Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Çarşamba - 16 Ekim 2024

Turkiye her meh kesêk radestî Êran dekat

Pêwendî Êran û Turkiye le dû heftey rabirdû da, hendêk berz û nizmî be xoyewe bînî.

Diwayî wetûwêjî Îric Mescdî sefîrî rijîmî Êran le Bexdad,  balwêzî Êran le Turkiye bagêşit kira û bo çî Îrec Mescdî basî le destêwedarî Turkiya le xakî Êraq kirdûwe û be narewa le qelemî dawe.

Nawbiraw lew çawpêkewtine da le gel Rûdaw TV, basî le serewerî xakî Êraq û yekparçeyî û qerizî milyardî Êraq be Êran kird. Her weha narastewxo nîşanî da ke Êran deyewêt ziyatir le Turkiya xoyî be PDK û Barzanî nizîk katewe.

Tûrebûnî desthelatî AKP-Êran maweyî hefteyêk bûwe babetî rageyandinî, belam her zû herdû la hendêk danûstanî şaraweyan bo hêwirkirdinewey doxeke berêwe bird.

Êran bo eweyî le doxe dijawerda Turkiya le dest neçêt le astî nizm da wate be rêgayî sefîrekeyewe le Êraq, Turkiya hoşiyar kirdewe, her boye ew erke karî wezîrî derewe bû.

Rêkewtinî Êran û Turkiya le çiwarçeweyî sîxorî û parastinî da pitewe.

Her mang penaber, yan kesayetiyêkî siyasî û tawanbarêk le Êran helatbêt radest dekatewe.

Mîlad Hatemî ke wek moreyekî sîpkirdinewey pare û berêwebirdinî nawendekanî qomar, le Turkiya be azadane karî dekird û le Êran qaçax bû, hefteyî rabirdû radestî Êran kirayewe.

Hokarî radestkirdineweyî ewe nebû ke bo çî nawendêkî bo qomar û parexwardinî û helxeştandinî ciwanan rêk xistibû, belkû goya siwar seyarey polîs bo ajîr lêdawe.

Mîlad Hatemî eger ew tawaneşî encam dabêt,  yasayî Turkiye detwanêt sizayî bida, belam ewey wek helêk qiwastewe bo ewey rewayetî berastkirdinekey bidat.

Mîlad, be hêmayî gurge borekanewe, berdem xoyî denûwand û dilniya bibû le Turkiya ke emine boyî, belam be kelpçewe le sinûrî Barjirganewe diraye sopayî pasdaranî Êran.

Turkiya detyewewt radestkirdinî hawtiyanî Êranî, normalîze bikat û le beranberda Êran dawakarî opirasyon le dijî gerîla le deverî Mako berfirawan û hawbeş bikat.

Ewe yekem kes û diwayîn kes nabê ke radestî Êran dekirtewe û herweha bas lewe dekirêt pilan waye ke jimarêk penaberî siyasî le nawiyan kurd radest be rijêmî Êran bikrêtewe.

Xalî serincrakêş ewe ye niwênerayetî UN le Turkiye, ta be emro sebaret be radestkirdinewey û tiror û êşkencedanî penaberanî siyasî helwêstêkî cidî nebûwe.

Nûçeyên Têkildar