Papa Francîs (84) du roj in serdana xwe ya li Iraqê didomîne.
Papa Farancîs ê ji duh ve li Iraqê ye, îro li gel lîderê Şîa Ayetûllah Elî El Sîstanî (90) re civiya. Papa Francîs vê sibehê berê xwe da Necefê serdana El Sîstanî li mala wî kir. Hevdîtin 45 deqîqeyan dom kir.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Vatîkanê ve hat dayîn, di hevdîtinê de li ser xebatên diyalogê ya di navbera komên olî yên cihê yên li Iraqê axivîne. Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Papa, girîngî dide rêzgirtina olên cuda yên li Iraq, herêmê û tevahî cîhanê û dîsa diyaloga navbera wan.”
Li ser hevdîtinê ofîsa El Sîstanî jî daxuyaniyek da û diyar kir ku Sîstanî ji Papa re gotiye, gelên herêmê rastî zilm, zordarî, hejarî, çewisandina olî, fikrî û bêdengkirina azadiyê tên. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku divê kesayetên olî rola xwe ya di aliyê kêmkirina sitemkariyê de bilîzin û hat diyarkirin ku divê welatên cîhanê, ji zimanê şerxwaziyê dûrbikevin û red bikin.
Hat destnîşankirin ku herdu aliyan behsa girîngiya jiyana hevbeş a di nava hemû civakan de, li ser bingehê maf, rêzgirtina hevbeş a di navbera olên cûda de, kirine û wiha hat gotin: “Divê mesihiyên li Iraqê, di nava ewlehî û aramiyê de bijîn. Hêvîdar in Iraq di demek zû de ji vê rewşa tevliheviyê rizgar bibe.” BEXDA