Navenda Nûçeyan |
Zanyar hemû hemfikirin ku li cîhanê jiyan, zû yan jî dereng wê rojekê biqede. Lê ji bo dema vê qedandinê bersivên cuda tên dayîn. Zanyarên japon û amerîkî têkildarî mijarê lêkolînek kirin ku encamên wê li kovara Natûre Geoscîence hate weşandin. Di lêkolînê de hate îdîakirin ku wê piştî milyarek salî dawî li jiyana li cîhanê bê.
Di lêkolînê de hate ragihandin ku ji ber bidawîbûna oksîjenê ku niha yek ji pênc parên atmosferê ji oksîjenê pêk tê, wê jiyan bi dawî bibe.
Ji bo çêbûna oksîjenê, fotosentez divê, lewma tê texmînkirin ku ji ber nebûna fotosentezê dibe ku oksîjen biqede. Fotosentez li nava nebatên ku pelên wan kesk e, weke afirandina xwarina organîk tê zanîn. Li ser pelên kesk klorofîl heye. Nebatên ku bi rêk û pêk avê vedixwin û enerjiya rojê werdigirin, bi rêya klorofîlan, bi rêya vê enerjiyê karbondîoksîtê û avê vediguherînin şekirê ji rêzê û oksîjenê.
Ya ku bibe sedema tunebûna fotosentezê jî ew e; bi ‘extiyarbûna’ Rojê re tîna rojê wî hîn bêhtir li cîhanê bikeve û bûyerên piştî wê bikevin wê bibe sedema tunebûna fotosentezê. Bi zêdebûna enerjiya rojê re wê rêjeya karbondîoksîtê ya li nava tehtên mîna granît û bazalt wê kêm bibe. Bi nebûna fotosentezê re jî wê oksîjen biçike.
Kêmbûna fotosentezê wê oksîjenê kêm bike, ev jî wê bibe sedema rawestandina hilberîna oksîjenê û bi vî rengî dawî li jiyana li cîhanê bê.