Koordînasyona Çavdêr a Greva Birçîbûnê ya Xwecih têkildarî greva birçîbûnê ya ji bo azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û 104 roj in didome, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a li Enqereyê pêk hat. Endamên Koordînasyonê tev li civînê bûn. Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) parêzer Ayşegul Çagatay daxuyanî xwend û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ser her qada jiyana girtiyan bandorê dike.
Çagatay got ku li girtîgehan her cûre mafên girtiyan tê binpêkirin û destnîşan kir tecrîda li Îmraliyê li dijî Rêzika Neteweyên Yekbûyî (NY) a Mandela, şîretên CPT û Qanûna Înfaza jimara 5275’an e û xwest sazî û dezgehên pêywendîdar divê demildest wezîfeya xwe bikin.
Her wiha Çagatay bang li rayedaran kir ku ji bo rakirina tecrîdê li tavilê gavan biavêjin. ENQERE