Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...

Pazar - 13 Ekim 2024

‘Pêşwazîkirina Nesir El-Herîrî cihê şermê ye’

18 rêxistinên hiqûqî û sivîl serdana Nesir El-Herîrî ya li başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku destê wan di xwîna bi hezaran kurdan de heye

Navenda Nûçeyan

18 rêxistinên hiqûqî û sivîl ên li Sûriye û derveyî Sûriyeyê bi daxuyaniyekê hevpar bang li serokatiya başûrê Kurdistanê, parlamanto, hikûmet û xelkê wê kirin û diyar kirin ku serdana Nesir El-Herîrî ya bo herêmê di serî de biçûkxistina gelê kurd, şehîdan û tevahî mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ji bo gel, serokatî, parlamanto û hikûmeta Herêma Kurdistanê;

Ji berê ve û heta niha gelê kurd li parçeyên Kurdistanê wekî hemû azadîxwazên cîhanê, kesên ku ji fikirê Barzanî fêrbûne wekî pêşeng û hêviya rûmeta gel dibînin û ne bawer in ku dê rojekê tiştekî xirab bikin.

Îro, lingên qirêjî ku xaka Kurdistana Iraqê ya pîroz gemar dikin hene, mebesta me Nesir El-Herîrî û şandeya wî ya qaşo bi navê îtîlafa nîştimanî ya Sûriyeyê ya ‘Hêzên Şoreşê û Opozîsyonê’ ne. Lê belê wekî tê zanîn ew ne nîştimanî, ne şoreşê û ne opozîsyonê temsîl dikin. Ew komeke çeteyên kirêkirî ne û destên wan di xwîna bi hezaran mirovên kurd û ne kurd de hene û sûcên wan bi dawî nabin.

Li ser wê yekê em wekî alî û rêxistin bi vê bangewaziyê em aliyên dîplomasî, siyasî, qanûn û têkiliyên navneteweyî li ber çavan digirin, dibe ku bi wê yekê em serdana şandeya navborî û hevdîtina wan bi nûnerên herêmê re fêm bikin. Lê belê di heman demê de em hişyariyê didin ku rêzgirtin û qîmetgirtina Nesir El-Herîrî û şandeya wî ji aliyekî rayedar, alî yan saziyeke herêma Kurdistanê cihê şermezariyê ye. Helbet di radeya yekemîn de ew heqareta li gelê kurd û şehîdên wê û tevahî mirovahiyê ye. Her wiha ew ji bo teşwîqkirina wan û bêguneh nîşandana wan li hemberî sûcên ku pêk anîne.

Yên wekî wan ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên dermirovî, sûcên şer û qirkirinê pêk tînin ku bi raporên navneteweyî hatine belgekirin. Cihê wan ne xaka Kurdistanê ya pîroz e, cihê wan li zindanan û li pêş dadgehên navneteweyî ye.”

Rêxistinên ku bangewazî kirine, ev in:

Komeleya Parastina Gelên di bin Gefkirinê de – Almanya, Navenda Lêkolînên Qanûnî, Desteya Qanûnî ya Kurdî, Saziya Êzidîna, Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê, Afrin Media Center, Yekitiya Parêzerên Efrînê, Saziyên Civaka Sivîl li Herêma Şehbayê, Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistina Mahabad a Mafên Mirovan, Foruma Almanî-Kurdî, Komeleya Civaka Kurd li Stuttgart, Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê, Saziya Civaka Sivîl a Kurdî li Ewropayê, Koma Xebatê ji bo Efrînê, Efrîn Post, Komeleya Hêvî ya Kurdî-Belçîka, Kurdisch Antenna Network.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar