku têkoşîna hiqûqî derkeve pêş, bi rengekî ku saziyên navneteweyî bi rastiya xwe re rû bi rû dimîne, bi pêngava çalakiyan wê bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar