Gava mîrov qala azadiya jinan dike, gelek kes van gotinan pir hêsan digire dest. Di hemû cîhanê de di nav rojan de bi sedan jin tên kuştin. Di nav salan de ev hejmar xwe digihîne milyonan. Mirov dikare behsa jenosîdekî li ser bedena jinan bike. Ev herdem û her wext diqewime. Ji bo jenosîdê mirov dikare pir tiştan bîne ziman. Di destpêka sedsala 19’an de qetlîama li hember Filleha bi destên osmaniyan hat kirin hîn jî di rojeva hemû cîhanê de ye. Her wiha qetlîama almanan li ser cîhûyan kir hîn jî tê ziman. Jenosîda rojane li ser bedena jinan tê kirin weke normal be, pir hêsan tê destgirtin.
Sedemên kuştina jinan faşîzma desthilatdariya mêran a îdeolojîk e. Ev îdeolojiya veşartî di mejûyê desthilatdaran de pêş dikeve û xwe li ser bedena jinan dide der. Ji ber vê yekê mêr xwe li hember jinan mafdar dibîne û bi vî awayê kuştinên jinan normalîze dike. Mêrên xwe demokrat didin nîşandan wek gulekî li ber lûla tifingê amade ne, ji bo di bedena jinan de biteqin. Di serî de divê mêr xwe ji vê gûlê azad bikin. Heya mêr xwe ji vê gûla wek mafdar dibîne, xilas neke, wê têkoşîna me jinan jî li hemberî wan bidome û her biçe mezin bibe.
Di nav jiyanê de mirov dikare ji her bûyerê mînakak derîne. Ezmûnên herî zor tecrîbê me ne. Vernon Sanders Law dibêje: “tecrube, mamosteyek pir zalim e; ew pêşî te dike ezmûnê, paşê dersê dide te.” Ango jiyan bi tecrubeyan me dide hînkirin. Hin kes ji ezmûnên xwe fêr dibin. Ji ber ku ew awayê çêtirîn ê ku mirov fêr bibe, bi kirin, jiyanê fêr bûn! Perwerdekarên çêtirîn vê dizanin. Lê hinek ji wan cûda ne, ew tu carî ji ezmûnên xwe fêr nabin. Ji bo wan, jiyan vediguhere çerxek xerab a ku her gav heman xeletî têne kirin!
Ji kêliya ku mirov ji dayik dibe, her tevgera ku ew pêk tîne jiyana xwe teşe dike. Girîna ku, gava mirov ji malzarokê derdikeve çalakiya yekem a şexsî ye, nîşanek e ku ew niha ji hemû kirinên ku dike û dê bike bi vîna xwe berpirsiyar e.
Hemû bûyerên, baş an xirab, ên ku di jiyanê de bi me re rû didin, encama çalakiyên me bi xwe ne. Her kes dixwaze vê dema heye çêtirîn bikar bîne, lê mixabin ev daxwaz tenê wekî daxwazek dimîne. Bûyerên bêbext ên ku bi me re têne, dibe ku me ji rastiya baş, bikar anîna demê dûr bixin, lê em ji bîr nekin ku ev xwesteka me ye ku dibe sedema bûyerên bêbext jî bi biryara me dibe.
Ji bo wê yekê dibê hewldanên me yên ji bo azadiya jinan, azadiya civakê, azadiya axa me bê navber bidomin. Ne tenê di rojên girîng de, dibê herdem em li dû rastiya xwe bin. Azadî bê berdelan nayê bidestxistin. Vê yekê herî zêde kurd dizanin. Gelê kurd, dayikên kurd, jinên kurd gelek bedel dane û hin jî didin.
Du roj beriya hevalekî min behsa dayikek pîr a ji Sêrtê dikir û digot dema me di hevditinê de digot: „em pêşeroja azad dixwazin“, dayikê got:,,Ez azadiyê niha dixwazim!“
Ev jî nîşanê me dide ku jin, êdî tehemûla wan nemaye. Jin azadiyê îro dixwazin, hîn li jiyanê ne dixwazin azad bijîn.
Desthilatdariya AKP û MHP’ê xwe li ser şer, dagirkirin û kuştinên jinan xwedî dike. Ji ber nepêkaniya zagonên wek Peymana Stenbolê ji destpêka sala 2021‘an heya wan kêliyan gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, 67 jin hatine kuştin. Jin ji hêla xizmên xwe ve an jî ji hêla yên wan nas dikin ve tên qetilkirin.
Jina bi navê Hanim Pinarli ya ku 92 salî ji hêla cîranê xwe ve hat tecawizkirin û dûvre xeniqandin. Hikûmeta AKP û MHP’ê zagonan gorî berjewendiyê xwe pêk tînin.
Ji ber vê yekê sedem çi nîşan didin bila bidin, em dizanin ku jin ji ber zayenda xwe, ango ji ber ku ‚Jine‘ e tê qetilkirin. Ji ber vê yekê dibê jin bi rêxistinkirî tevbigerin da ku bikaribin xwe li hemberî pergala mêr/dewlet, li hemberî jenosîdê biparêzin.
Jin tenê maf naxwazin. Jin dixwazin êdî ev pergal bê guhertin. Ev jî bi xurtkirina xalên hevpar ên tevgêrên jinan çêdibin. Alternatîfên bi hevrekarkirin û xwe bi hêzkirin, biguherineke gerdûnî pêk tê.
Jinên êdî bêhna azadiyê girtine, heya rojên azad nebînin dê têkoşîna xwe bidomînin.