Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Şenyaşar: Ger edalet dibinê beton de be jî ez ê ji wir derxînim

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê û du kurên wê ji alî parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin li ber Edliya Rihayê ev 5 rojin di çalakiya “edaletiyê” de ye

Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe Hecî Esvet Şenyaşar û du kurên xwe Adil û Celal Şenyaşar di encama êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de ya berî hilbijartina 24’ê Hezîranê winda kirin dewam dike. Çalakiya bi daxwaza “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliya Rihayê di roja 5’emîn de dewam dike.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de hatin ber edliyê lê bi hinceta dawiya heftêye destûr nehat dayîn ku bikevin baxçeyê edliyê. Malbata Şenyaşar li ser vê yekê ji derveyî baxçeyê edliyê dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê kirin. Emîne Şenyaşar bi wêneyên hevjînê xwe Heci Esvet Şenyaşar û 2 kurên xwe Celal û Adil Şenyaşar û bi dowîzên “edalet” li ser nivîsandîbûn bi duwarê ku li wir rûnişt ve kir. Lê wêne û dowîzên malbatê bi dîwar ve kirin, ji aliyê parazvanên edliyê ve hatin rakirin.

Li aliyê din xwişka Heci Esvet Şenyaşar ê li nexweşxaneyê hatibû kuştin Yahser Akpolat jî tevlî çalakiyê bû.

Edalet li ku ye?

Emîne Şenyaşar peyama li gel hemû astengiyan jî ew ê çalakiya xwe dewam bike da û bal kişand ser pêvajoya darizandinê û wiha got: “Li nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavên min hevjin û du zarokên min qetil kirin. Gelo qeydên nexweşxaneyê li ku ne? Bijîşk û hemşîreyên vê nexweşxaneyê li ku derê ne? Hemûyan îstîfa kirin. Ka îfadeyên wan li ku derê ne? Çima edaletê pêk nayînin? Li vê derê em dixwazin bi dozger re hevdîtinê bikin lê dozger naxwaze bi me re hevdîtinê bike. Malbata min hat qetilkirin. Di serde jî kurê min kirin zindanê. Ger edaletê dibinê beton de be jî ez ê ji wir derxînim.”

Ferît Şenyaşar ê duh beşdarî 6’emîn danişîna dozê ya li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin bû, wiha axivî: “Daraz dibin zexteke siyasî de ye. Dozger li gorî daxwazên dijberên me tevdigere. Li gorî wan mutalayek amade kiriye. Ji bo ku vê mutalaya bi şandeya dadgehê bide qebûlkirin, dibin zextek siyasî deye. Ji xwe girtiyek tenê ji wan heye. Dixwazin vî girtiyî jî bidin berdan û birayê min jî bi cezayê muebetê bidin cezakirin. Bi vî awayî dixwazin bi ser dozê bigirin. Lê em ê destûrê nedin vê yekê.”

Şenyaşar dest nîşan kir ku ev 5 rojin di çalakiya rûniştinê ya edaletê de ne û  axavtina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin serdozger bibînin. Amîrê ewlekariyê yê tê vê derê, dibeje ku ‘ne pêkane ku hûn bi dozger re hevdîtin bikin.’ 3 mirovên me di Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de bi awayekê hovane hatin qetilkirin. Bavê min linç kirin. Ev di hevdîtinên telefonê yên Enver Yildiz de jî hene. Lê hîna jî kes nehatiye girtin. Em edaletê dixwazin. Heya ku edalet pêk were em ê vê têkoşîna xwe ya edaletê ya li ber edliyê dewam bikin.” RİHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar