Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Piştî operasyona Garê girtî derp kirin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê, gardiyenan piştî operasyona Garê hejmara pêyan li ser girtiyan ferz kirine û girtiyên ku ev pêkanînê qebûl nekirine hatine derbkirin

Parêzer Ramazan Dalçîçek ê di 24’ê sibatê de, bi muwekîlên xwe Yilmaz Ay, Îsmaîl Goçerî û Cengîz Akkaya yên li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê dimînin re hevdîtin kiribû, binpêkirinên mafan ên girtî pê re rûbirû man, bi raya giştî re parve kirin.

Prz. Dalçîçek diyar kir ku ligel di girtîgehê de pêkanîna hejmara li ser pêyan tuneye jî, rêveberiya girtîtgehê piştî operasyona Garê hejmara pêyan li ser girtiyan ferz kiriye û wiha got: “Gardiyenan bi kincên girtiyan girtine û xwestine wan rakin ser pêyan. Ji ber ku girtî li dijî vê yekê derdikevin, ji aliyê gardiyenan ve tên derpkirin. Muwekîlê min Cengîz Akkaya, got ‘gardiyenan di hejmara serê sibê ya 22’yê Sibatê de, ji wan re gotiye, bi şev li derve bi awayekê amadekirî li benda me bin. Nexwe em dixwazin ku em ê çawan we derxînin derve.’ Bi vî awayî gef li girtiyan xwarine. Em ê derbarê van gardiyenan de, gelî bikin.”

Dalçîçek dest nîşan kir ku 3 muwekîlên wî ji sala 2016’an ve ji ber ku mafên xwe yên demokratîk û destûra bingehîn parastine, girtîne û got ku mafê perwede û hindekirinê yê muwekilê wî Goçerî tê astengkirin.

Bi awayekî keyfî dosyayê bi encam nakin

Her wiha parêzer Dalçîçek bal kişand ser rewşa muwekîlên xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li muwekîlên min Yilmaz Ay û Îsmaîl Goçerî hatine birin, li gorî qanûna înfazê, ji 4’an 3 razane. Ev 5 sal in muwekîlên min bi awayekê girt tên darizandin. Diviyabû heya niha bihatan berdan. Ger cezayê wan bê erêkirin jî, divê bên berdan. Bi vê rewşê de, mafê darizandina adîlane ya di çarçoveya qanûnên  DMME’yê de hatiye diyarkirin, tê binpêkirin. Bi vê yekê re, muwekîlên min di girtîgehê de hatin îşkencekirin, rastî mûameleyên xirab hatin û bi zextan re rûbirû man. Ev binpêkirinên mafan nayên qebûlkirin û divê dadgeha bilind tavilê dosyeya muwekîlên min bi encam bike.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar