Platforma Zimanê Kurdî û Tevna Çand û Zimanê Kurdî, di 22’yê sibatê de ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê kampanyayeke îmzeyan dabû destpêkirin. Heya niha bi hezaran îmze hatine berhevkirin. Ê kampanya heya 15’ê Gulanê dewam bike û paşê dê îmze ji saziyên têkildare bên şandin.
Nivîskar, lêkolîner û weşangeran ji bo kampanyaya navbirî bang kirin.
Pêşniyarî
Nivîskar-weşanger Qaahir Bateyî destnîşan kir ku kampanya divê tenê ne li ser îneternetê be, ji bo vê divê derî bi derî bên komkirin û wiha got: “Ziman, tekane mifteya deriyên miftekirî ye. Tişta ku niha siyaseta welêt xitimandiye, polîtîkayên derbarên zimên de ne. Heger meseleya zimên bê çareserkirin û kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî, yê di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de jî merhaleyek mezin be. Lê heger înkarkirina kurdî bidome, yê bi vê re gelê kurd jî bê înkarkirin.”
Bateyî anî ziman ku kurd bi salan e ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe têdikoşin û ji bo vê bedêlên giran dane. Bateyî bang li partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sazî û dezgehan kir ku piştgiriya kampanyayê bikin û ev tişt anî ziman: “Divê kampanya bigihêje armanca xwe. Heger hejmara ku hatiye diyarkirin bi dest nekeve, dibe ku dewlet vê yekê ji xwe re bike malzeme. Kurd, divê xwedî li zimanê xwe derkevin û vê kampanyayê mezintir bikin. Divê em ji bîr nekin ku her îmzeyeke, xwedîderketina li çand, bîr û dîroka xwe ye.”
Divê gel piştgiriyê bide
Lêkolîner-nivîskar Îkram Îşler jî bal kişand ser girîngiya kampanyayê û wiha got: “Tenê ne kurd, divê neteweyên din jî piştgiriya vê kampanyayê bikin. Divê em bi vê kampanyayê doza zimanê xwe bikin.”
Îşler destnîşan kir ku divê ji xeynî kampanyayê jî xebat bên kirin û bal kişand ser rol ûr ista siyasetmedarên kurd a di vî warî de. Îşler diyar kir ku divê siyasetmedar jî xebatên xwe bi kurdî bikin û got dê bi vê kampanyayê re tecrîda li ser ziman bê şikandin.
Ziman û nasname
Lêkolîner Îbrahîm Sûngûr jî destnîşan kir ku kurd dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin û wiha got: “Ziman, nasnameya gelan e. Niha zimanê kurdî bi awayekî fiîlî tê tecrîdkirin. Ji bo ziman bijî û hebûna xwe bidomîne çend xisûs hene; aborî û perwerdehî.”
Her wiha Sûngûr, diyar kir ku divê her kes li bazaran, li malê, li kuçe û kolanan, di bazirganiyê û siyasetê de bi kurdî biaxive û ji destê kê çi tê divê bike. WAN