PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Tunebûna Neandertal dibe ku ji texmînan kevntir be!

Têkildarî tunebûna mirovên Neandertal gelek teoriyên cuda hatin afirandin. Tê îdîakirin ku tunebûna wan ji texmînan kevntir e

Navenda Nûçeyan |

Tê gotin ku lêkolînên beriya niha li ser dîroka tunebûna mirovên Neandertal hatiye kirin, encamên gelekî şaş bi dest xistine.

Li bajarê Namûr ê Belçîkayê ji sedsala 19’an ve hestî li Şikeftên Spy hatin dîtin ku tê zanîn ev hestiyên mirovan ên cûreyê Neandertal in. Lêkolînên ku heta niha hatin kirin nîşan didan ku hestiyên li Şikeftên Spyê hatine dîtin, ên Neandertal in ku beriya niha bi 24 hezar salî li herêmê hebûn.

Lê belê lêkolîneke ku dema dawî hate kirin, texmînên li ser dema tunebûna Neandertalan pûç dike. Di lêkolînê de ku li kovara zanistiyê ya bi navê PNAS’ê hate weşandin, hestiyên li Şikeftên Spy’ê ji serdema 40 hezar û 600 sal heta 44 hezar û 200 sal beriya niha ne.

Di lêkolînê de ku zanyarên belçîkayî, alman û Brîtanyaya Mezin tev li bûn, li gorî ‘karbon 14’ pîvandin hate kirin. Di encmaê de jî hate tespîtkirin ku hestî yên kîjan serdemê ne.

Ji lêkolîneran Thîbaût Devîese anî ziman ku tunebûna Neandertalan li Bakurê Ewropayê, ji texmînên heta niha hatine kirin cudatir, hîn zûde pêk hatiye.

Di heman lêkolînê de hestiyên li herêmên cuda yên Belçîkayê hatin dîtin, hatin lêkolîn. Hestiyên mirovan ên li wan herêman jî ji texmînan bêhtir, ji serdemeke hîn zûdeyî ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar