Tirkiye li arafê ye

Ji salên 1979’an ve ji du milan ve li dijî sîstemê tehlûke hebû ango ji aliyê Rûsya Sovyetê û yê Îrana îslamî ve û...

Pirsgirêka dewletê ya bi kurdan re

Ji sala 2016'an û vir ve şaredariyên kurdan tên dagirkirin û şaredar jî têne girtin. Ev yek jî piştî darbeya 15'ê tîrmeha heman salê...

Tirkiye li arafê ye

Ji salên 1979’an ve ji du milan ve li dijî sîstemê tehlûke hebû ango ji aliyê Rûsya Sovyetê û yê Îrana îslamî ve û...

Pirsgirêka dewletê ya bi kurdan re

Ji sala 2016'an û vir ve şaredariyên kurdan tên dagirkirin û şaredar jî têne girtin. Ev yek jî piştî darbeya 15'ê tîrmeha heman salê...
Salı - 5 Kasım 2024

Tirkiye li arafê ye

Ji salên 1979’an ve ji du milan ve li dijî sîstemê tehlûke hebû ango ji aliyê Rûsya Sovyetê û yê Îrana îslamî ve û...

Pirsgirêka dewletê ya bi kurdan re

Ji sala 2016'an û vir ve şaredariyên kurdan tên dagirkirin û şaredar jî têne girtin. Ev yek jî piştî darbeya 15'ê tîrmeha heman salê...

‘Em ê bi rengê Sara û Semayan şer bikin’

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê 8'ê Adarê pîroz kir û wiha got: “Em ê bibin Sara, Sema, şerê dijmin bikin û bi mîsogerî em ê dijmin têk bibin. Niha dema azadiyê û azadkirinê ye!”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir. Daxuyaniya YJA Starê wiha ye:

”Em dibine şahidê pêvajoyeke wiha ku hemû dem bûne berxwedan, jinên ku pêşengiya vê dikin li dijî hemû serweran ku faşîzmê û koledariyê ferz dikin, dibêjin ‘raweste’, berxwedana jinan û pêvajoyên ramanê di guherînê de bi roleke mezin in û dengê lîlandina azadiyê li hemû cîhanê berbelav dibe. Em hêzên YJA Starê di vê demê de ku xwe hazir dikin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşwazî bikin, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêber Apo pîroz dikin ku bi jidayikbûna xwe haveynê îro parastiye û gotiye ‘ne tenê rojek, divê hemû roj ên jinan bin’, li hemû jinan pîroz dikin ku li dijî faşîzmê li dijî hemû îşkenceyên ku hişmendiya nêr ferz dike, li dijî her cure hikmî ku dewlet li ser jinan dike, li dijî koledarî û tundiyê li keda xwe xwedî derdikevin, xwe diparêzin, li ber xwe didin û şerê vê dikin.

Em Clara Zetkîn, Rosa Luksembûrg û şehîdên me ku xwe fedayî Tevgera Azadiya Jinan kirine û civakîbûna azad afirandine, nirxê azadiyê bi dest ve anîne ku bi berdêlên mezin ev roj diyarî jinên cîhanê kirine bi minet bi bîr tînin, em sond dixwin ku li ser xeyalên wan bimeşin û bibin hêza ku xeyalên wan pêk bînin.

Berxwedana Cenga Heftanînê ku gerîlayên YJA Starê bi vîn û azweriya mezin pêşengiya wê kirî mohra xwe li sala 2020’î daye. Bi encamên ku bi xwe re anî, di serî de ji bo jinan û gelê me, bi bawerî û biryardariya, ‘wê faşîzm were hilweşandin’, bi geşkirina vê em ketina sala 2021’an. Ji niha ve em dikarin mizgîniyê bidin gelan ku sala 2021’an jî wê bi berxwedaniya jinan dê azadiyê bi dest me ve bîne. Her kes şahidiyê jê re dike ku ‘azadiya jinan’ ku Rêber Apo jê re ‘projeya min a nîvcomayî’ gotî, bi berxwedaniyeke mezin şoreşan diafirîne, ber bi serfiraziyê ve diçe, bi berxwedana gerîla faşîzmê dihejîne û hildiweşîne. Jixwe di operasyona dagirkirinê de ya li ser Garê ya artêşa tirk a faşîst, dijminê jinan û bi hişmendiya tecawizkar, berxwedaniya gerîla ya bi ruhekî mezin a fedayî, em serkeftina di vesazkirina nû de ya gerîla nîşan daye û hem jî bi rengekî beloq nîşan daye ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hatiye ber asta hilweşandinê. Bêguman hêza herî mezin ku vê berxwedanê geş dike Rêber Apo ye û ya ku vî giyanî rê ve dibe partiya me PAJK û PKK ye.

Piştî ku Rêber Apo îdeolojiya Rizgariya Jinan danî, wateya xwebûna 8’ê Adarê zêde bûye, maneya xwe kûr bûye û rengê xwe daye hemû rojan. Ew rastiya ku Rêbertiya me hîs û ramanên jinan fêhm kirî û hîs kirî, zemîna artêşbûna û partîbûna jinan afirandiye. Her wiha şexsê hevrê Sema Yuce de ku bedena xwe ji 8’ê Adarê heta bi 21’ê Adarê kirî pir û feda kirî, fermandara mezin a jiyana azad, bûye xwedî rêçeke esîl û em hêzên YJA Starê heta bi îro anîne. Têkoşîna sembola jinên azad hevrêya me Sara a ji bo Rêbertiya me, kiriye ku bibe heqîqetek ku ne tenê pêşengiyê ji me re dike lê ji hemû jinan re dike. Her gerîlaya YJA Starê ku bûyî Sara ji bo ku layiqî vê pêşengiyê bibe dê têbikoşe.

Li dijî komkujiya jinan tene bi xweparastinê mirov dikare bibe bersiv

Her ku berxwedêriya jinan û têkoşîna wê ya azadiyê geş û gur dibe dijmin jî îşkence û tecawizan zêdetir dike. Aşkera ye, li djî tecawizên ku li Kurdistanê bi destê dewletê pêk tên û li Tirkiyê bi aqilê mêr jin têne kuştin, tenê bi rengê xweparastinê mirov dikare bibe bersiv. Em hêzên YJA Starê li dijî dewleta tirk a faşîst ku bi faşîzm, dagirkerî, tacîz û tecawizê bersivê dide daxwazên azadî û demokrasiyê yên jinan û gelan, em ê vê hişmendiyê derxînin holê, têkoşînê geş bikin, bi vê hişmendiyê hazir bin ku her berdêlî bidin, xwedîderketina li vê sozê, sonda me ya ji bo şehîdên me yên leheng e. Li çiyayan YJA Star û HPJ, li bajaran û deştan YJŞ, YPJ û YPS JIN, çalakiyên hêzên xwerastinê yên jinan, bi berxwedan, helwesta lêrawestiyayî ya li ser xeta azadiyê, li her devera ku nedadî, faşîzm û dagirkerî lê heye wê têkoşînê geş bike û bi peywira xwe ya pêşeng rabe.

Li dijî wan hêzên faşîst ku li jinan didin û bi vê dixwazin civakê ji derb bixin, em ê bibin rastiya jinan a ku xurt dibe û rêxistinî dibe û wilo bersiv bidin. Em gerîlayên YJA Starê ji xwe re weke karekî esasî dibînin ku pêşengiyê ji têkoşîna wan jinan re bikin ku li dora vîna azad û bîreweriya azad têne cem hev. Em ê bi vî rengî pêngava, ‘Li dijî qirkeriya jinan dema jin û civaka azad e’ ku bi pêşengiya KJK’ê hatiye destpêkirin, pêşwazî bikin. Bi biryardariya azadkirina Rêber Apo, keda mezin dayî me û hemû jinan da ku têkoşîna azadiyê geş bibe, bibin artêş û partî, ji me re bûyî hêz û perspektîf, pêngavê geş bikin. Bi qasî giyanî û ramanî, azadkirina fizîkî ya Rêbertiya me jî, wê bibe sedema sereke ya têkoşîn û jiyana me.

Niha dema azadiyê û azadkirinê ye

Rêya xwedîderketinê ya li mîrateya jinên berxwedêr, bi azadkirina Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo azadiya jinan weke şertê sereke yê azadiya civakê daniye, ji wilo, li ber aqilêr nêr ê serwer, li ber çanda civakî ya rêz û rêçikî ya paşverû û wê pergalê rabûye ku jinan tune dihesibîne, mêraniya klasîk kuştiye û bi jinan re bûye dost.

Em hêzên YJA Starê, em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin, xwedî li giyanê berxwedêr ê 8’ê Adarê derkevin. Bi vî rengî em ê tevlê bibin, bi hêza ku me ji vê rastiyê standî, em ê şer bikin. Em ê bibin Sara, Sema, şerê dijmin bikin û bi mîsogerî em ê dijmin têk bibin. Niha dema azadiyê û azadkirinê ye!” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar