PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Nîşaneya serdema nû: Garê

Ronî Mûnzûr |

Têgeha “berê Garê piştî Garê” ket nav lîteratûra siyasetê. Tiştê îronîk ev e ku yê dibêje ‘dê tu tişt wekî berê Garê nebe’ Bahçelî ye. Bahçelî da zanîn ku ew ê bi hîsîyata  encama ji Garê hatiye wergirtin dê bibe destpêka hilweşîna netew-dewletê, encama ku ji Garê hatî girtin ji alî netew-dewletê ve bi  hisiyata destpêka hilweşandinê; beyan kir ku ji bo vê rewşê berovajî bikin dê hemû derfetan bi kar bînin.

Garê destpêkeke nû ye. Lê dibe ku bi du awayan encam jê bê wergirtin. Gelo ew ê li gorî ku Bahçelî hêvî dike pêk bê yan jî ew ê netew-dewlet ji hev vebibe û li şûna wê jiyaneke azad û demokratîk a gelan ava bibe? Hê ji niha ve Garê bûye xala werçerxê, ji bo dîrokê têgeha berê Garê, piştî Garê çêbûye.

Erdogan di 15 Sibatê da îlan kiribû ku ew ê “mizginiyekê bide”. Dîrokîbûna 15’ê Sibatê û cihê ku di bîr û hişê kurdan de girtiye tê zanîn. Wekî “Roja Reş” di mêjiyê kurdan de cih girtiye. Beriya 22 salan bi komployeke navneteweyî Reberê PKK’ê Ocalan radestî devleta Tirk hatibû kirin. “Mizgînî” armanca êrîşa Garê ew bû ku dawî li azadî û domdariya Tevgera Azadiyê ya ku ev 22 sal in nehatiye tunekirin bîne û berxwedana gelê kurd a ku her diçe mezin dibe ji holê rake. Ango xwestin komploya navdewletî ya ku temam nebibû, bi vê dagirkeriyê temam bikin. Dema bi serneket, berovajiyê wê pergalê xist nav qeyraneke kûrtir.  Ji bo “Roja Reş”ya 15’ê Sibatê tam reş bikin. Têkçûyîna wan pêvajoyê veguherand  destpêka “roja reş” a dewletê. Di bingeha hemû hêrsa wan de tirsa ji vê heqîqetê heye. Ango tespîta Bahçelî ya “wê tu tişt wekî berê Garê nebe” pêkhatina li gor xwesteka wî ji rastiyê dûr e. Rewşa heyî ya rast vebijêrka duyemîn e ku berxwedana azadiya kurdan ket nav qonaxa xwe ya dawiyê.

Çi bû sedem ku Garê ji nişkê ve derkete rojevê, rastiya kir ku Garê bê zanîn çi bû, dewletê bi mebestên çawa Garê kir armanc? Armanca hedefgirtina Garê çi ye? Mesele ne meseleya êsîran bû, ji xebera “mizginî”yê dihat zanîn ku rastiya armancê hîn mezintir bû. Rehîne tenê ji bo armanca mezintir bibûn hêmanên talî. Lê piştî ku armanca sereke bi têkbirineke kujende hat pûçkirin meseleya êsîran derxistin pêş. Bi vî awayî xwestin ser têkçûna xwe bigirin.

Ji ber vê yekê xwestin HDP’yê ku ev demeke dirêj  e tê “terorîzekirin” bixin armanca êrîşên xwe.

Çimkî AKP-MHP û hevalbendên wan ê din (kemalîstên klasîk) nikaribûn behsa çala ku ketibûnê bikin, ji ber vê yekê çareseriyê di guhertina rojevê de dîtin. Ya ku dikaribûn herî rihet bikarbînin jî HDP bû. Her wiha HDP di tehrîkkirina nijadperestî û şovenîzmê de jî wekî amûreke baş tê dîtin, bikaranîn, di perçekirina bloka dijî desthilatdariyê de rolek lê tê barkirin.

Bi vî awayî pirsên wekî  ‘li Garê çi hat armanckirin, çê çêbûn?’ wateyekê bi dest dixin. Heta niha zêde neyê zanîn jî Garê, hem ji aliyê stratejîk ve hem jî bi topografyaya xwe ve girîng e. Garê bi cihê xwe yê coxrafîk ve di xaçerêya navbera her çar perçeyên Kurdistanê de cih digire. Bi ketina Garê re qada manevrayê ya Tevgera Azadiyê bi temamî nebe jî dê qut û teng bibe û wê rê li ber pirsgirêkên çûn û hatinê vebike.Di mijara temînkirina koordînasyonê ya di navbera her çar perçeyên tevgerê de, di meseleyên sewq û birêvebirinê de dê pirsgirêkên girîng peyda bike.

Tengasiyên wekî qutbûna navxweyî ya Tevgeraazadiyê û lokalizebûyîndê zêdetir bibûna. Bi wateyekî dîtîr, dê encameke xeternak a ku wekî xencerê ji nîvekê ve bike du qet biafiranda. Ango di nav de dê wekî xencerekê bikira du parî. Wekî agahiyên ji çapemeniyê tê femkirin Garê, bi erdnigariya xwe ji gelek aliyan ve ji xwebicihkirina gerîla re guncav e. Ji ber vê ye ku biryargehên navendî li vir in û sewq û birêvebirin li vir e. Di êrîşê de armanca yekemîn ew bû ku têkiliya di nav tevgerê de bê qutkirin.

Şikandina sewq û birêvebirina wan bû.

Li gor van agahiyan ku em baş lê binêrin armanca tevgera dagirkirinê dê hîn hêsantir bê fêmkirin. Armanc ew bû ku darbeya dawî li Tevgera Azadiyê bixin û “serkeftina xwe” îlan bikin. Ango xwestin ku “Plana Çokdanînê” ku ji bo wê bi qasî 5-6 mehan wextdiyar kiribûn bigihînin encamekê û serkeftina xwe îlan bikin.

Her wiha xwestin ku kadroyên pêşeng ên ku ji aliyê raya giştî ve tên naskirin “zindî an jî mirî” bigirin û bînin Tirkiyeyê û dema em li ser vê difikirin em piralîbûna “serkeftin”a wan bêtir tê fehmkirin. Heke di ber da jî di 15’ê Sibatê da wan bikaribûya “mizgîniya” vê bidaya wî çaxî dê “ji mezinbûna serkeftinê re” tu tişt nehatiba gotin.

“Mizgîniya” Erdogan her çiqas dereng bibûya jî dê temamkirina plana “çokdanîn”ê û qedandina PKK’ê îlan bikira. Piştî ku daxuyaniya “serkeftineke” bi vî rengî bihata dayîn, êdî kesî nikaribû Erdogan û Bahçelî zeft bikira. 22 sal berê dema ku Ocalan bi awayê korsanî hat revandin û radestî Tirkiyeyê kirin “cejn” çêbûbû. Di hilbijartinên ku ji ber vî bayî hatibûn kirin de DSP’ya Ecevît ji sedî 22,  MHP’ya Bahçelî ji sedî 19 ray girtibû. Ger ku Erdogan bikaribûya “mizgîniyê” bida dê hilbijartinek pêk bianiya û bi sedî 60’î Serokkomar bihata hilbijartin.Pişt re dê maqeqanûna ku bi kêrî wan bihata çêbikira û dê avakirina faşîzmê temam bikira. Û li Tirkiyeyê êdî behskirina tîpa ‘d’ yê ya demokrasiye jî dê bibûya sûc.

Bi moral û motîvasyona ku ji ‘serkeftinê’ bigirtana dê nijadperestî û şovenîzmê derxistana asta herî jor. Dê li hemberî kurdan dest bi nêçîrê bikirana, temamkirina qirkirina fîzîkî û çandî bihata hedefkirin. Plan ev bû.

Lê hesaba ku hat kirin pêk nehat. Bi zinarên mezin qelibîn. ‘Şevekê nişka ve çûn’, di berbanga sibê de bi sirûda mehterê reviyan! Têkçûyîneke mezin jiyan. ‘Mizgîniya mezin’ di gewriya wan de ma. Hevkariya AKP-MHP’ê rastî têkçûyîneke mezin hat. Ji ber vê yekê êsîran derxistin pêş. Sedema êrîşkirina wan a derdorê têkçûyîna wan e. Sedema suîstîmalkirina mirina êsîran, veşartina têkçûyînê ye. Dîsa HDP’ê kirin hedefa êrîşan û bi vî awayî hewl didin nijadperestî û şovenîzmê gur bikin.

Feydeya girînê ji mirinê re nîne. Têkçûyîna li Garê serdemeke nû da destpêkirin. Têkçûyîna xeyalên osmanî yên nû raxist ber çavan. Careke din jî têkneçûyîna Tevgera Azadiyê hat îspatkirin. Serkeftina Garê derfet da peydakirin ku ji nû ve rastiya xwe bidin nîşanî  dost û dijminan. Kesên ku li ser Tevgera Azadiyê hesabên cuda dikirin careke din ketin valahiyê. Dê neçarê guhertina planên xwe bibin. Niha gelek nîşanee peyda bûn ku dê planên nû bikin.

Hewldanên xistina parlamenteriyê û girtina HDP’ê divê wek hevsengiya hêzên serdema nû bê destgirtin. Pirsgirêka Kurdistanê zû de ye bûye xwedî karektereke herêmî û navneteweyî, ev ne raz e. Di vê peywendê de çi Sûriye, çi Iraq, çi Îran û çi jî Tirkiyeye êdî bi tena serê xwe nikarin pirsgirêka Kurdistanê bigirin dest û çareser bikin. Heta ev her çar welat neyên ser pergala demokrasiyê, pêkanîna demokratîkbûyîna Rojhilat Navîn jî nîn e. Çareseriya pirsgirêka Kurdistanê jî dê li Bakur dest pê dike. Serê tevliheviyê li Bakur e. Ger ji wir bê girtin dê bê çareserkirin. Meseleyên din jî li dû hev çareser bin.

Heke bi awayekî rojane jî lê bê nihêrîn dê rihet bê dîtin ku wisa ye. Rojava û Başûr di bin dagirkeriya kîjan hêzê de ye? Bêguman artêşa tirk. Bêguman heman tişt li Îranê jî pêk bê, artêşa tirk ger hêza wê hebe ji bo dagirkirinê biçe wir. Dema rewş wiha be mirov nikare meseleya HDP’ê wek meseleya navxweyî ya Tirkiyeyê bigire dest. Êrîş li çar parçeyan tê domandin. Êrîşên li hemberî HDP’ê bi êrîşên parçeyên din re ketiye nav hev. Di vê çarçoveyê de asta êrîşan her tim bilind dibe. Ji bo dîtina hîn zêdekirina êrîşan ne hewceya mirov bibe sihêrbaz. Her ku pergal bê nêzî jihevbelavbûnê bêtir êrîşkar dibe. Lê belê êrîşkariya wê nebe çare. Di dawiyê de jî têkçûyîn û ji hev belavbûyîn jêneveger be.

Balkêş e mirov dema demên dawî ya osmaniya dinêre, di roja me ya îro de aliyên wê yên hevpar ên îktîdara tirk re tê dîtin. Ew hevsengiya şerê di navbera Tevgera Azadiyê û desthilatdariya AKP-MHP’ê de li Garê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hat xirakirin. Serdestiya psîkolojîk, moral û motîvasyonê di serî de gelê kurd derbasî Tevgera Azadiyê bû. Bi awayekî cîdî bû windakirina moral û motîvasyona dewletê.

Gelo dewlet encam ji vê têkçûyînê derxe û vegera ser maseya çareseriyê? Encax tenê pêşniyaza wê  bê kirin. Lê belê hafizayeke bi vî rengî ya serdestiya tirk nehatiye avakirin. Di tu heyamê dîrokê de pirsgirêkan bi diyalogan çareser nekiriye (Osmanî jî di nav de). Yan eciqandiye yan jî hatiye eciqandin. Avakirina zimanê hişmendiyê ev e. Avabûna hişmendiya dewletê zêdetir civakê pûç kiriye û ji bilî gotina dînamîkên navxweyî tu tişt nehiştiye.

Heger çareseriya li derveyî tundiyê hewaleyî dînmîkên navxweyî bê kirin û di vê çarçoveyê de bangewazî bên kirin, wê aqilê dewletê tiştên cuda ji vê fêm bike. Wê dewlet bêje “Tirsiyan” û bêtir hewl bide bi tundiyê çareseriyê bisepîne. Yên difikirin û dixwazin bagewaziyê bikin ne li Tevgera Azadiyê lê divê li dewletê bikin. Demên bere Tevgera Azadiyê gelek caran bi awayê yekalî agirbest ragihandin. Heta sala 1999’an gerîla derxistin derveyî sînor. Dewletê ji vê çi fêm kir? Dewletê got “Têk çûn” û ev wekî cejnê pîroz kir! Bagewaziyên bi vî rengî li Tevgera Azadiyê, tenê kêrî dewletê tê.

Di encamê de, bi Garê serdemeke nû dest pê kir û têkoşîna demokrasî û azadiyê derket asteke bilindtir. Têkoşîna nêzî pêncî salan, hemû merheleyên bîrdoziyê kemîlst têk birin û nêzî bîst sal in jî hegemonyaya desthilata îslamîst anî ber qedandinê. Hema bêje dikare bê gotin ku Garê dawiya wan anî û piştî vê tenê meseleyên teknîkî ne. Bi piranî ev serkeftin hatiye bidestxistin lê hê jî dewlet dikare tundiyê bi kar bîne, şer bidomîne. Wê dewlet vê bi awayekî hovanetir bike. Lê belê dema bîrdoziyek tune be, zehmet e bi “barûd”ê vê bi dest bixe. Dema em bi vî awayî li serdema nû binêrin, tevî ku zehmetî hene jî ji bo serkeftinê hêzeke mezin heye. Garê hêvî nû kir û moral bilind kir. Bi hêza Garê wê azadî bê bi destxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar