Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo kampanyaya ‘Bila kurdî bibe zimanê fermî’ banga piştgiriyê

Ji bo kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, kampanyaya ku bi sê zaravayên kurdî, her wiha bi îngilîzî, fransî, almanî û tirkî hatiye destpêkirin, dewam dike

Navenda Nûçeyan |

Kampanyaya li ser Change.org bi pêşengiya Tora Çand û Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji aliyê Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê hate destpêkirin.

Kampanyaya ku di 21’ê Sibatê de hate destpêkirin dê heta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dewam bike. Îmzeyên tên komkirin dê ji saziyên pêwendîdar re bên şandin.

Di metnên kampanyayê de ku li gel sê zaravayên kurdî bi çar zimanan hatine amadekirin, tê xwestin ku kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û perwerdeyê.

Di metna kampanyayê de hate ragihandin ku hewl tê dayîn kurd ji hebûn û çanda xwe bên dûrxistin, bênasname bên hiştin û wiha hat gotin: “Îro li Rojhialta Navîn bi milyonan kurd bi asîmîlasyonê re rû bi rû ne. Li erdnîgariya me, siyaseta serdest dixwaze kurdan û zimanê wan ji holê rake.”

Rêveberên kampanyayê dixwazin ku dawî li polîtîkayên şaş bên û nasname û zimanê kurd bê naskirin.

Di metna kampanyayê de hat gotin ku divê zimanê kurdî bibe xwedî statuya qanûnî û bibe zimanê perwerdeyê.

Banga piştgiriya kampanyayê

Ji pêkhateyên Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Sûbaşi ji bo kampanyayê banga tevlibûnê kir û wiha got: “Heta ji destê me bê em li derdorê belav bikin. Kesekî bi tenê jî dikare xwe bigihîne bi sedan kesên li derdora xwe û em bi dikarin bi sed hezaran îmzeyan kom bikin.”

Sûbaşi bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî ji bo neteweyekê û destnîşan kir ku şertê herî girîng ê kurdmayînê, xwedîderketina li kurdî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar