Mala Azadiyê (Freedom House) ku navenda wê li Amerîkayê ye û di mijarên demokrasi, azadî û mafê mirovan de lêkolînan dike, rapora xwe ya sala 2020’an weşand. Di raporê de Tirkiye, di nav welatên “ne azad” de cih digire. Di ser 100 puanî de Tirkiye 32 puan girt û di nav 195 welatan de ket rêza 146’emîn. Piştî welatê Afrîkayê Malî, Tirkiye ew welat e ku di azadiyan de herî zêde bi paş ve çûye.
Di raporê de qala zextên ku li Tirkiyeyê pêk tên jî tê kirin û tê destnîşankirin ku îşkence û muameleya xerab li siyasetmedarên muxalîf tê kirin û sûcdariyên “terore” li kurdan tên kirin. Di raporê de astengkirin û girtinên malper û rojnameyan û tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê jî tên bibîrxistin. STENBOL