Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PAJK: 8’ê Adarê mîrateya têkoşîn û serkeftina jinan e

PAJK’ê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi boneya 8’ê Adarê bang li hemû jinan dikin; dakevin qadan, banga xwe ya jiyana azad û wekhev qîr bikin. Di vê roja bi wate de, soza xwe ya gihandina serketinê ya têkoşînê dubare dikin.”

Navenda Nûçeyan |

Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da. PAJK’ê di daxuyaniya xwe de tevî pîrozkirina roja 8’ê Adarê ragihand ku xwedîderketina li tekoşîna her jinên ku di oxira parastina hebûn û mafê jinan de canê xwe feda kirî, di serî de erk û berpirsyariya her jinekê ye.

Daxuyaniye PAJK’ê bi vî rengiye:

“Roja 8’ê Adarê ku bi bedeldayîn û daneheva dîrokî ya berxwedêr a xwe di kesayeta jinên kedkarê de bi sembol kir, salvegera 122’emîn roja jinan a cîhanî, di şexsê afrînerên vê rojê Roza Luxemburg, Clara Zetkin û 129 jinên li hemberî bê mafiyê canê feda kirin tevahî jinên têkoşiyane, bi minetdarî bîr tînin û vê rojê li wan pîroz dikin. Dîsa em roja 8’ê Adarê li afirînerê mirovê azad û jinên azad Rêber Apo ku bi bîrdozî û felsefeya xwe wateya vê rojê ya dîrokî di pêşxistina partî û artêşa jin de bi beden kir pîroz û silav dikin. Şehîdên me yê bi ked, fedekarî û bi ezmekî mezin bûn pêşeng û afirînerên jiyana azad hevrê Sara, Şîlan Kobanê, Şîrîn Elemhulî, Viyan Soran, Zîn, Leyla û di şexsê wan de tevahî şehîdên me yên ku roja 8’ê Adarê di her kêliya xwe yî têkoşînê de wateya wê mezin afirandin û diyarî tevahî jinên cîhanê kirin bi bîr tînin û soza daye wan nû dikin. Em vê rojê li tevahî jinên kurd, jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê yên ku îro li hemberî cîhana mêr avakirî li ber xwe didin û têkoşîna her rojê veguherînin roja 8’ê Adarê didin pîroz dikin.

Roja 8’ê Adarê weke dawîbûn û destpêkirina demek a di pêşxistina têkoşîn û serîrakirina jinan e

Di dîroka tekoşîna jinan a sedsala 19’emîn û 20’an pêşxistî de roja 8’ê Adarê xwedî girîngî û nîşaneya destpêkekî nû ya têkoşînê ye. Di dîroka mirovahiyê de têkoşîna jinan her tim bi dayîna bedelên giran re bi encam bûye. Lê encama derketiye ji ber di cewherê xwe de parastina tevahî nirxên civakî yên çandî, polîtîk û exlaqî hewandiye xwe li ser pêyan girtiye û kariye li pêşiya ji dest çûna hebûna civakê bigre. Roja 8’ê Adarê, bi nêrandina weke bûyerekî nêrîn zêdetir rastiya rewşa jin û civakê ya di sedsala 19 û 20’emîn de jiyan dikir îfade dike. Ev roj weke dawîbûna demek û destpêkirina demek a di pêşxistina têkoşîn û serî rakirina jinan e. Ev roj ne weke rojekî cejnê ya jinan, berovajî bi ketina sedsala 21’emîn re li hemberî cîhana mêrê serdest, pergala kapîtalîst, hişmendiya dewlet netew, olperestî, zanistpestî û zayendperestiyê veguheriye heqîqetek têkoşînî ya herî radîkal a di dîroka têkoşîna jinan de.

Weke netewa jin û wek civaka mirovahiyê di cîhaneke dûrî azadî, wekhevî, aştî û aramî de dijîn. Pirsgirêkên ku jin, netewên bindest, komcivak û mirovahî dijîn di bingeh de, xwe dispêrin şekilgirtina hişmendiya mêr. Bi avabûna yekemîn saziya parastina vê hişmediyê dewlet re ku her çûye ev pirsgirêk kûrtir û mezintir bûne. Jinan û mirovahiyê li hember hişmendiya mêr-dewlet tu caran serî netewandine û di her firsendê de têkoşîn, berxwedan meşandine û serî rakirine. Bi vî rengî pergala mêr xwe li ser bingeha serdestiya yek cins, yek reng, yek pergal, yek al û yek netew avakiriye. Lewma dîroka mirovahî tevî ku tije şer, kuştin, komkujî, talan, êrîş, dîlgirtin, tecawiz, qirkirin e, li aliyê din tije serî rakirin, fedakarî, ked, têkoşîn, berxwedan û avakirin bûye. Pergala serdest a mêr ji dîrokê heya niha ne tenê di warê hişmendî û pergalî de xwe li hember têkoşîn, hişmendî û çanda civaka jin, hişk kiriye û di nehatina guhartin û veguhartinê de israr kiriye, di heman demê de bi vê hişmendî û rewşa xwe xetimandinekî mezin re rê vekiriye. Lê êdî tê zanîn ku xetimandin ne ji xeta jin, netewên bindest û her wiha civaka mirovahiyê ye. Xetimandin ji hişmendî û xisletê mêr-dewletê çavkaniya xwe digire.

Têkoşîna jin di Kurdistanê de vîna azadiyê ava kiriye

Pergala mêr-dewlet li Tirkiyeyê bi rejîma AKP’ê re tevahî Tirkiye û bakurê Kurdistanê veguherandiye zindana darizandina jinên zana, têkoşer, berxwedêr, çalak û serhildêr. Dîsa rejîma Îranê bi kiryara sêdareya jinan mohra xwe li dîrokê daye û dijmintiya xwe ya li hember jinên serhildêr aşkera kiriye û dike. Ji lewra zanista têkoşîn û lêgerîna heqîqetê ya jinên îranî dê vê pergala mêr a ku xwe disepêne, hilweşîne û jiyanek azad ava bike. Li Iraq û başûrê Kurdistanê jî hişmendiya mêr bi qasî kûrbûye tu rojevek bi navê jinan tune ye. Her wiha jin tune dihesibîne û pergal di welat de weke bê nakokî nîşan dide. Bi vî rengî rûpoşa ketî ya pergal û siyaseta wê ya tunehesibandina cins û cudahiya bawerî û netewan, radexe berçavan. Pir aşkera ye ku tenê têkoşîna jinan ku hebûn û rêxistin qezenc kiriye dikare welat ji hişmendî û xetimandina pergala mêr, rizgar bike. Têkoşîna jin di Kurdistanê de vîna azadiyê ava kiriye û yekitiya di navbera jinên li Rojhilata Navîn her ku diçe pêşdixîne.

Li hemberî vê pergala xetimandî êdî pêwîstî bi têkoşînek zanistî, rêxistinkirî, hevgirtî û yekpare ya jinan û mirovahiyê heye. Xisleta sedsala 21’emîn di her warî de derfet dide jin vê sedsalê veguherînin sedsala azadiya jinan û civakê. Rêber Apo, bi pêşbînî û şîroveya xwe ya dîrokî û civakî xislet û rastiya vê sedsalê dît û bi ketina sedsala 21’emîn re bi avakirina partiya jinan bersiv da pergala serdest a mêr. Ev pêngav di dîroka têkoşîna jinan de, darbeya herî mezin li bîrdoziya mêr hatiye xistine. Ev pêngava dîrokî ya ku Rêber Apo li hemberî bîrdozî û hişmendiya mêr pêşxist ji bo têkoşîna hemû netewan û bedelên mirovahiyê ku di sedsala 19’emîn û 20’î de dan bersiveke herî manidar e.

Îro dîroka windabûyî ya jin tê zindîkirin

Rêber Apo di lêgerîna xwe ya zarokatî de û her wiha lêpirsîna bi berdewam a hişmendî û pergala mêr-dewlet de wateya rast a azadî û wekheviyê di nebûyîna yedekê pergal û hevkarî nekirina wê de dît. Ji lewra Rêber Apo, di destpêka têkoşîna azadiyê de bi kuştina zilamtî, şoreşa zîhnî di kesayeta xwe de pêk aniye û modela pêşengiya têkoşîna rast di Kurdistanê de pêşxistiye. Rêber Apo, bi diyarkirina pîvanên azadiyê rê li ber pêşxistin û kûrkirina felsefeya jiyana azad û manîfestoya rizgariya jin, cîhanekî ji derveyî cîhan û hişmendiya mêr ji bo jin, gelê kurd û her wiha mirovahiyê afirandiye. Rêbertiya me afirandina jiyana azad jî bi çêkirina zemînê têkoşînê, xebatên perwerdehî û guhartina zîhniyetê di avakirina kesayeta jin û mêrê azad de, dîtiye û wiha girîngî daye xebatên têkoşîna azadiyê. Bi vî awayî kariye di demek kin de ferqa fikir, felsefe û paradîgmaya xwe diyar bike û wiha di serî de jin û civaka Kurdistanê li dora têkoşîna azadiyê kom bike. Hêza jinên kurd bi zanistiya ji fikir, felsefe û hevrêtiya Rêber Apo girtiye, îro bûye yegane hêza şoreşa civakî û çandî li Kurdistanê, asta herêm û cîhanê de jî pêşengiya jiyanî kirina paradîgmaya civaka ekolojîk-demokratîk a li ser hîmê azadiya jinan dike. Ji lewra îro Kurdistan bûye navenda şoreşa zihnî û civakî. Ev şoreş jî bi rêya kesayeta jinên azad ên ku bi fikir, bîrdozî û paradîgmaya Rêber Apo karîne xwe ava bikin, pêk hatiye. Bi pêşveçûna têkoşîna azadiya jin, dîroka jin li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ji nûve tê nivîsandin. Îro dîroka windabûyî ya jin tê zindîkirin û bi watekirin. Dîroka 8’ê Adarê jî yek ji wan dîrokane ku bi bilindbûna têkoşînê wate û girîngiya xwe bi destxistiye û îro hemû jin di bin banê têkoşîna hevbeş de aniye gel hev.

Şerê niha li Kurdistanê dimeşe şerê avakirin û misogeriya jiyan û civaka jinên azad e

Îro pergala mêr-dewlet a ku li hember mezinbûn û avabûna yekitiya jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bê çare bûye, xwe li vê rastiyê ranagire û ji bo ku îradeya hatiye avakirin tune bike, her cûre êrîşan pêk tîne. Di navbera jiyana jin û pergela mêr de qutbûnek ruhî, bîrdozî, siyasî û civakî çêbûye. Êdî negengaz e ku jin cardin vegere bin sîwana çarenûsa ku hişmendiya mêr-dewlet jê re diyar kiriye. Ji lewra şerê niha li Kurdistanê dimeşe şerê avakirin û misogeriya jiyan û civaka jinên azad e. Em îro ji bo avakirina jiyana azad şerê parastinê dimeşînin, têdikoşîn û li ber xwe didin. Rastiya ruhê berxwedana li Kobanê, Reqa, Şengal û li Garê ava bû, rastiya israr û berdewamiya xeta jiyana azad e. Jinên ku li her çar aliyê cîhanê berê xwe dan şoreşa Rojava ji nûve zindîkirina ruhê 8’ê Adarê ye . Ev hevdîtina dîrokî ya jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û kurdistaniyan li roja Rojava pêk hat, pêwîst e tevahî jin vê destketinê weke mîsogeriya hebûna xwe bibîne û xwedî lê derbikevin.

Li ser bingeha pêşveçûna ev têkoşîna mezin û hevdîtina jinan a dîrokî em îsal 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Her çiqasê asta têkoşîna ku jin xwe gîhandiye ne di asta têrker de be jî, lê ji her demê zêdetir bihêztir, bizanist û birêxistinkiriye. Îro li her çar aliyê cîhanê bi yek deng û yek zimanî jin têdikoşin û dîwarên cîhana mêr hildiweşînin û cîhana xwe ava dikin. Serkeftina me ya herî mezin ev e ku me bi awayek wekhev hişmendiya mêr baş fêm kir û şiroveya wê kiriye. Lewma îro em ji bo bîranîn û soza bilindkirina têkoşîna jinên ku bûne qûrbaniyên komkujiyan 129 jinên li New York, sê Xwişkên Mîrabel, jinên li Dêrsîm, têkoşerên Parîsê, Kobanê, jinên Şengal, Efrîn û di şerê parastinê yê li Heftenîn û Garê pêşketî de tên gel hev. Xwedî li têkoşîna her jinek ku di oxira parastina hebûn û mafê jinan de canê xwe feda kirî derketin di serî de erk û berpirsyariya her jinekê ye. Em bi vê bîr û baweriyê biryardarî û soza xwedî derketina li têkoşîna jinan a ku her roja diçe mezin dibe didin tevahî jinên cîhanê. Em weke jinên kurd û pêşengên partiya jin roja 8’ Adarê bi vê biryariya dîrokî ya têkoşînê bi wate dikin û xwedî lê derdikevin.

Yekitiya ruh, rêxistin, fikir, têkoşîn û jiyanê ava bikin

Li ser vê bingehê, bi boneya roja 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî em bang li tevahî jinan dikin da ku vê rojê li qadan bin û banga xwe ya jiyana azad û wekhev bilind bikin. Di vê rojê de cardin em hevpeymaniya xwe ya serxistina têkoşînê nû û bi hêz bikin. Ji bo avakirina jiyan û cîhanek azad li ser hîmê paradîgmaya civaka ekolojîk-demokratîk a li ser hîmê azadiya jin, têkoşînê berfirehtir bikin. Yekitiya ruh, rêxistin, fikir, têkoşîn û jiyanê ava bikin. Bi têkoşîna xwe ya hundûrîn bigihînin hebûna xwe ya rastîn û bi têkoşîna dijî pergala mêr cîhanek demokratîk a jin û gelan ava bikin. Berpirsyariya ruhê 8’ê Adarê vê biryardariyê ji her demê zêdetir li ser me tevahî jinan ferz dike. Em careke din roja 8’ê Adarê li jinên Rojhilata Navîn û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin, soza me daye şehîdan û tevahî têkoşînerên jin ê cîhanê nû dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar