Di gelek mehan de, bûyerên mezin ên dîrokê û aktuel jî hene. Weke mînak ji bo Tevgera Azadiyê meha Gulanê Meha Şehîdan e. Lê dibe ku barê meha Adarê ji hemû mehên din girantir be.
Misilman ji bo meha Remezanê dibêjin siltana mehan. Dibe ku mirov ji bo hinek mehan, nav ên li gorî naveroka wan, karibe lêbike.
Mînaka meha Adarê jî mirov, aliyê wê yê cûda, dibe ku mirov karibe wisa şîrove bike: Ev heyv/meh, bûyerên dîrokê û a niha digihîne hevdu. Meha Gulanê, erê ew ji aliyê wê yê dîrokî xurt e û dîrokê û îro digihîne hev, lê ji vî alî ve wisa diyar e heyva Adarê dewlemendtir e.
Hema mînaka Newrozê, bi serê xwe vê rastiyê radixe ber çavan. Ew roja 21’ê Adarê, bi hezar salan, ruhê xwe yê serîhildêr, ê di kesayeta Kawayê Hesinkar de bûbû îradeya mezlûman li dijî zalimên weke Dehaqan, heta li zindana Amedê, di kesayetiya Mezlûm Dogan de, ew îradeya dîrokî bû îrade û ruhê berxwedêr ê hemdemî yê îro.
Bi tenê wisa bi hevokekê em bêjin, helwest û serîhildana Mezlûm a Zindana Amedê; berxwedana dîrokê û ya îro gihand hevdu, kêm dimîne. Mirov dikare wisa temam bike; ew ruh û îradeya dîrokî, bi çalakiya Mezlûm re, êdî sitewiya, gihişt asta exlaq û zihniyet û bi gotina herî cihê xwe bigire, êdî bû Çandek!
Ji ber ku xwediyê vê çalakiyê, pişta xwe dispart, bîrdozî û rêberiya hemdemî ya Rêzdar Ebdullah Ocalan. Lewma ev ruh û zihniyet zû belav bû û cihê xwe di mejî û dilê zindaniyan de çêkir. Bi vê jî ranewestiya, derbasî nava dilê gel û civakê bû. Lewma ew dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’, ji dil û mejî derbasî dev û zimanê keç û xortên Kurdristanê bû. Her wiha derbasî hemû civakê bû; biçûk û mezin herkesî para xwe jê stand.
Weke tê zanîn, bûyêrên vê mehê hemû ne yên serîhildan û şahiyan e. Mînaka 8’ê Adaraê ya komkujiya jinên kedkar ên New Yorkê, 12’ê Adarê ya komkujiya Qamişloyê, 16’ê Adarê ya qirkirina li Helebçê û hwd.
Lê divê ev bûyerên xemgîn jî baş were naskirin ku van bûyeran hemû, ji berxwedana mezin re ya serdemên piştî van bûyaran, bûn bingeha serîhildan û raperînên jinan, kedkaran û hemû bindestan li dijî zordestan.
8’ê Adarê, ji bo ev roj bibe Roja Berxwedanê ya Jinên Kedkar ên Cîhanê binaxe/zemîn afirand.
12’êAdarê, bingeha/zemîna Şoreşa Rojava amade kir.
16’ê Adarê, li Başûr ji bo herêm û qonaxên xweragir û berxwedêr werin ava kirin û li vir jî çand û exlaqê zihniyeta xweseriya demokratî were çandin zemîn xweş kir. Weke Heremên Parastinê yên Medyayê, Qendîl, Şingal, Mexmûr û hwd.
Eger ev ruh û îrade, li ser vê çand û exlaqê şoreşgerî yê hemdemî nehatiba avakirin, ewqas bi hêz nedibû û nikaribû êrîşên mezin ên wan hêzên kevneperest ên di bin fermandariya dewleta faşîst a dagirker de; yên weke DAIŞ û hwd. bişikanda.
Li gel ewqas êrîşên mezin û piralî yên vê sala 2021’an, dîsa jî pêşwaziyên 8’ê Adarê, bi pêşengtiya jinên kedkar û bi taybetî jî yên kurdistanî, bi rijd û serbilindî hate pêşewazîkirin. Ev pêşwaziya ewqas bi bûmet û bê tirs û berfireh, nîşan dide ku bîranîna 12’ê Adarê û 16’ê Adarê jî dê bi xurtî pêk were.
Her wiha ev ruhê şopdariya berxwedana dîrokî ya Newrozê, dê di 21’ê Adara 2021’an de diyar dibe ku dê bi ruh û îradeya Mezlûmên hemdemî, bi çalakiyên hîn xurtir were pîrozkirin.
Ji niha ve CEJNA NEWROZ’ê li hemû gelê me yê xweragir û mirovahiyê pîroz be!