Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye’

Midurê Karên Nivîsê Berpirsyar ê Rojnameya Xwebûnê Îdrîs Gurmez diyar kir ku rojnameyên kurdî bi hinceta ‘zimanê biyanî’ nedayîna girtiyan, qebûlnekirina kurdan û zimanê kurdî ye

Serokkomarê AKP’î Recep TayYîp Erdogan û partiya wî, li dijî gelê kurd, kurdî weke amûrê hilbijartinê bikartîne. Girtîgeh jî li qedexe û astengiyên li ser kurdî Yên bi şêweyên cuda tên pêkanîn, zêde bûn. Piştî ku rêveberiya Girtîgeha Bakirkoyê Rojnameya Xwebûnê ya heftane weşanê dike, bi hinceta “zimanê nayê fêmkirin” neda girtiyan, vê carê jî rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi hinceta “zimanê biyanî ye” rojname neda girtiyan.

Abdurrahîm Akalp ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye, di nameya xwe ya ku ji Cîgirê Hevserokên HDP’ê yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Alîcan Onlu re şand de, diyar kir ku bi hinceta Rojnameya Xwebûnê bi “zimanê biyanî ye” ketina wê ya girtîgehê hatiye qedexekirin.

Ji Akalp ê derbarê qedexeya rojnameyê de serî li Miduriyeta Giştî ya Ceza û Ragirtinê da re ev bersiv hat dayîn: “Li gorî mevzûatê ji bo ku em bi zimanê biyanî rojname û kovaran qebûl bikin me di nivîsa xwe ya têkildar ku me ji Miduriyeta Giştî ya Ceza û Ragirtinê şandî de daxwaza destûrê kiri bû. Di nivîsa miduriyetê ya têkildarî mijarê şandî de destûr nehatiye dayîn. Biryara ku Rojnameya Xwebûnê teslîmî girtî neyê kirin û ji bo ku teslîmî kesê were serdana wî rakirina depoyê hatiye dayîn…”

‘Nebebûlkirina kurdî’

Derbarê mijarê de midurê Karên Nivîsê Berpirsyar ê Rojnameya Xwebûnê Îdrîs Gurmez axivîn. Gurmez diyar kir ku dîtina weke ‘zimanê biyanî’ ya kurdî qebûlnekirina kurdan û zimanê kurdî ye. Gurmez da zanîn ku heta têkildarî zimanê kurdî gavên şênber û qanûnî neyên avêtin ev rewşên wisa dê bidomin û wiha got: “Divê nedayîna girtiyan a Rojnameya Xwebûnê ya bi hinceta ‘zimanê biyanî’ jî di vê çarçoveyê de were nirxandin.”

Dê bikevin nav hewldanên qanûnî

Gurmez anî ziman ku biryara qedexeyê di heman demê de  cihê ‘pêkenokê ye’ û ev tişt anî ziman: “Rojnameya Xwebûnê di 23’ê Kanûna 2019’an de bi awayê fermî li gorî qanûnên Tirkiyeyê dest bi weşanê kir. Hem di medyaya nivîskî, hem jî ya dîjîtal de weşana xwe didomîne. Dema dest bi weşanê kir jî, hatibû diyarkirin ku dê bi kurdî be.”

Her wiha Gurmez destnîşan kir ku kevneşopiya çapemeniya kurd bi salane didome, ji niha û şunde jî dê bi Rojnameya Xwebûnê re bidome û da zanîn ku ji bo ku qedexeya derbarê rojnameya wan a di girtîgehan de bê rakirin, dê bikevin nava hewldanên qanûnî. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar