Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

Rewşa Esed û hevjîna wî dijwar bûye

Li gorî ajansa fermî ya dewleta Sûriyeyê testa Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed pozîtîf derketiye û li gorî hin îdîayan rewşa her duyan xirab bûye û ew ji bo dermankirinê birine Rûsyayê

Navenda Nûçeyan |

Beriya çend  rojan der barê peymaneke di navbera rejîma Esed û Israîlê de hin nûçe hatin belavkirin. Li gorî van nûçeyên ku li ser malperên civakî hatin belavkirin, dê rejîma Esed jineke israîlî ya li Sûriyeyê girtî ye serbest berde û li beramberî wê dê Israîl derziyên vîrûsa koronayê bide rejîma Esed.

Piştî nûçeyên li ser vê peymanê niha jî nûçeyek hat belavkirin ku Beşar Esed û hevjîna xwe Esma Esed bi nexweşiya koronayê ketine. Li gorî ajansa fermî ya dewleta Sûriyeyê testa her duyan jî pozîtîf derketiye her wiha li gorî ajansa fermî ya dewletê rewşa wan baş e û dê 2-3 hefteyan di karantînayê de bimînin. Lê hin çavkanî îdia dikin ku rewşa her duyan jî gelek xirab bûye û ew ji bo dermankirinê birine Rûsyayê. Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar