Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jinbûyîn berpirsyarî ye!

Nûrşan Hisên | 

Vegera li rastiyên dîrokî rê li pêş fêmkirina roja îro vedike. Ger mirov pirs bike bê çima şer û pevçûn heya vê serdema me ya pêşketî didomin, ez ê bersiv bidim û bêjim ‘Ji ber ku zayendperestî didome’. Dibe ku gelek kes vê girêdana rasterast nepejirînin, lê belê bi şîrovekirina bûyerên ku bi serê mirovahiyê hatine û di dîroka fermî ya desthilatdaran de nehatine nivîsandin re, mirov dikare wate bide gelek lêhûbûnan.

Şikestina statuya dayika xwedawend a ku di dîroka kevnar a Rojhilata Navîn de weke jêdera berhem û nirxên pîroz dihat naskirin, hiştiye ku civak ji mêbûnê derbasî nêrbûnê bibe. Ew jî bi serê xwe sosreteke mezin e. Civaka xwezayî veguherî civaka çînîtiyê. Desthiladarî, zordarî, talankirin, derew û gelek têgînên neyînî ava bûn û bi riya zagonên xwedayî rolên jiyanê bi tundî li ser herdu zayendan hatin parvekirin. Jin bû berpirsa tekane ya zarokanîn û xizmeta malê û cîhan bi firehiya xwe bû cîhana mêran.

Ev rastiya bi êş ne di roj an salekê de pêkhat, lê belê li gorî gelek fîlozof, arkolog û zanyarên civakî di nava nêzî pênc hazar salan de pêk hatiye. Niha ev di serê mirovan de bûye bilokeke nayê şikandin, ku di nîqaşan de hema xwe dispêrin çend zanyariyên zanistî yên Sigmund Freud û piştre jî xwe davêjin hembêza pêxemberan û baweriyên ji pola. Dibêjin jin lawaz e û mêr hêzdar e, ev jî rastiya Adem û Hewa ye û divê bêmafî û bêdadî bi bêdengî were pejirandin.

Berxwedaniya jinan li hember van jirêderketinan ranewestiyaye, ji têkoşîna Tiyama li hember Marduk de bigre, heya têkoşîna Hîpatya li hember bêhişên dêra Iskenderiyê. Ji serhildana jinên karker ên têkistîlê li New York bigire heya serhildana Women’s Suffrage ya ku mafê dengdayîna jinan di hilbijartinan de bi dest xistin. Ji qehremaiya Guher Xana kela Dimdimê ya ku nehiştiye Sefewiyên xwînmij bi serkeftinê şad bibin bigre heya qehremaniya Avêsta Xabûr keça Efrînê ya ku canê xwe bi dagirkeran de teqandiye. Her bi vî awayî berxwedana jinan hem li dijî neyaran, hem li dijî kevneperestiya civaka xwe domandiye.

Ji bo wê jî, pir bi zelalî mirov dikare bibêje ku jinbûyîn berpirsyarî ye û li ser milên jinan barekî giran e. Divê jin bikevin wê ferqê ku ne tenê xwedîkirina zarokan û baqijkirina malê erka wan e, divê bi rastî tebigihêjin ku xwedîkirina nirxên civakê û paqijkirina mêjiyan erka sereke ye. Heya vê kêliyê di welatê me de, jin di bin navê namûsê de tên kuştin, gelek caran jî zihniyeta rizyayî jinan bi destê wê dide kuştinê û nav lê dike xwekuştin ‘Intîhar’. Heya niha hîna zewicandina biçûkan weke sûc nayê dîtin. Heya niha jin ne serbixwe ne û di bin baskên mêrên qurnaz de tên kedîkirin.

Bêguman keda ku di şopa doza jinan de tê dayîn nayê înkarkirin, mînaka herî berbiçav jî niha şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku bi saya YPJ’ê mohra xwe li dîrokê daye, lê asta ku tê hêvîkirin ji vê berztir e. Li milekî hişmendiya kevneperest, li milekî jî hişmendiya kapîtalîst bûne jehr û xwe berdane nava rehên civakê. Ew jî bêyî keda jinan ne gengaz e werin têkbirin. Keda ku tê xwestin ne tenê di şêwe de ye, lê belê divê her jinek têbigihêje ku jinbûyîn bi zayînê re nayê bidestxistin, jinbûyîn di ruh û mejiyan de tê avakirin û bi ked û xebatê tê parastin û parvekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar