Navenda Nûçeyan |
Bertekên li dijî pêşwazîkirina serçeteyê bi navê Nesîr Herîrî ya ji aliyê Mesud Barzanî ve li Hewlêrê didomin.
Li gorî nûçeya ajansa Kurdpressê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ya Sûriyeyê Gêlo Îsa, bi gotina ‘qetilê zarokên kurdan’ bertek nîşanî pêşwazîkirina Harîrî da.
Îsa di daxuyaniya xwe de wiha got: “Herêma Kurdistanê ji bo kurdan xwedî cihekî gelek bi nirx e. Ev herêm hêviya kurdan e. Lê bele rayedarên herêma Kurdistanê û bi taybetî Birêz Barzanî divê qetilê kurdan ên vê carê kincên dîplomatê lixwe kirî qebûl nekira.”
Îsa di dema êrîşa dagirkeriya dewleta tirk a Serêkanî û Girê Spiyê de kesên hatin qetilkirin bi bîr xist û wiha got: “Nesîr Herîrî û kesên pê re, Hevrîn Xelef, Barîn Kobanê jî tê de bi hezaran jin û zarokan qetilkirin. Ew terorîst in û qebûlkirina wan rewakirina qetilkirina kurdan e. Divê ev hevdîtin bi tu awayî nehatina kirin. Xweska tiştek wiha nebûna, ev teroristan nehatana qebûlkirin. Ev helwest ji bo kurdan cihê şermê ye. Çinku ev qetilên kurdan in ku ji aliye dewleta tirk ve tên destekkirin.”