Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Berxwedana 8’ê Adarê dê agirê Newrozê geş bike

Meclisa Jinan a HDP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên jinan, li gund, navçe û bajaran daketine qadan û amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin. Li gelek bajaran jinan şahî û çalakî li dar xistin û banga mîtingên 8’ê Adarê dikin. Îsal jin dê li dijî qirkirina zayendî û tecrîdkirinê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Ruh û coşa pîrozbahiyên 8’ê Adarê dê serhildana Newrozê û agirê Newrozê bêhtir geş û gur bike.

21’ê Adarê Newroz nêzîk dibe. Her sal kurd bi kelecan û coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Bi coşa 8’ê Adarê kelecan û coşa Newrozê di dilê kurdan û gelê Rojhilata Navîn de geş dibe. Kurd û gelên Kurdistanê yên ku sala par li gorî dilê xwe bi coş û kelecan  Newroz pîroz nekirin, îsal dê bi hêza 8’ê Adarê, hesret û hezkirina agirê Newrozê bi coşek mezin li qadan û kolanan Newrozê pîroz bikin.  Gelên Kurdistanê ji niha de bi kelecan li benda pîrozkirina Newrozê ne. Ji ber ku agirê Newrozê azadiya kurdan û gelan e. Agirê Newrozê tariyê ronî dike. Tirsê belav dike. Agirê Newrozê li dijî zilm, înkar, îmha û tunekirinê serî hildan e. Newroz raperîn, vejîn, hebûn û xwebûn e. Newroz parastina cewherî û mizgîniya azadiyê ye. Newroz mizgîniya buharê û hebûnê ye. Ji ber vê yekê Newroz ji bo gelê bindest pir bi wate û pîroz e.

Kurd, dê bi şahî, dûrişm û govendê dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin. Ji ber kurd êdî qedexe û astengiyan qebûl nakin; dê Newrozê bi coş pîroz bikin. Ji ber kurd tecrîdê qebûl nakin dê Newrozê bi girseyî li her derê pîroz bikin. Ji ber ku kurd înkar, îmha, qirkirina siyasî, çandî, civakî û zayendî qebûl nakin dê bi ruhê serîhildana 8’ê Adarê û berxwedanê li qadan agirê Newrozê geş bikin.

Kurd dibînin ku yên dixwazin polîtîkayên înkar, îmha, qirkirina siyasî û çandî berdewam bikin, her roj qedexeyan îlan dikin, her roj hemû jiyanê tecrîd dikin. Her roj siyasetmedarên kurd dorpêç dikin.

Hemû kurd êdî dibînin ku hikûmeta AKP-MHP’ê ku ji azadî û hebûna kurdan û hêzên muxalif ditirsin, di demên dawî de şerê taybet li ser gelê kurd û herêmê dimeşînin. Hemû kurd dibînin ku îktîdara AKP-MHP’ê ya nikare di polîtîkayên înkar, îmha û tunekirina kurdan de bi ser bikeve, êrîşên xwe zêde dike. Kurd dibînin û hîs dikin ku AKP-MHP bi polîtîkayên taybet li aliyekî tecrîdê belav dike, li aliyê din qirkirina siyasî, çandî, zayendî û civakî pêş dixe. Dibînin ku êrîşî siyasetmedarên kurd dike, êrîşî çand û dîroka kurdan dike, êrîşî hemû nirxên kurdan dike.

Îktîdara AKP-MHP’ê ya ji daketina kurdan a kolan û qadan ditirse êrîşên xwe zêde dike. Ji siyasetmedarên kurd ditirsin. Ji ber vê tirsê bi fezlekeyan dixwazin parlamenterên kurd bê tesîr bikin, Ji tirsa xwe, siyasetmedar û pêşengên kurdan binçav dikin, davêjin zindanan û dîl digirin. Li malên wan hepis dikin û tecrîd dikin. Ji jin ciwan û dayikên aştiyê ditirsin û wan binçav dikin û davêjin zindanan. Ji ber wê yekê di 27’ê Sibatê de gelek pêşengên kurdan binçavkirin. Endamên MEBYA-DER’ê û dayikên Aştiyê Meryem Soylu a 79 salî û Hatun Aslan a 71 salî girtin û şandin zindanê. Ji wekîl û avahiyên HDP’ê ditirsin. Ji ber vê yekê di 5’ê Sibatê de bi sedan polîsan avahiya HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê  Murat Sarisaç dorpêç kir. Destûr nedan ku wekîl dengê xwe bigîne gel û çapemenî asteng kirin. Aşkera mafê siyaseta demokratîk binpêkirin û hiquqa xwe jî avêtin ber lingan.

Lê Newroz nêzîk dibe. Kurd dê bi agirê Newrozê taritiyê ronî bikin. Piştî coşa 8’ê Adarê kurd dê bi pêşengiya jinan bi girseyî biherikin qadan û qedexeyên li pêş xwe tar û mar bikin. Kurd dê dakevin qadan û bi tilîliya jinan dengê xwe bilind bikin. Jin dê bi berxwedaniya xwe tirs û xofê belav bikin. Her ku kurd dakevin qadan û li dora agir govendê bigerînin dê zulmkar û zordest belav bibin. Her ku kurd bêtir li kolanan siyasetê bikin û dengê xwe bilind bikin, dê hêz û îktîdara wan hilweşe. Îktîdara ku hêza xwe ji tarî, şer û dîlgirtinê digire, dê di roniya Agirê Newrozê de winda bibe. Kurd dê bi geşkirina Agirê Newrozê hemû polîtîkayên wan ên şer, înkar û îmhayê di nava pêtên agir de bişewitînin. Geşkirina Agirê Newrozê dê bibe ronîkirina rastiyan. Serhildana gelan a li dora Agirê Newrozê dê bibe destpêka buhara gelên kurd, Kurdistan û Rojhilata Navîn. 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan û Newroz li hemû gelên cîhanê pîroz be.

Nûçeyên Têkildar