Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şehîdên Qamişloyê hatin bibîranîn

Şêniyan û malbatên şehîdan Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anîn û destnîşan kir ku aliyên fitneyê xwest hişmendiya neteweperestiyê xurt bikin da ku hevgirtina civakî ya pêkhateyên herêmê ji hev bixin lê bi saya serhildana gel ev hewldana wan têk çû

Navenda Nûçeyan |

Îro salvegera 17`emîn a Serhildana 12’ê Adarê ya 2004’an e ku li dijî hikûmeta Şamê pêk hatibû. Serhildanê li Stada Şehîdên 12’ê Adarê dest pê kir û piştre belavî hemû qadên bajarê Qamişlo û bajarên din bûbû.

Bi wê boneyê, îro li bajarên rojavayê Kurdistanê rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Qamişlo

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa serdana gora şehîd Ehmed Mihemed Mirî yê di Serhildana 12’ê Adarê de şehîd bûye ya li goristana bajarokê Abire ya girêdayî navçeya Çilaxa kir.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Feysal Hesen aixivî û diyar kir ku Serhildana 12’ê Adarê li dijî komploya navneteweyî ya li ser gelê kurd bû û wiha got: “Çirûska serhildanê ji bo tolhildana gelê kurd pêket. Hebûna me îro li goristanê îsbata berxwedana li hemberî dijmin e.”

Bi navê malbata şehîd Ehmed Mihemed Mirî, apê şehîd axivî û soza berdewamkirina rêya şehîdên Serhildana 12’ê Adarê da.

Di dawiya merasîmê de gul li ser gora şehîd hatin danîn.

Di heman derbarê de, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Navçeya Til Hemîsê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin. Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayêf ku bavê şehîd Mecid El-Nayêf e, daxuyanî li pêş meclisa navçeyê xwend.

Di daxuyaniyê de wuha hate gotin:

“Em îro li vir ji bo bîranîna salvegera 17`emîn a bûyerên stada Qamişloyê kom bûne. Aliyên fitneyê pirsgirêk derxistin û hişmendiya netewperestiyê xurt kirin da ku hevgirtina civaka me ji hev bixin. Wan bûyer wekî pirsgirêkeke kurdî-erebî nîşan dan da ku welatparêzên kurd tasfiye bikin. Em sozê didin şehîdên xwe ku em ê destkeftiyên bi saya xwîna wan a paqij hatine bidestxistin biparêzin.”

Serdana goristana şehîdan hat kirin

Ji bo bîranîna şehîdên Serhildana 12’ê Adarê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û malbatên şehîdan serdana gora şehîd Idrîs Murad û şehîd Ciwan Xorşîd ên li goristana Qidûrbeg a Qamişloyê kirin.

Bi dehan endamên PYD, Kongreya Star, saziyên civaka sivîl, malbatên her du şehîdan û şêniyên taxên Qidûrbeg û Aşûriyê jî bi sloganên ‘Şehîd namirin’ herikîn goristana Qidûrbeg.

Endamê PYD’ê Samî Elî li goristanê axivî û destnîşan kir ku Serhildana 12’ê Adarê ji rojavayê Kurdistanê û bakur-rojhilatê Sûriyeyê re bûn bingeh û wiha got: “Serhildan komployeke li dijî şêniyên herêmê bû da ku fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin.”

Piştre dayika şehîd Ciwan Xorşîd, Elya Hisên axivî û diyar kir ku kurê wê lawê hemû gelê kurd e.

Her wiha keça şehîd Idrîs Mûrad, Nûr Idrîs axivî û da xuyakirin ku ew xwîna bavê xwe li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dike û bi şehadeta bavê xwe serbilind e.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê jî tevî şêniyên taxa Cûdî û Enteriyê serdana gora şehîd Ehmed Xelîl û şehîd Sîwan Kewê yên li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kir.

Di serdanê de Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û wiha got: “Cara yekem e di dîroka Sûriyeya nûjen de, gelê kurd li dijî siyasetên desthildariyê serî hildidin û bendên tirsê dişikînin. Gelê kurd bû pêşeng ji bo hemû têkoşerên Sûriyeyê ku ji bo azadiyê li ber xwe didin û îsbat kir ku ew pêkhateyekî resen ê gelê Sûriyeyê ne, mafên wî jî di vê xakê de heye û têkoşîna wî rewa û li gorî qanûnê ye. Di vê rojê de, em ji wan re soz didin ku pêvajoya wan daye destpêkirin, em ê berdewam bikin.”

Piştî ku serdan bi dawî bû, şêniyan û malbatên şehîdan berê xwe da Stada Şehîdên 12’ê Adarê.

Hesekê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan û partiyên siyasî yên Hesekê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.

Şênî û endamên sazî, navend, partiyên siyasî, Meclisa Civakî ya Ermenî, endamên Civaka Îslamî ya Demokratîk li Parka Rêber Apo ya li taxa Nasra kom bûn û daxuyaniyek da.

Serokê nivîsgeha Partiya Muhafezkaran a Demokratîk şaxê Hesekê Mihemed El-Birak û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Îbrahîm û hevserokê Meclisa Navçeya Bakur Remedan Fetah daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişloyê wek bersivekê li hemberî hewldanên derxistina fitneyê ji aliyê hikumeta Şamê ve li dar ket.

Her wiha di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan a ji bo pêkanîna azadiyê, demokrasiyê û jiyana aştiyane hat dayîn.

Til Koçer

Li navçeya Til Koçer bi heman boneyê daxuyaniyek li pêşiya avahiya meclisa navçeyê hat dayîn.

Endama meclisê Cîhan Welat daxuyanî xwend û tê de destnîşan kir ku gelên herêmê bi rêya Serhildana 12’ê Adarê benda tirsê şikand û bû çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku di encamê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava bû û bi rêya hevgirtinê û biratiya gelan hêviyên gelên herêmê yên kurd, ereb, suryan, asûr, ermen û pêkhateyên din pêk anîn.

Cîhan diyar kir ku gelên herêmê ruxmî hewldanên hikûmeta Şamê ji bo derxistina tevliheviyê, gelek destkeftî bi dest xistine û da xuyakirin ku hikûmeta Şamê bi wê hişmendiya xwe Sûriyeyê wêran kir û gelê wê da koçberkirin.

Dirbêsiyê

Meclisa Dirbêsiyê jî daxuyaniyek da û endama rêveberiya meclisa navçeyê Turfa El-Welî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şehîdên 12’ê Adarê nirxên şoreşa wan û rûmeta gelên wan in û di salvegera 17’emîn a serhildanê de bejna xwe li hemberî şehîdên Serhildana 12’ê Adarê û şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditewînin û ev yek hate gotin: “Di 12`ê Adara 2004`an de rejîma Baasê bi rêya planeke sîstematîk xwest li stada Qamişloyê fitneyê di navbera kurd û ereban de derxe. Her çend ew planeke sîstematîk bû jî, lê têk çû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar