Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

26 saliya plangeriya navdewletî ya rûreş

Divê pêşî navê vê komployê-plangeriyê were sererastkirin. Nabe bi navê “komploya navneteweyî” were pênasekirin, ev, şaş e. Ya rast: KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ye. Ji ber ku tu...

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

26 saliya plangeriya navdewletî ya rûreş

Divê pêşî navê vê komployê-plangeriyê were sererastkirin. Nabe bi navê “komploya navneteweyî” were pênasekirin, ev, şaş e. Ya rast: KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ye. Ji ber ku tu...
Pazartesi - 14 Ekim 2024

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

26 saliya plangeriya navdewletî ya rûreş

Divê pêşî navê vê komployê-plangeriyê were sererastkirin. Nabe bi navê “komploya navneteweyî” were pênasekirin, ev, şaş e. Ya rast: KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ye. Ji ber ku tu...

Gav bi gav ber bi azadiya jinan ve

Nêrgiz Ismayil | 

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyayê coş û kelecana çalakiyên 8’ê Adarê  didomin. Herêma Firatê jî ji van çalakiyan pê par nemaye. Ji bo ku em wê kelecanê parve bikin me hevpeyvînek bi Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê yadê Eyşe Efendî re pêk anîn.

Nêrgiz Ismayil: Ji 1’ê adarê ve hemû jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi pêkanîna çalakiyên 8’ê Adarê ve diçin. Hûn jî wekî malbatên şehîdan dirûşma sala 2021’ê ‘Şoreşa jinan azadiya me ye’ çawa bi watedar dikin û ruhê 8’ Adarê berê we dide kijan biryarên nû?

Eyşe Efendî: Di tevahiya cîhanê de ev têgeh nîne, diviyabû em vê rastiyê bibêjin. Tu hêzên cîhanî negotine “şoreşa jinan” tu carî li rastiya jinan weke çavkaniya “şoreşa azadiya civakê” ye ne meyzandine. Em wekî tevgera jinan ku ev bû nêzî 8 sal in di nava têkoşînekê bêhempa de ne, dirûşma ku me pê bang kir ‘Şoreşa jinan azadiya me ye’ ne hema di çarçoveya çend gotinan de dimîne, berovajî naveroka wê gelekî dagirtiye û heta vê kêliyê em dixwazin wê naverokê bi wate bikin. Her sal  em bi dirûşmeyekê azadiyê  8’ê Adarê pêşwazî dikin. Her sal vê rojê ku em weke tenê di warê sembolekî de lê meyze nakin dinêrin û hewl didin ku ji wê wateyê derbixînin û bikin warê pratîkê de ku jin bikaribe azadiya xwe bi destê bixe.

Ev dirûşma ji ku derê hatiye? Rastî ji şoreşa jinan hatiyei di şerê Kobanê de, di berxwedana Kobanê de. Wê çaxa ku DAIŞ’ê êrîşî li ser Kobanê kir, rojane Erdogan digot Kobanê ha bikeve ha bikeve, lê neket, ev dirûşma ji wê derê hatiye ku vê di şoreşa berxwedanê de jinan jî li ber xwe daye. Berxwedana Kobanê bû berxwedaneke giştî ya jinên cîhanê, tenê nebû malê jinên kobaniyan, ji ber gelek kesên biyanî, ewropî, jin, xort, keç ên dile wan li Kobanê lêdian, ji bo azadiya Kobanê lêdidan, tev li vê şoreşê bûn. Ev ji bo me nirxekî dîrokî ye. Ev dirûşme di hundirê jinên kurd û mantiqa jinên kurd de, di hêvî û fikir û ramana felsefaya Rêber Apo de çil û yek sal in hene.

Ev dirûşme ji hundirê laşeke mirî, insaneke di hundirê çalekê de, di sînorekî de dabû, di nav dîwarên tirsê dabûn ev sînora, ev çala, ew dîwarê tirsê hate hilweşandin, hate qetandin ev dirûşma ji wê derê hat. Dirûşmeya me ya niha ji ber xwe de nehat. Wê deme keçêkên ku destpêkê derdiketine serê çiyan, çek radikirin, şer dikirin û li ber xwe didin. Ev şîar ji wê deme tê.

Di salên 1980-90’î de dema keç tev li nav refên tevgerê dibin her kes digot keçik tiştên xirab dikin ango bi kesekî re reviyan e. Di bin navê eşîretê, bin navê malbatî de, di bin navê dewlet û ajanên wê de, astengî derdiketin pêşiya wan. Lê ew keçik hemû kelem derbas kirin û gihiştin vê astê.

Nêrgiz Ismayil: We jî baş anî ser ziman jinên rojavayê Kurdistanê mîna her deveran di bin wan kelepûrên zilm û zorê de jiya ne. Gelo pêşketinên ku bi sal in hatin afirandin û guhetinên ku pêk hatine çi ne?

Eyşe Efendî: Spas ji bo vê pirsê, ev pirs ji bo me gelekî girîng e, em jî her demê ji xwe dipirsin: Gelo em berê çawa dijiyan? Em îro çawa dijîn? Em ê çawa bijîn? Heta ku jin gihiştin wê heqîqetê ku li ber xwe bide, tu caran civakê wê naparêze û zihniyeta hezar salan wê azad nake, ew ji ber xwe de rabû ser xwe û bi têkoşîna bêhempa gav bi gav ber bi azadiya xwe ve meşiya. Gava em dibêjin azadiya xwe! Di wateya azadiya civakê û cîhanê de em tînin ser ziman. Yanî dema em beriya 30 salan li rewşa xwe dinêrin û rewşa niha, em gelek cudahiyan dibînin. Ji bo keçikên Kobanê çawa bûn, jinên ereb, tirkmen û ermeniyan jî çawa bûn? Ji ber herêma Firatê di nav hev de ye. Ne tenê jinên kurd, hemû jin li ku derê bû li wê derê zext bi ser de hebû. Gava em dibêjin zilm wê demê zilm netewê jinan nas nakin, tenê bila jin be, tunebûnê dest pê dike.

Ez dikarim bi navê xwe bibêjim ku li gorî berê jin gihiştiye armanca xwe. Îro dipeyive, diqîre dinivîsîne bi renge xwe, bi denge xwe, bi hunera xwe li her qadê ye. Belkî kêm û qisûr di têkoşîna wê de hebin jî di mijaran de hîn jî ne famkirin hene, hîn neqebûlkirin di alî civakê de di bin navê eşîrtî de heye lê dîsa jî gihiştiye armanca xwe. Em gihiştine armanca xwe. Ji bo wê yekê ez gelekî vê dirûşmeya me watedar dibinim. Gava em dibêjin “Bi şoreşa jinan dê jin azad bibin’ wê wextê em ê kêm û kurtiyên xwe jî derbas bikin. Em ê li ser kesayeta xwe bisekinin. Dibe ku em di rojekê de nebin bersiv ji vê dirûşmê re lê belê dê navber nekeve nav têkoşîna me. Hemû jinên cîhanê roja 8’ê Adarê bi hin çalakiyên sembolîk pîroz dikin ango bi bîr tînin lê belê 8’ê Adarê ji bo me jinên kurd dirûşmeyek e, ji bo me têkoşîneke, ji bo me bilindkirina berxwedanê ye, ji bo me jinan sozdayîneke nû ye.

Em jî wekî jinên vê şoreşê çi dibe bila bibe em ê vê şoreşê berdewam bikin û em ê bi ser bixin. Em wekî jin dê tu carî nesekinin, ji ber rojane em di bin darbestên zarokên xwe de tilîliyên serkeftinê bilind dikin. Em soza k udi her 8’ê Adarê de didin, destpêkê bidin xwe û hemû şehîdên jin ên 8’ Adarê û em ji wan re dibêjin: “Bila giyana we şad be bi hezaran jin hene ku hêvî û xweziyên we ji bo azadiyê berdewam bikin, erê canê we şewitanin lê hêviyên hemû jinên li tevahiya cîhanê nehatine şewitandin”.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar