Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aqûbeta jinên winda hat pirsîn

Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya hefteya 832’yemîn de, bi boneya 8’ê Adarê, aqûbeta jinên di bin çavan de hatin windakirin pirsîn

Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan ji bo dîtina windayan û darizandina kujeran her hefte çalakiyên xwe pêk tînin. Lê ji ber vîrûsa koronayê ev saleke çalakiyên xwe li ser medyaya civakî pêk tînin.

Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya hefteya 832’yan li dar xist. Dayikên Şemiyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, aqûbeta jinên di bin çavan de hatin windakirin, pirsîn û xwestin bersûcên wan bi awayekê adîlane bên darizandin û hesap ji wan bên pirsîn.

Di vîdeoya hat parvekirin de, navê jinên hatibûn qetilkirin, ji aliyê mirov û dayikên şemiyê ve yek bi yek hatin xwendin û ev pirs hatin kirin: “

  • Çi li Makbûle Okdem a di sala 1991’an de li Cizîrê hat binçavkirin û piştî 18 salan hestiyê wê hatin dîtin hat?
  • Çi li Ayten Ozturk a di sala 1992’yan de li Dêrsimê hat binçavkirin, 8 rojan hat îşkencekirin û dûre cenazeyê wê li nêzî Kartepe ya Karşiyaka ya Xarpetê hatibû dîtin hat?
  • Çi li Ridda Yavûz a di sala 1992’yan de, li navçeya Dêrika Mêrdînê bi 2 kesan re hatibû binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?
  • Çi li Sedîka Dal a di sala 1993’yan de, li Nisêbînê ji aliyê Hizbûllah ve hatibû revandin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?
  • Çi li Hamîde Şarli, ya di sala 1993’yan de, li gundê Wanik/Tetwan/Bedlîsê bi birayê xwe Remezan re ji aliyê eskeran ve hatibû binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?
  • Çi bi Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik û Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn ên di sala 1994’an de li gundê Mîrik ê Dêrsimê piştî operasyona eskerî winda bû û bi tu awayî agahî ji wan nehat girtin, hat?
  • Çi bi Latfiye Kaçar a di sala 1994’an de li Stenbolê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?
  • Çi bi Gulnaz Tatû û Kadriye Tatû yên di sala 1994’an de, li zozên gundê Ortaç ê girêdayî navçeya Dêrxas a Mûşê di dema operasyonekê de winda bû û carek din agahî ji wan nehat girtin, hat?
  • Çi bi Ayşenûr Şîmşek a di sala 1995’an de li Enqereyê hat binçavkirin, îşkence lê hat kirin û piştî 76 rojan cenazeyê wê li Goristana Bêkesan a Kirikkalê hatibû dîtin hat?
  • Çi bi Hatîce Şîmşek a di sala 1995’an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?
  • Çi bi Şukran Daş a di sala 1996’an de li navçeya Rezan a Amedê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?
  • Çi li Fahriye Mordenîz a di sala 1996’an de, bi hevjînê xwe Mahmût re hat binçavkirin û piştî du salan hat zanîn ku li Goristana Asrî ya Cizîrê hatiye definkirin, hat?
  • Çi bi Zozan Eren a di sala 1997’an de li ser rêya Pasûr a Amedê bi hevjînê xwe Orhan re bi Torosa Spî hat revadin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?
  • Çi li Neslîhan Ûslû ya di sala 1998’an de, bi sê hevalên xwe re li Alaçati/Çeşme/Îzmîrê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?
  • Çi bi Konca Kurîş a di sala 1998’an de li Mêrsînê ji aliyê Hizbûllah ve hat revandin, îşkence lê hatibû kirin û piştî 18 mehan, cenazeyê wê di jêrzemîna vîllayeke li Meram a Konyayê de hatibû dîtin, hat?

Em dest jê bernedin

Divê rastiya jinên di bin çavan de hatin winda kirin, bê qebûlkirin. Divê berpirsiyar bên darizandin û hesap ji wan bê pirsîn. Çend sal derbas dibin, bila bibin, em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo jinên di bin çavan de hatine windakirin bernedin.”

Xizmên Windayan li kujerên Bedriye Gumuş pirsîn

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe di hefteya 630’yemîn de berdewam kirin. Vê hefteyê li kujerên Bedriye Gumuş a di 17’ê sibata 1992’yan de li gundê Gurîk a bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve di meşa li dijî lêferzkirina cerdevaniyê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin pirsîn. Rêvebera ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr daxuyaniya vê hefteyê xwend û çîroka kuştina Bedriye Gumuş vegot.

Demîr anî ziman ku dewletê hewl dida cerdevaniyê li ser gundiyan ferz bike û gundî ji bo li dijî vê lêferzkirinê derkevin di 17’ê sibata 1992’yan de meşek li dar xistine û leşkeran meş gulebaran kiriye û di encamê de Bedriye Gumuş jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Bedriye Gumuş dayika du zarokan bû. Ji wê rojê ve heta niha kujerên Gumuş nehatine dîtin û derbarê kujeran de lêpirsînek jî nehatiye destpêkirin.”

Her wiha Demîr diyar kir ku dê li gel dayik û malbatên windayan cih bigirin û li gel hev lêgerîna edaletê bidomînin. AMED / STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar