Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Serdana Papa Francîs

Serokê rûhanî ya cîhana xirîstiyanan Papa Francîs, di 5’ê adarê de berê xwe da Iraqê. Ev ger, piştî ku nexweşîya korona li cîhanê destpêkiriye, gera yekemîn a Papa bû.

Li Iraqê hem bi rayedarên dewletê re, hem jî bi ol û baweriyên cûda re hevdîtînên Papa çêbûn. Di van hevdîtînan de ya balkêş, li gel Ayetûllah Sîstaniyê serokê şîîyan bû.

Papa, di 7’ê mehê de jî berê xwe da başûrê Kurdistanê.

Li başûrê Kurdistanê pêşwaziyek germ li Papa hat kirin. Ew jî bi dilgermî bersiva van pêşwaziyan da. Her wiha gelek hevdîtînan pêk anî. Di serî de rayedarên hikûmeta herêm, bi gelek aliyên cûda re hate ba hev. Li hin dêrên bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû hilweşandin de, dûayan kir.

Bêgûman, Papa temsîla milyaran însanan dike. Serdana wî, her wiha serdana milyaran însanan e. Divê mirov bi vî çavî binêre. Her wiha divê em bêjin, gera Papa ya li başûrê Kurdistanê, destpêka pêngaveke ye û gelek girîng e. Bi taybetî jî di dîroka egîdiya kurdan de, cîhê şanazîyê ye.

Em vê jî vekin. Bi ya min sedemek vê seredanê jî şerê li dijî DAIŞ’ê bû. Eger kurd hinde bi egîdane li dijî DAIŞ’ê şer nekirîba, dawî li DAIŞ’ê neanîba, Papa jî evqas bi hêsanî  seredana kurdan nedikir. Heta belkû serdanek bi vî rengî qet çênedibû.

Rastiyek wiha jî heye. Başûrê Kurdistanê, li hemû cîhanê yekane axa naskirî û fermî ya kurdan e. Heke em bi vê fermiyetê li serdanê binêrin, Papa spasiya xwe ya li dijî şerê DAIŞ’ê ne tenê ji rayedariya başûrê Kurdistanê re, her wiha ji hemû kurdan re kiriye.

Rast e, gavek derengmayî ye.  Rast e, spasiya hemû kurdan bi awayekî aşkera nehatiyekirin. Rast e, şervanên Rojava di serî de, ew aliyên ku li şerê dijî DAIŞ’ê de berdêlên giran dane, nehatine bilêvkirin. Ev hemû kêmasî ne û divê werin rexnekirin. Lê bi qenaata min kêmasiya herî mezin di warê êzidiyan de xwe daye nîşandan.

Bêgûman rexne ne biçûkkirine, ji ber wê jî divê rexneya mezin di vî warî de were bilêvkirin.

Şengalî, berdêla herî mezin a li dijî şerê DAIŞ’ê dane. Bi hezaran zarok û jinên êzidî hê jî winda ne. Gelek ji wan hê jî di bazarên dîlan de tên firotin. Ji dehan gorên komî, hê jî hestiyên hezaran êzidiyên şengalî derdikevin. Papa, serdana gelek warên hilweşandî kir. Serdana gelek bawerî û olên cûda kir. Lê neçû Şengalê. Êşa şengaliyan bi wan re rûbûrû parve nekir. Di binê vê de çi hesab heye? Bi rastî jî sedem tenê emnahî ye, nizanim. Dibe ku emnahî wekî sedemek were nîşandan. Lê ez ne di wê qenaatê de me. Eger mesele emnahî ba, Qeraqûşê gundê suryanan, bi qasî Şengal ne cîhêke emne bû. Papa, dîsa çû. Çûyîna wî ya Qeraqûşê rast bû, gelek baş bû. Suryanên vê gundê êşên mezin kişandibûn. Lê divîya bû Papa çawa êşên Qereqûşîyan parve kir, wisa jî êşa şengaliyan parve bikira. Ya rastî jî, baweriya ku îro jî herî zêde xeter li ser wan hene, yek ji wan êzidî ne. Xetera li ser êzidiyan a herî mezin jî tehdîda dewleta tirk e. Çûyîna Papa, ew ê biba bersivek ji bo dagirkeriya dewleta tirk jî. Ev çênebû.

Gotina dawî bila li ser eciziya rayedarên dewleta tirk be. Rikê xwe di serî de li dilê xwe girtin. Der nekirin. Lê pûlek posteyê kirin sedem û di cî de rikê xwe verşiyan. Wezîrê Veguhestin û Gîhandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke têkildarî van pûlan, di cî de gav bi paşve avêt, bi beyana xwe ve dilê dewleta tirk xweş kir. Temam, siyaset e, ne xem e. Bila dilê dewleta tirk xweş bikin. Lê divê em bizanibin, di vê verîşîna dewleta tirk de, pûl sedema berbiçav e. Rika esasî, hebûna kurdan a bi xwe ye. Ew naxwazin kurd xwedî destkeftîbin. Ew naxwazin kurd bikaribin li ser pêyan bimînin. Ya herî girîng jî ew naxwazin kurd li cîhanê werin naskirin.

Rayedariya başûrê Kurdistanê, bi taybet jî ew kesên pêşwaziya Papa kirine, divê vê yekê ji me hemûyan baştir bizanibin. Ji bo vê jî divê ev serdana Papa, ne tenê ji bo beşeke an aliyeke bikarbînin, divê wisa tevbigerin ku kurd hemû bikaribin ji vê pêşketinê, ji vê destkeftîyê îstîfade bikin. Her wiha divê bizanibin ku xetera herî mezin jî, aqlê dewleta tirk e. Di pûlan de bi hêsanî paşve gav avêtin. Lê jiyan divê hinde bi hêsanî nebe. Heke dewleta tirk dixwaze kurd tune be, divê rayedariya başûrê Kurdistanê jî, herî kêm bikaribin mafê xwe yê çêkirina pûlekê bikaribin biparêzin.

Bêgûman, tu rexneyek girîngiya serdana Papa kêm nake. Eger kurd bikaribin ji vê seredanê îstîfade bikin, wê gavê dikarin bi taybet bandora xwe ya qada dîplomasiyê jî zêdetir xurt bikin. Di vî warî de jî berpirsiyariya herî mezin a rayedariya başûrê Kurdistanê her wiha rayedarên PDK’ê ye. Divê ew, êdî xwe ji nêrîna yek alî dûrbixin. Divê ew bizanibin cîhana kurdan ne tenê Hêwlêr û Duhok e, her wiha Mahabad, Qamişlo û Amed jî di nav vê cîhanê de ye.

Nûçeyên Têkildar