Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Her roj 8’ê Adarê, her roj berxwedan

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wek li hemû cîhanê li Kurdistanê jî bi çoş û kelecaneke mezin tê pêşwazîkirin. Bi salan e bi vî awayî didome. Bêguman wek her salvegerê pêşwazîkirina 8’ê Adara îsal jî bi aliyên xwe yên cuda derdikeve pêş. Sedema vê jî ev e ku jin di şoreşa Kurdistanê de bi rola xwe ya berpirsiyariya nû û dîroka radibin. Ji ber vê ye ku wek di her salvegerê de, jinên Kurdistanê 8’ê Adara sala 2021’ê bi peywir û berpirsiyariyên nû pêşwazî dikin.

Dewleta TC’ê ya bi bermahiyên hêzên sermeyadar ên kurewî xwedî dibe, bi dewletên mêtinger re li ser dijminahiya li kurdan tevdigere û hêzên hevkar û xiyanetkar kiriye bin kontrola xwe û bi vî awayî şerê qirkirina kurdan dike, di sala 2020’an de têk çû. Bi vê têkçûnê ket sala 2021’ê. Tevgera me li dijî TC’a qirker; di 12’ê Îlona 2020’an dest bi pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azdiyê ye’ kir. Tevgera me bi vê pêngavê nîşan da ku ji bo sala 2021’ê amadekariyên xwe kiriye.

Li ser vê bingehê, li Kurdistanê ji her demê bêhtir bi şert û mercên nêzî azadiyê ketine sala 2021’ê. Ber bi salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya 22’yemîn ve, dewleta TC’ê ya qirker di êrîşa li dijî herêma Garê ya roja 10’ê sibatê têkçûneke mezin jiya û tarûmar bû. Ev bi serê xwe nîşaneya vê yekê ye.

Gerîlayên azadiyê li Garê serkeftineke dîrokî bi dest xist. Bi vê serkestinê mekanizmaya şerê taybet a dewleta TC’ê ya qirker ku xwe pê bi rê ve dibe, bi temamî rûxiya; bû kavileke leşkerî, siyasî û aborî. Dewleta TC’ê bi vê têkçûna xwe ya di şer de, serweriya xwe ya siyasî û psîkolojîk a li ser civakê ji dest da. Di rewş û asta heyî de tiştekî ku bike nemaye.

Di têkçûna dewleta TC’ê ya qirker de, rola hêza jinên kurd diyarker bû. Li gerîla tene ne wek YJA-Star, her wiha bi saya bi pêşengiya xwe ya li bajarên Kurdistanê, deşt, zindan, metropolan û her wiha li derveyî welêt pêk hat. Jinên Kurdistanê 8’ê Adara 2021’ê bi rastiyeke bi vî awayî pêşwazî dikin. Bi vî awayî, li tevahiya cîhanê hêz û îlham daye azadiya jinan û têkoşîna rizgariyê. Ev tenê ne ji aliyê jinên cîhanê ve her wiha ji aliyê hemû mirovahiyê ve tê qebûlkirin.

Şoreja Rojava ku şoreşa jinan e, tenê ne ji bo jinan ji bo tevahiya mirovahiyê bûye model. Ev modela pêk hatiye, wek nirxekê divê bê parastin, tê qebûlkirin. Çawa ku Tevgerên Ciwanên Şoreşger ên Cîhanê yên 1968’an dirûşma ‘…Yek, Du, Sê Bêhtir Vîetnam,…’ derxist, niha divê ji bo Rojava ‘Yek, Du, Sê Bêhtir Rojava’ bê gotin. Divê ev bê berfirehkirin û bibe hedefa hevpar. Pêşeng û sembola vê şoreşê jî jin e.

Ev rastiya ku di Şoreşa Rojava de şênber-berbiçav bûye, di rastiya xwe de tê wateya ku cewhera Şoreşa Kurdistanê derbasî tevahiya mirovahiyê tê kirin. Ev şoreş, têkoşîn û berxwedana jinên li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê, çiya, zindan û her wiha jinên li derveyî welêt pênase dike.

Jinên Kurdistanê 8’ê Adara 2021’ê bi vê rastiyê pêşwazî dikin. Her wiha ew bûne hêzeke wisa ku hêzên sermayader ên kurewî, dewletên serwer ên mêtinger, xiyanetkar û hevkarê wan û hwd. herî zêde ji wan ditirsin. Ji ber vê rastiyê ye ku her tim dibin hedefa êrîşên wan. Dewleta TC’ê ya qirker di vê mijarê de li xwe mikur tê. Di encama vê rastiyê de, li Bakur, Başûr û Rojava pêşengiya jinan kirin hedefa xwe, qetlîam kirin û hewl dan ku jinan bikin bin esaretê. Ev hê jî berdawam in û her diçe zêdetir dikin. Li cîhana ku mêr lê serwer in, her mal bûye mala qetlîam û cînayetê. Her sazî bi peywira qirkirina jinan tevdigere.

Jinên Kurdistanê diyar kirin ku wê 8’ê Adara sala 2021’ê têkoşîna li hemberî hemû êrîşan bilind bikin. Jinên Kurdisatanê ku li ser rehên xwe heyî bûne, çawa ku gelek caran ispat kirine, wê vê carê jî van hemû êrîşên dewleta TC’ê ya qirker û hevkarên wê pûç bike. Di her şert û mercan de, her roja salê wek 8’ê Adarê dijîn û bi meşa li ser şopa şehîdan; Sakîne, Bêrîvan, Bêrîtan, Zîlan, Sema, Sêvê, Pakîze, Fatma, Asya û Leylayan dadikeve meydanan, li çiya, çeper û zindanan, ji niha ve serkeftina xwe ragihandiye.

Silav li têkoşîna azadiyê ya jinan ku 8’ê Adarê û her rojê dikin şoreş, li ser şopa şehîdan dimeşin û her derê veguherandine çeperên berxwedanê!

Nûçeyên Têkildar