Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Divê herkes li kampanyaya ziman xwedî derkeve

Nivîskarên kurd diyar kirin ku ji bo kurdî weke ziman û perwerdehiyê bi fermî bê qebûlkirin, kampanyaya ku hat destpêkirin pir girîng e

Kampanyaya ku Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ya ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî û Paltforma Zimanê Kurdî ve hatibû avakirin, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn dabû destpêkirin, didome. Xwedîderketina li kampanya ku bi îmzeyên li kuçeyê û bi awayekî online tên komkirin tê domandin roj bi roj zêdetir dibe.

Beriya çend rojan HDP’e ya Wanê ji bo vê gavek avêt û Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel û nivîskar û rojnamegerên kurd li hev civand. Di civînê de li ser kampanyayê hat rawestandin û ji bo mezinkirina kampanyayê pêşniyar hatin kirin. Nivîskarên kurd Qahir Bateyî, Îbrahîm Sûngûr û Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan ku tevlî civînê bûn.

Nivîskar Qahir Bateyî li ser civînê wiha got: “Li herêmê cara yekemîn civîneke bi rengî pêk hat. Pêwistî heye ku li herêmên din jî civînên bi vî rengî pêk werin. Gelek girîng e ku nivîskar û siyasetmedar bi hev re li ser kurdî  xwe biêşînin. Pirsgirêka ziman tenê ne pirsgirêka siyasetmedar û kesên ku li ser ziman xebat dimeşînin ne. Ev pirsgirêk ya netewa kurdan hemûyan e. Mixabin partiyên siyasî vê derbarê de serê xwe zêde naêşînin. Hêvî dikim ku berdewama xebatên bi vî rengî bên.”

Bateyî, destnîşan kir ku di civînê de li gel rexneyên ku hatine kirin li ser pirsa ku têkildarî kampanyayê “kî dikare çi bike?” rawestiyane û ev tişt anî ziman: “Bê guman gelek nêrîn derketin holê. Li ser meşandina çawaniya kampanyayê nêrîn hatin parvekirin. Ji bo kampanyayê bang û parvekirinên li ser medya civakî ne bes in. Pêwîste mal bi mal li deriyê mirovan bê dayîn. Divê herkes li kampanyayê xwedî derkeve.”

İbrahîm Sûngûr di destpêka axaftina xwe de girîngiya civînê anî ziman û ev tişt gotin: “Êdî zarokên me bi kurdî neaxivin. Di civînê de di serî de min vê rexneyê kir. Min got ku axaftina bi kurdî ne bes e. Divê em xewn û xeyalên xwe bi kurdî bibînin. Di xewnên xwe de bi dayîka xwe re bi kurdî, bi zarokên xwe re tirkî diaxivim. Kesên di tevgerên siyasî yên kurd de rol digirin heke bi kurdî neaxivin wê baweriya ji wan kêm bibe. Divê hemû beşên civakê li kampanyayê xwedî derkevin. Ji bo ku kampanya bigihîje armanca xwe divê hevdîtinên bi vî rengî bên berdewamkirin. He wiha divê ronakbir û nivîskarên kurd jî ji bo ziman timik li hev bicivin.”

Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan jî da zanîn ku di civînê de ji bo berfirehkirin û mezinkirina kampanyayê nêrînan girtine û wiha got: “Weke partî ji bo kurdî çi ji destê me bê em ê bikin. Lê pirsgirêka ziman tenê ne pirsgirêka partiyekê ye. Ji bo pêşeroja zimanê kurdî wê kampanya rê nîşan bide û ji bo çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya zimanê kurdî derfetan çê bike.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar