Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Newroz me hemûyan dike yek’

HDK’ê têkildarî Newroza îsal ku wê li 30 bajar û 61 navenda bên pîrozkirin deklerasyonek aşkera kir

Navenda Nûçeyan

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi civîneke çapemeniyê têkildarî pîrozbahiyên Newroza îsal ku wê li 30 bajar û 61 navenda bên kirin, deklerasyonek aşkera kir. Hevberdevkên HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, nûnerên partî û rêxistinên pêkhateyên kongreye û parlamenterên HDP’ê tevlî civînê bûn. Li eywana ku civîn lê hat lidarxistin, pankartên “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi serkevin” û “Wê jin bi serhildana xwe agirê Newrozê geş bikin” hatin daleqandin.

‘Adarê zindîbûn û nûkirina xweza û xwebûnê ye’

Deklerasyona ku hatibû amadekirin Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû aşkera kir. Ûgûrlû, diyar kir ku weke HDK’ê ji ber navbeynkariya xwe banga ku wan aniye cem kêfxweş in û wiha got: “Tişta ku em navbeykariya wê dikin sekna hişmendî û feraseta peywirê ku ji berpirsyarî û pewîstiyên demê ne. Banga ku me tîne cem hev Newroz û mêjî û wêrekiya wê ye. Newroz me hemûyan dike yek. 21’ê Adarê zindîbûn û nûkirina xweza û xwebûnê ye. Ji ber vê dawiya her zivistanî bihar e. Ji ber vê jî gel Newrozê weke hezkirin, kêf û xweşiyê dijîn û pîroz dikin.”

Ûgûrlû di berdewamê axavtina xwe de ev tişt anîn ziman: “Newroz kêfxweşiya rizgariya civakî, piştevanî û yekitiyê ye. Ji ber vê jî dawiya tariyê ronahî ye. Dawiya desthilatên zalim hilweşandin e. Dawiya pergalên zilmê azadî ye. Wê îsal jî cejna qedîm a kurdan Newroz bi coşeke mezin bê pîrozkirin. Wê bi agirê Newrozê hêzen edalet, wekhevî, rûmet û aştiyê li dijî zordariya faşîst bibin yek. Di serî de Zindana Îmraliyê wê zilma tecrîdê ya li civakê berbelav bûye bişikîne. Wê ji bo vîna yekbûyî ya gelê me, demokrasî û azadiyê bibe serdemeke nû. Dawiya zordaran nêz e. Mizginiya Newroz 2021’an ev e.”

Banga Newrozê

Ûgûrlû, gotinên xwe bi van bangên Newrozê bi dawî kir: “Em bang li hemû hêzên ked û demokrasiye, hemû beşên civakê yên têkoşîna heq, hiqûq, edaletê didin dikin ku em li qadên Newrozê bên gel hev. Newroz pîroz be!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar