Navenda Nûçeyan
Jinên cîhanê bi hatina 8’ê Adarê ve li gel tevî pêkutî û tundiyên li dijî wan dimeşin carek din dadikevin kolanan û “Roja Jinên Cîhanê” pîroz dikin. Wekî her salan îsal jî di rojeva 8’ê Adarê de li dijî feraset û polîtîkayên ku nasnameya jinan tune dihesibîne geşkirina têkoşîna jinan cih digire. Bi vê 8’ê Adara 2021’an de dê di warê têkoşîna jinan de encamên çawa derbikevin mijare meraqê ye. Ev yek dê di çarçoveya polîtîkayên desthilatdar û têkoşîna jinan de bêhtir zelal bibe. Lê belê em dikarin bêjin ku li gel tevî astengî û pêkutiyan di warê têkoşînê de geşadanên ku sala borî qewimîn ji me re gelek tiştan vedibêjin.
Niha em binêrin sala borî hem di warê têkoşîna jinan de hem jî di warê êrîşên li dijî nasnameya jinan de çawa derbas bû?
Bêguman sala 2020’î wek saleke ku êrîşên li dijî nasnemaya jinan derketin asteke bilind derbasî tomara bû. Bi taybet di vê salê de kuştinên jinan û polîtîkayên desthiltadariyê yên ku jinan hedef digirin bal kişandin.
Di pêvajoya ku vîrusa koronayê tevahiya cîhanê kir nav pençeyên xwe de, di rojeva jinan de dîsa di çarçoveya polîtîkayên taybet de; tecrîd, destdirêjî, tacîz, zagona efûyê, qeyûm, kuştin û êrîşên li dijî jinan cih girtin.
Li cîhanê sala 2020’î li dijî tundî û êrîşên zilaman bi têkoşîna jinên Şîlîyê destpê kir. Jinên ku daketin qadan bi reqsa “La Tesîs” a ku tê wateye “tecawizkarekî bi rêk û pêk” di demeke kin de çalakiya xwe belavê cîhanê kirin. Bêguman bandora vê têkoşînê li Tirkiye û Kurdistanê jî hat hîskirin. Lê belê ya ku herî zêde derket pêş jî, li dijî destkeftiyên jinan tundî, kuştin û êrîşên zayendî yên ku bi destê leşker û polîsan pêk hat bû.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê êrîş û zilma li ser jinan
Jinên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi windakirina Gulistan Doku dest bi sala nû kirin. Gulistan Doku ya ku xwendekara Zanîngeha Dêrsîmê bû bi awayekî gumanbar ji aliyê hevalê wê Zeynel Abarakov û bavê Zeynel ê ku di heman demê de polîs e, di 5’ê Çileya 2020’î de hat windakirin. Ji wê demê vir ve jî tu agahî ji Gulistanê nayê girtin. Berovajî dîtîna wê, di sêrî de malbata wê, tevî jinên ku daxwaza dîtina Gulistanê dikin bi caran rastî êrîş, lêpirsîn û pêkutiyên polîsan hatin.
Li gel vê mînakê Îpek Er a ku 18 salîbû rastî tecawiza çawişê pîspor Mûsa Orhan hat, bû yek ji mînakên din ên êrîşên ku li dijî zayenda jinan tên. Di vê bûyerê de jî dîsa yên ku rastî êrîşan hatin wekî Îpek Er jin bûn. Ên ku hatin parastin jî wekî di şexsê Mûsa Orhan de feraseta êrîşkar a zilam bû.
Li navçeya Kercewsa Batmanê jî keça 15 salî rastî tecawiza polîs, leşker û zilaman hat. Bi van her du mînakan jî pergala dewletê ya ku li Kurdistanê li dijî jinan dimeşîne carek din baştir hat fêmkirin.
Dîsa li navçeya Pêrtaga Dêrsîmê 15 zarokên ku rastî destdirêjî û tecawiza zilaman hatin jî qirêjiya ku bi destê zilaman pêk tê raxist ber çavan.
Mînakeke din jî ew bû wekî windakirina Gulistan Doku bi gumanbar bû. Li navçeya Bêşebaba Şirnexê keşiş Remzî Dîrîl û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl pêşî hatin windakirin û pişt re jî Şimonî Dîrîl mirî hat dîtin. Ev yek jî bû yek ji kuştinên ku li dijî jinan pêk tên.
Dîsa endama Koma Grup Yorumê hunermend Helîn Bolek a ku li dijî tundiya ku li ser koma wan dimeşe çalakiya rojiya mirinê da destpêkirin, wek jineke têkoşer di roja 288’mîn a çalakiya xwe de jiyana xwe ji dest da. Helîn Bolek bi vê çalakiya xwe derbasî dîroka jinên têkoşer bû.
Wekî Helîn Bolekê, parêzer Ebrû Tîmtîk jî bi armanca darazeke adîl rojiya mirinê da destpêkirin û di têkoşîna xwe de jiyana xwe ji dest da.
Bêguman polîtaka yan jî êrîşên ku jin dibûn hedef, bi van mînakan neqediya. Roj hat jin bi her aliyê rastî pêkanînên feraseta serdest hatin. Wek mînak, jana ku dayika Xalîse Aksoy jiya bû mînakeke ku qet neyê jibîrkirin. Piştî ku kurê wê Egît Îpek ê ku gerîla bû şehîd bû, cenazeyê wî bi rêya kargoyê ji dayika Xalîse re hat şandin. Ew dîmenên ku derketin holê jî polîtîkayên dewletê yên li dijî nirxên mirovahiyê da der.
Her wiha di 15’ê Nîsanê de di bombebarana li dijî Wargeha Penaber a Mexmûrê û Kobanê de dewleta tirk vê carê bi rêyên leşkerî rasterast jin kirin hedefa xwe û di van êrîşan de 6 jin hatin qetilkirin.
Heman tundî û êrîş li girtigehên Tirkiye û Kurdistanê jî wek polîtîkayên dewletê meşiyan. Bi taybet bi pêvajoya koronayê ve li girtîgehan mafên ku tên binpêkirin herî zêde li dijî jinan xwe dan der. Pêkanînên tecrîdê yên ku îro di sêrî de li Girava Îmraliyê li hemû girtigehan dimeşin herî zêde jî li ser jinan rewa hat dîtin. Li gorî tepsîtên ku hatine kirin îro li girtîgehan 50 jin bi nexweşiyên giran ve bi mirinê re rû bi rû ne.
A ku di der barê girtîgehan de bû sernavka rojevê jî “lêgerîna tazî” bû. Pêkanîna “Lêgerîna Tazî” li gel tevî înkarkirina desthilatdariyê ve heya niha li dijî bi dehan jinan pêk hat. Jinên ku rastî vê pêkanînê hatin jî yek bi yek tiştêk ku jiyan anîn ziman û rûyê dewletê teşhîr kirin.
Bê guman mînakên ku nasnameya jinan hedef hatin girtin bi van bûyeran re bi sînor neman. Di sêrî de Kurdistan, li her deveran jin bûn hedefa êrîşên zayendî û tundiya zilaman.
Bi taybet di pêvajoya pandemiyê de êrîş û tundiya ku li dijî jinan pêk hat derketin asta herî jor. Em dikarin bejin ku her roj agahî yan jî nûçeyên ku jin rastî kuştin, êrîş an jî tundiyê hatin ji raya giştî re hatin parvekirin.
Li gorî tespîtên ku ji aliye Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin a Adara 2020’î 29 jin hatin qetilkirin. Bi tenê di du hefteyan de 18 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Ji van kuştinan 12 jê wan li malê qewimîn.
Êrîşa ku îro jî li dijî nasnemeya jinan dewam dike di sala borî de encamên gelek giran derxistin holê. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin,
- Di deh mehên sala 2020’î de 453 jin hatin qetilkirin
- Ji sedî 54,3’ê jinan li malên xwe hatin qetilkirin
- 50 jinên girtî yên nexweşiyên wan giran in, li girtîgehan bi mirinê rû bi rû hatine hiştin
- Di meha destpêkê ya Covid-19’ê de 29 jin hatin qetilkirin
Êrîşên li ser jinên berxwedêr, efûya tecawizkaran û zagonên qels
Nihe em berê xwe bidin ka li hemberî êrîşên li dijî nasnameya jinan di qada hiqûq, siyaset û rêvebirina pêvajoyê de çi qewimîn? Mixabin bersiva vê pirsê bi xwe re gelek encamên ku jinan hedef digirin anî.
Di destpêka sala 2020’î de Wezareta Karê Hundir li hemberî têkoşîna jinan neçar ma û danezana “Têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan” derxist. Bi vê yekê ve dihat hêvîkirin ku dawî li êrîşên li dijî jinan pêk bên. Lê encamên ku derketin holê, qelsbûna vê danezanê raxistin ber çavan.
Mînaka herî balkêş a vê yekê jî ew bû ku destilatdarî Peymana Stenbolê ya ku xwedî li mafê jinan derdikeve û tundiya li ser jinan red dike, hedef girt.
Desthilatdariya ku bi qeyûman li Kurdistanê hem pergala hevserokatiyê, hem jî xebat û destkeftiyên jinan dagir kir, bi biryar û zagonên xwe hewl da tevî rêyên têkoşîna jinan bigire. Di çarçoveya van hewldanan de Komelaya Rosa ya Jinan rastî serdegirtinê hat, Tevgera Jinên Azad bû hedef, li dijî xebatkarên van her du saziyên jinan lêpirsîn hatin destpêkirin. Bi taybetî di van hewldanan de dîlgirtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven bû geşedaneke herî balkêş. Bi girtina Leyla Guven û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî di nav de bi dehan jinên siyasetmedar ve îradeya jinan hedef hat girtin.
Li gel van mînakan, wek şêwazeke JÎTEMê jinên ku siyaseta gelê kurd dimeşînin, li bajarê Wanê ji aliye polîsan ve hatin binçavkirin û rastî gefan hatin. Endama Meclisa HDP’ê Hatîce Buşra Kuyun yek ji wan jinan bû. Her wiha endama meclisa rêveberiyên herêmî ya HDP’ê Sevîl Rojbîn Çetîn jî bi îşkenceya bi kuçikan hat binçavkirin.
Li gel van pêkanînan desthilatdariya ku îro bi feraseta serdest a zilam tevdigere, di warê hiqûqî û darazê de jî bi biryarên xwe hem dijmintiya xwe ya li dijî jinan nîşan da û hem jî ji kesên ku êrîşên zayendî pêk tîne re parazvantî kir.
“Efûya Zewacê” û “Nûkirina Zagona Înfazê” di vî warî de mînakên herî balkêş in. Bi van her du guherînên zagonî ve hem hewl dan rê li parastina tecawizkaran vekin û hem jî bi sedan girtiyên ku jin qetil kirine, li dijî jinan tundî pêk anîne, êrîşê nasnameya jinan kirine serbest berdan. “Efûya Zewacê” di encama têkoşîna jinan de vê gavê hatiye rawestandin lê belê “Efûya Înfaza Nû” piştî ku ket meriyetê bi hezaran zilamên ku sûcê wan hene carekdin tev li nava civakê bûn.
Herî dawî jî nîqaşên “zanîngeha jinan” bû mînakeke din a polîtîkayên ku desthilatdarî li dijî jinan dimeşîne. Bi biryara serokomarê AKP’î Erdoğan avakirina “Zanîngeha Jinan” ket plansaziya hikûmetê. Bi vê yekê ve desthiladariya AKP’ê carek din nêzîkatiya xwe ya zayendî ya li ku jinan hedef digire aşkera kir.
Li dijî faşizm û tundiyê berxwedana jinan
Hem êrîş û kuştin û hem jî parastina dewletê ya bi zagonan tu caran neqediyan. Lê li hemberî vê têkoşîna ku jin dimeşînin jî dewam kir û her ku diçe geş dibe.
Di çarçoveya vê têkoşînê de bi pêşengtiya HDP û TJA’yê jinên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê li Amedê civiyan û li ser mijarên girîng nîqaş bi rê ve birin. Di danezana vê komcivînê de ya ku derket pêş jî, azadiya nasnameya jinan û geşkirina têkoşînê bû.
Komcîvîna 2’emîn a Jinên Tirkiyeyê jî ya ku di meha Sibatê de pêk hat jî ji bo jinan bû xebateke girîng. Di vê komcivînê de herî zêde li ser xweparastin, azadiya jinan, kuştin û tundiya li ser jinan hat rawestandin. Her wiha li ser mafên LGBT’iyan û nîqaşên femînîzmê jî gotubêjên girîng hatin kirin.
Dîsa kampanyayên wekî “Em Xwe Diparêzin, Têkoşîna Jinan li Her Deverê Ye” jî di têkoşîna jinan de bûn xebatên herî girîng. Di çarçoveya tevî van xebat û hewldanan de jin heya niha têkoşîneke giranbûha meşandin. Rengê vê têkoşînê jî wekî her salan di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Hember Jinan a Navneteweyî û di 8’ê Adaran de bi coşa herî mezin derket holê.
Di bin siya qedexe û pêkutiyan de jinên ku di 25’ê Mijdarê û di 8’ê Adarê de daketin qadan, li gel tevî êrîşan peyama têkoşînê dan.
Di encama vê têkoşînê de bi Deklerasyona Mafên Jinan a ku di 7’ê Kanûna 2020’an de hat weşandin, 12 Tor û Platformên Jinan di qada cîhanê de bi biryareke hevpar peyama “em ê deskeftiyên jinan biparêzin, li feraseta serdest a zilam têkoşîna jinan geş bikin” dan.
Jinên ku bi destê dewletê û zilama serdest rastî tundî û pêkutiyan tên soza xwe dikin yek û bi berxwedaneke bêhempa 8’ê Adarê pêşwazî dikin û têkoşîna xwe derdixin asta herî jor.