Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

26 saliya plangeriya navdewletî ya rûreş

Divê pêşî navê vê komployê-plangeriyê were sererastkirin. Nabe bi navê “komploya navneteweyî” were pênasekirin, ev, şaş e. Ya rast: KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ye. Ji ber ku tu...

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

26 saliya plangeriya navdewletî ya rûreş

Divê pêşî navê vê komployê-plangeriyê were sererastkirin. Nabe bi navê “komploya navneteweyî” were pênasekirin, ev, şaş e. Ya rast: KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ye. Ji ber ku tu...
Pazartesi - 14 Ekim 2024

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

26 saliya plangeriya navdewletî ya rûreş

Divê pêşî navê vê komployê-plangeriyê were sererastkirin. Nabe bi navê “komploya navneteweyî” were pênasekirin, ev, şaş e. Ya rast: KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ye. Ji ber ku tu...

Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Kurdistanê

Di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê bi deh hezaran jin li Helebçe, Şengal, Koyê, Çemçemal, Kelar, Qendil, Mexmûr, Reqa, Qamişlo, Heleb, Girkêlegê, Tiltemir, Girê Spî Dêrik, Heseke, Şehba, Amed, Wan, Êlih û gelek navendên din daketin qadan û bi reng û dengê xwe 8’ê Adarê pîroz kirin

Navenda Nûçeyan |

Jin bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li çar perçeyên Kurdistanê daketin qadan û 8’ê Adarê pîroz kirin.

Bi boneya 8’ê Adarê jinan li ber derê zanîngeha Helebceyê, şitlên daran çandin. Jinan diyar kir ku kesên tundûtujiyê dikin tên berdan, ji ber wê jî tundûtujî zêde dibe. Bi vê boneyê endamên jin ên Rêxistina Nû ya ji bo Parastina Jîngeh û Mafê Jinan, li ber derê zanîngeha Helebceyê şitlên daran çandin. Jinan beriya dar çandinê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Tundûtujiya hemberî jinan û binpêkirinên aşkera yê mafê mirovan zêde bûye. Bi awayek aşkera tundûtujî tê kirin, ji ber ku ceza nadin kesên sûcdar, tundûtujiya ser jinan jî zêde dibe.”

Şengal

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi sedan jinên Şengalê berê xwe dan Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê ku pîrozbahî lê tê lidarxistin. Şahiya ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve tê organîzekirin, saet di 13.00’an de li ketina Geliyê Kersê heta cihê pîrozbahiyê bi meşekê destpê kir. Piştî meşa ku bênavber dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” hat berzkirin, bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dom kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê sazî û rêxistinên jinan daxuyanî hatine xwendin û peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn. Piştî peyam û axaftinan wê koma Hêviyên Jinên Şengalê, Koma Şano, Koma Govendê û komên cuda derkevin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş bikin.

Koyê

Bi boneya 8’ê Adarê beşa Fakûlteya Zanistî ya Civakî ya Zanîngeha Koyeyê, bi Desteya Bilind a Kar û Barê Xaniman û Yekitiya Jinan a Kurdistanê re, derbarê yasayên taybet ên derbarê jinan de panelek pêşkêşkir. Destpêkê serokê Zanîngeha Koyeyê Dr. Welîd Mehmud axivî û behsa rola jinan a di xebat û têkoşînê de kir û wiha got: “Xebata jinên rojavayê Kurdistan a li hemberî çeteyên DAIŞ, bûye sembola parastinê. Şehîdan vê xebat û têkoşînê ji bo ku jin bibin xwedî maf kirin.”

Dr. Seyfedîn Mihemed jî axivî û behsa astengên li ber yasayên Herêma Kurdistanê kir. Seyfedîn da zanîn ku heya radeyek yasa girîngî daye jinan, lê pirsgirêk bicihkirine. Endama Yekitiya Jinên Herêma Kurdistanê Fênik Şefîq jî li ser armanca panelê ji axivî û diyar kir ku divê yasayên taybet girêdayî jinan, werin sererastkirin.

Endama Desteya Bilind a Kar û Barê Xaniman Dilxwaz Ebdula jî ev tişt anî ziman: “Komek sedem hene ku jin nekaribin weke pêwîst di saziyan de bibin xwedî biryar û rêveberiyê bikin. Sedema herî sereke jî, çanda civakê û zilamsalariye. Sîstema siyasî jî sedemek din a paşguhxistina jinan e.”

Çemçemal

Li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, bi boneya 8’ê Adarê û rizgarkirina Çemçemal a ji rejîma Baasê, ji aliyê Rêveberiya Huner û Rewşenbîrî ya Çemçemalê ve şahiyek hate lidarxistin. Di merasîmê de tevî serokê Desteya Walitiya Silêmaniyê û berpirsên herêma Çemçemal, gelek welatî jî amade bûn. Her wiha pêşangehek şêwekarî jî hate vekirin. Hunermend Aware Kerkûkî ku tev li pîrozbahiyê bû, 8’ê Adarê li hemû jinên kurd pîroz kir. Hunermend Hikmet Hindê jî got ku jinên kurd weke zilamên kurd, tev li xebatê bûne û îro jin li Kurdistanê mamosta, endezyar in û divê rêz li jinan were girtin.

Kelar

Li navçeya Kelar a girêdayî Germiyanê, Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna dijî Tundûtujiya dijî Jinan a li Germiyanê, bi boneya 8’ê Adarê panelek saz kir. Berpirsa Sentera Pane, Viyan Sabir di panelê de axivî û destpêkê behsa tundûtujiya ser jinan kir û wiha got: “Sedema tundûtujiya li ser jinan, zewaca bi zorê, destdirêjiya derûnî û êrîşên zayendî ne. Ev sedema metirsiyên mezin in ji bo jinan.”

Mamosta Kerîm Medhet jî di panelê de axivî û da zanîn ku tundûtujiya di malbatê de, dibe sedem ku ji derve jî tundûtujî dewam bike. Li gorî Kerîm di malbatê de tundûtujî ji bapîr, bav û derbasî kuran dibe û vê jî weke çavlêkirinê pênase kir û wiha domand : “Yên berê çikiribûn, ciwanên vê serdemê jî heman tişt dikin. Ev jî dibe sedema zêdebûna tundûtujiyê. Zarok di malê de li bavê xwe temaşe dike, bav çawa danûstandinê bike, zarok jî dema pêş heman tişt dike. Em dibînin mamosta çawa cûdahiyê dixe nava keç û xortan. Zêdetir alîgirên zilam in, ev jî dibe sedem ku cûdakarî derkeve holê. Perwerdekirina ne tendurist yek ji sedemên din ên zêdebûna tundûtujiyê ye.”

Di heman panelê de Dr. İdrîs Mihemed jî nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkê, erkek mezin dikeve ser ragihandinê. Ji bo vê pêwîst e bernameyên taybet û sîstemek taybet di televîzyonan de hebe. Mamostayên olî jî dikarin bi rêya peyamên xwe civakê hişyar bikin û metirsiya ser zêdebûna tundûtujiyê belav bikin. Divê rêxistinên jinan û aliyên siyasî jî peyamên hişyariyê belav bikin.”

Qendîl

Li Binarê Qendîlê 8’ê Adarê bi pîrozbahiyek girseyî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de 8’ê Adarê li tevayî jinan hate pîrozkirin, peyamên KJK, RJAK û Tevgera Azadî hatin xwendin. Hate gotin ku dê jin bi berxwedana xwe sedsala 21’an bikin sedsala jinan. Piştî saetên nîvro li Binarê Qendîlê bi amadebûna bi sedan jinên deverê 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Li cihê pîrozbahiyê alên PKK, KCK û wêneyên şehîdan hatibûn hildan, her wiha pankarta “Şoreşa Başûr şoreşa jinan e” hatin vekirin.

Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştre li ser navê Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK), Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Azadî peyam hatin dayîn.  Di peyaman de 8’ê Adarê li tevayî jinên cîhanê û jinên kurd hate pîrozkirin û wiha hat gotin: “8’ê Adarê li Rêber Apo ku hevrêyê dilsoz ê doza jinan e pîroz dikin. Ew take rêbere ku jinan ji koletiyê rizgarkiriye û kiriye xwediyê fikir û ramanê. Em di kesayeta Leyla Guven de tevayî jinên girtî yên di jêr sîstema faşîzma tirk de li ber xwe didin silav dikin, her wiha di kesayeta Zeyneb Celaliyan de tevayî jinên di girtîgehên rejima Îranê de têdikoşin, silav dikin û cejna berxwedaniyê li wan pîroz dikin.”

Di peyaman de daxwaz hat kirin ku jinên kurd têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeriyê û hişmendiya zilamsalariyê hîn xûrtir bike û bigihîne serkeftinê. Hate diyarkirin wê jin bi berxwedana xwe sedsala 21’an bikin sedsala jinan û jin xwe hîn zêdetir şiyarkin, zanatir bikin û xwe birêxistin bikin.

Piştî peyaman Gruba govendê ya Destîna Qendîl, Koma Şanoyê ya Kelarê, Hunermend Tara Resûl derketin ser dikê, bi huner û stranên xwe coş dan pîrozbahiyê.

ANF Images

Mexmûr

Li Navenda Çand û Hûner a Mexmûr a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi kombûna jin, xwendekar û xelkê Mexmûrê re 8’ê Adarê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdê şoreş û azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok axivî. Tok di serî de 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê pîroz kir û wiha got: “Roja 8’ê Adarê rojek a têkoşînê ye û rojek herî binirx e ji bo me. Îro pêwîst e em xwedî li keda jinan derbikevin. Tevgera Azadiyê Tevgera jinan e. Em ê heta dawî li kêleka tevgerê li ber xwe bidin. Em weke jin minetdarê Rêber Apo ne.”

Tok diyar kir ku tecrîdek giran li ser Ocalan heye û ev tişt anî ziman: “Her wiha tecrîdek girankirî li ser Rêberê me jî heye. Ji ber ku xwediyê kedê Rêber Apo ye, niha êrîşên herî mezin li ser tê meşandin. Ji bo azadiya Rêber Apo erka herî mezin li ser milê jinan e. Pêwîst e jin li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîna heyî hîn mezintir bikin.”

Piştî axaftina Fadîle Tok bernameya pîrozbahiyê bi koma muzîkê ya Kevana Zêrîn, koma dayikên dengbêj ên herêma Colemêrgê, hunermendê ji Başûr hatî Berhem Şemamî, şano, koma muzîkê ya Weqfa Jin, Koma Govendê ya Kevana Zêrîn berdewam kir. Meclisa Îştar di dawiya şahiyê de ji bo Hunermend Berhem Şemamî û çalakvanên gireva birçîbûnê diyarî dan.

Çalakî bi gerandina govendê dawî bû.

Girkê Legê

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê yên girêdayî kantona Qamişloyê li Seyrangeha Sîpan a li rojhilatê navçeya Girkê Legê kom bûn. Şênî û endamên saziyên civaka sivîl tev li şahiyê bûn ku bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye” çalakî kirin.

Di şahiyê de endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Zelfe Badro axivî û ev roj li tevahiya jinan û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir. Zelfe rola jinan di civakî de li rex azarên wê di bin siyasetên zordestan de ku dixwazin wan ji civakê qut bikin û di malê de bihêlin, bi bîr xist û got: “Jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rizgar bûn û dê bi azadkirina Rêber Abdullah Ocalan şadiya me temam bibe.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Şehînaz Ebdo di şahiyê de axivî û diyar kir ku DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî, bi fînansekirina dewleta tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, fikirê neteweya demokratîk û jinan dikin hedef û ev tişt anî ziman: “Bi rêya hedefgirtina jinan bi taybet jinên ereb, dixwazin xof û fîtneyê di nava herêmê de biçînin û jinên ereb neçar bikin ku ji Rêveberiya Xweser dûr bikevin.”

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rozelîn Azadî jî axivî û destnîşan kir ku jin bingeha destkeftiyên şoreşê ne, ji ber ku banga mafên gelan dikin. Rozelîn soza mezinkirinê têkoşînê da û diyar kir ku YPJ parêzvana welat û jinan e. Piştre Koma Êlêna ya Navenda Çand û Hunerê û koma govendê ya girêdayî Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan berhemên xwe yên hunerî pêşandan.

Til Temir

Bi sedan jinên navçeyên Til Temir û Zirganê yên rastî êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê tên, li qada Meclisa Malbatên Şehîdan  a Til Temirê 8’ê Adarê pîroz kirin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre bi navê Kongreya Star Zeyneb Murad axivî û 8’ê Adarê li tevahî jinan, têkoşer, şehîdên azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz û da zanî ku ew bi ruhê 8’ê Adarê û li ser rêça têkoşeran dê asta têkoşînê bilind bikin û wiha got: “Dîrok şahidê sûcên li dijî jinan e, îro em dibînin ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin vîna jinên azad bi rêya girtinên bêserûber û sûcan bişikînin.”

Zeyneb Murad îşaret bi serdana Nesir El-Herîrî ji başûrê Kurdistanê re kir û wiha domand: “Komployên mezin li dijî me û gelê me pêk tên û hene. Komploya vê dawiyê jî pêşwazîkirina başûrê Kurdistanê ji serokê Itîlafê Nesir El-Herîrî re ye, lê belê em piştrast dikin ku em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember tevahî komployan bisekinin.”

Ji fermandarên YPJ’ê Sosin Efrînê 8’ê Adarê li jinên cîhanê û têkoşeran pîroz kir û wiha got: “Hîn jî dirûşma me li dar e, em li vir in û azadiya me, aştî, hezkirin û yasmîn jî li vir e. Em YPJ’ê, ji destpêka şoreşê de heta niha me soz û sond daye û dîsa jî soza xwe nû dikin ku em ê ji gel û jinan re bibin mertal. Neşaneya vê yekê jî berxwedana têkoşer û qehremanên ku di eniyên şer de ne, ji kurd, ereb, suryan, asûr, ermen û têkoşerên enturnasyonalîst ên ji tevahî dewletên cîhanê.”

Sosin Efrîn li dawiyê soza xwe ya rizgarkirina xaka zeytûnê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nû kir.

Şahî bi pêşkêşkirina koma mûzikê û koma stranan a hunerên xwe û gerandina dîlanê bi dawî bû.

Heleb

Li bajarê Helebê şahiya 8`ê Adarê li herêma Şiqeyif li bakurê taxa Şêx Meqsûd bi tevlêbûna bi hezaran jin û şêniyên bajêr li dar ket. Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveber a Kongreya Star a kantona Şehbayê Newroz Efrîn axivî û behsa berxwedana ku jinên li Bakurê Kurdistanê nîşan didin kir û piştrast kir ku azadiya wan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye ku bi fikir û felsefeya xwe rê li pêşiya şoreşa jinên azad vekir û wiha domand: “Divê tevahiya jinên li cîhanê bibin yek û bi rêya fikirekî li ser bingeha temambûna bi aliyê din  re rizgar bibin. Em soz didin ku dê li hemberî faşîsta li cîhanê bi ser kevin.”

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Umer jî axivî û ev tişt anî ziman: “Ev roj ji bo zindîkirina têkoşîn û berxwedana jinan de ye ji bo pêşxistina şert û mercên jiyanê û bi destxistina mafên xwe yên jiyana bi rûmet e ku ji bo wê xwepêşendanan li dijî zordestiyê û zulmê li tevahiya cîhanê li dar dixin.”

Emîne îşaret bi têkoşîna jinên Sûriyeyê kir û diyar kir ku li Sûriyeyê jin ji ber şer, hat kuştin, rastî tecawîzê hat û ji mafên xwe bêpar man, ji lew re banga mezinkirina têkoşînê ji bo parastina jinên Sûriyeyê kir.

Di şahiyê de endama rêveber a Kongreya Star Amine Xidir axivî û wiha got: “Edalet, rûmet û domandina jiyanê ji cewherên jinan e û ne gengaz e jin bê van cewheran bi azadî bijî.”

Amine da xuyakirin ku dozên nakok ên li cîhanê bê çareserkirina doza jinan ne pêkan e çareser bibin. Şahî bi pêşendana çalakiyên hunerî ji aliyê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê û Kongreya Star û gerndina govendê ve dawî bû.

Amûdê

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre endama Kongreya Star Minewer Xalid axivî, 8’Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz kir û wiha got:  “Em 8’ê Adarê li rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan pîroz dikin ku ne ji keda wî baya jin nedigihiştin vê merheleyê û li tevahî jinên pêşeng ên ku toza koletiyê li ser xwe rakirin û serî ji zilma pergalên desthilatdar re netewand pîroz dikin.”

Ji şervana YPJ’ê Zîlan Orkêş peyama fermandariya Giştî ya YPJ’ê ya bi boneya 8’ê Adarê xwend. Piştre, Koma Jinên Ciwan a Navenda Hûrî ya Çand û Hunera Amûdê, Koma Şehîd Mizgîn, Koma Agirî, Koma Şehîd Dîlan a dîlanên foklorî, Koma Jineolojî ya Jinên Enternasyonalîst, Koma Şehîd Zîlan a navenda Çand û Hunera Dirbêsiyê û helbestvan Ferhad Merdê berhemên xwe pêşkêşkirin.

Qamişlo

Li bajarê Qamişloyê, pîrozbahiya 8’ê Adarê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Kongreya Star Mencê Heyder axivî, 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, jinên li eniyên şer ên berxwedana û jinên têkoşer ên di girtîgehan de pîroz kir. Mencê soza xurtkirina têkoşînê, da.

Piştre bi navê YPJ’ê fermandar Roj Devrim jî axivî, 8’ê Adarê li jinên têkoşîn ên ji bo azadî, aştî, ewlehî û edaletê pîroz kir û wiha domand: “Serdemên serhildanên jinan ên li dijî zihniyeta baviksalarî û destûr û qanûnên wê li pey hev derbas dibin, jin banga guhertinê dike ku dê ji cîhanê re hevsengî û wekhevî û aştî li şûna wêranbûnê ava bike. Jinan gul û nan hilgirtin, ku nîşaneya mafê jiyaneke bi rûmet bêyî cûdabûn e.”

Piştre Koma Sakîne, Koma Pala, Koma Botan, Koma Kulîlkên Rojava yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê stran pêşkêş kirin.

Dêrik

Di pîrozbahiya li Dêrikê de, endama rêveber a Kongreya Star Wesfa Murad axivî û diyar kir ku têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî jinên cîhanê re îsbat kir ku jinan ala fedekariyê hilgirtiye û di her qadan de, leşkerî, siyasî û qadên din de, hêza xwe îsbat kir.

Endama Rêveber a Kongreya Star a Dêrikê Şadiya El-Yûsif axivî û da zanîn ku jinan di roja xwe de tabloyeke bi rengên xwe yên xweş xêz kirin ku xweda zelalbûn û bedewbûna wê parast ji ber ku jin jiyan e.

Berpirsa Peymangeha zimanê suryanî Olaf Tao Rîm Îsrîal Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: “Berdêlên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînak. Ji ber ku jinên herêmê efsanên lehengî û fedayetiyê raber kirine.”

Piştre ji fermandarên YPJ’ê Xada Dêrik nameya YPJ’ê ya bi boneya 8’ê Adarê xwend.

Piştî axaftinan Koma Cûdî ya navenda Çand û Hunera Dêrikê, Koma Herêma Koçerat, Koma Kampa Newroz, Koma Înana a Suryanî û Koma Kevana Zêrîn li kantona Şehbayê stranên şoreşgerî û foklorî gotin.

Tirbespiyê û Til Hemîs

Di şahiya li Tirbespiyê de enadma rêveber a Kongreya Star Klara Odesa bal kişand ser beşdarbûna tevahî pêkahteyên herêmê di pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanê bi hev re kir û got: “Dîrok wê bi destê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were nivîsandin, ji ber ku bi têkoşîn û şoreşa xwe ji cîhanê re bûne sembol.”

Endama Fermandariya YPJ’ê Berfîn Hesen axivî û diyar kir ku YPJ’ê ji bo parastina welat û mafên jinan hatiye avakirin û diyar kir ku bi destekdayîna jinan ji YPJ’ê re ev yekîne bûye sembola berxwedana li cîhanê.

Endama rêber a Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Coza Hasûd diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin dikarî bibin rêvebera civakê, fermandarên eniyên leşkerî, ev hemû bi saya fikir û felsfeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Piştre koma Lorîn a dîlanên erebî ya Til Koçerê, Koma Stêra Zêrîn a Qamişloyê, Koma Çiya ya dîlanan a Til Hemîsê û hunermend Necla Elî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Şehîd Sakîne ya Şano ya Til Hemîsê şanoyek li ser tundiya li ser jinan û desthilata baviksalarî ya li ser jinan pêşkêş kir.

Hesekê

Di pîrozbahiya  Roja Jinan a Cîhanê ya li bajarê Hesekê de koma Girê Stêrk, koma Şehîd Arjîn û koma Jinên Ciwan hunerên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi şanoyekê ji aliyê koma Tolhildan a girêdayî navenda Xabûr a Çand û Hunerê bi dawî bû.

Dirbêsiyê

Şahiya li navçeya Dirbêsiyê bi stranên foklorîk ên Koma Zîlan, govendên foklorîk ên koma jinan û gerandina xelekên dîlanan ji aliyê jinan ve bi dawî bû

Şehba

Li Şehbayê pîrozbahiya 8’ê Adarê ji Tevgera Kevana Zêrîn a girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê ve li gundê Elûşê yê girêdayî navçeya Ehdasê hate lidarxistin. Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê bi kurd, ereb û tirkmenan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dike û qada şahiyê bi alên Yekitiya Jinên Azad, Tevgera Kevana Zêrîn, Kongreya Star û wêneyên şehîd Îlan Kobanê hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê destpê kir,  piştre Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîda Ebdo û Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê Werda Şêxo axivîn. Axîveran Roja Jinan a Cîhanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû jinan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dayik û hevjînên şehîdan pîroz kir. Kesên axivîn diyar kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rizgarkirina jinan ji zilmê de ku ji beriya sedê salan pê re rû bi rû dima, xwedî roleke mezin e. Di dawiyê de kesên axivîn soza şopandina fikir û felsefeya Ocalan heta rizgarkirina hemû jinên cîhanê û rizgarkirina herêmên ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, da. Piştre beşdaran guh dan dengê  Ocalan ê der barê rola jinan di rêvebirina civakê de.

Piştî wê çalakî bi gerandina govendan û şanoyên têkildarî girîngiya rizgarkirina jinan ji hişmendiya mêran berdewam kir.

Reqa

Li Reqayê çalakiya 8`ê Adarê ku li Firqet 17 a li bakurê bajarê Reqayê li dar ketibû, bi stranên cuda bi dawî bû. Koma Weter a Çand û Hunera Reqayê hunermenda bi navê Sîdra Mihemed bi zimanê Tirkumanî û Hediyat Ismet bi zimanê Kurdî, Yasmîn El-Esker bi zimanê erebî stranên gelerî û berxwedana têkoşeran pêşkêş kirin. Koma Nesaim El-Firat jî ya Dêra Zorê govendên foklorîk pêşkêş kir, Koma Reqayê ya Hunerên Gelerî govendeke kurdî pêşkêş kir û zarokên Dêrazorê jî komeke helbest xwendin. Ji bajarê Minbic û Reqayê jî jinênên ciwan berhemeke “Taekwondo ” pêşkêş kir. Di şahiyê de bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Rêveberiya Jinan a Reqayê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Yekitiya Jinên Ciwan hatin xetatkirin.

Amed-Wan

Li Amed, Wan û Êlihê jî bi hezaran jin daketin qadan û 8’ê Adarê bi mîtîngan pîroz kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar