Kimyabaran yek ji sûcên herî hovane ye ku li dijî mirovahiyê tê kirin. Ev sûcê der mirovî li başûrê Kurdistanê û li bajarê Helebçeyê li dijî gelê kurd hat kirin. 33 sal di ser kimyabarana Helebçeyê re derbasbûn, lê hîn bandora wê ya neyînî li ser tendirustî û derûniya kesên ji kimyabaranê rizgar bûne, didome.
Piştî 33 salan, dayikên ji kimyabaranê rizgarbûne niha jî ji ber bi dehan pirsgirêkên din dinalin. Dayikên ku zarokên xwe di kimyabarana 16’ê Adara 1988’an de windakirin, di ser de jî gelek nexweşiyên wan çêbûne, van êşan bandorek neyînî li ser derûniya van dayikan çêkiriye.
Dayikên ku ji kimyabarana Helebçeyê rizgarbûn, bi rêya ajansa Rojnewsê behsa serpêhatiya xwe ya wê demê û jiyana xwe ya niha kirin. Dema mirov guh dide van dayikan diyar dibe ka ji desthilata niha ya herêmê çiqas bêhêvî ne.
Jina bi navê Suybe Mihemed yek ji birîndarên çekên kimyawî ye, her du çavên xwe ji dest daye. Niha li Taxa Pîr Mihemed a Heleb.eyê bi tena serê xwe dijî. Dayika Suybe behsa serpêhatiya xwe kir û wiha got: “Jiyana min ewqas tehle mîna girtina heta hetayî lêhatiye. Mirovê ku çavê xwe nebe mirî ye! Tenê ruh têde heye. Hemû êş û kul di bedena min de kombûne.”
Dayika Suybe diyar kir ku çekên kimyewî bandorê li ser tevayî laşê wê kiriye û bûye sedema ji destdana her du çavên wê. Dayika ku sê zarokên wê di kimyabaranê de jiyana xwe ji destdan, da zanîn ku heta niha jî ew êşa her sê zarokên xwe dijî.
Sê zarokên wê hatin qetilkirin
Dayika Suybe behsa dema kimyabarana Helebçeyê kir û ev tişt anî ziman: “Em li gundê Eneb bûn, gund bombebaran kirin, em di jêr zemîna xaniyê mamê min de bûn. Nîvro bû, min xwarinê ji zarokên xwe re amade dikir. Saet 2’yê piştî nîvro bû çend balefirek hatin heta saetên êvarê gund bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê hejmarek zêde ya welatiyan jiyana xwe ji destdan û cenazeyên wan tev li ser rê mabûn. Hinek wesayît di ser cenazeyan re derbas dibûn, min bi guhê xwe bihîst ku hinek ji kesên di erdê re hewar dikirin di gotin em ne mirî ne pêl me nekin. Dengê şikestina hestiyên wan dihat guhê min. Gel tev hewar dikir, hinek dîn bibûn. Keça min a mezin li tenişta min jiyana xwe ji dest da. Zarokek min a biçûk jî piştî wê di hembêza min de jiyana xwe ji dest da. Piştî wê jî kurê min yê heşt salî jiyana xwe ji dest da.”
Dayika Suybe ji nêzîkatiyên desthilata herêma Kurdistanê ya li beramberî xelkê Helebçeyê bi fikar e û wiha axivî: “Destkeftên ku niha hene berhema şehîdan û birîndarên wek wê ne. Gelek şerm e ji wan re nayên pirsa rewşa me nakin. Tenê di salvegera kimyabaranê de behsa me dikin. Divê berpirsên hikûmetê hatiban serdana me kiriban û li rewşa me pirsîban. Lê heta niha berpirsekî vî bajarê nehatiye ji min re negotiye çi daxwazek te heye, herî kêm wê dilê min bi vê yekê xweş bûya.”
Gotina kurê xwe yê biçûk qet ji bîr nake
Dayika bi navê Nesrîn Cehfer a ku du zarokên wê di kimyabaranê de şehîd bûne û zarokek wê jî winda bûye, diyar kir ku ew nexweş e û kesek ji bilî dema salvegera kimyabaranê pirsa rewşa wê nake.
Dayika Nesrîn Cehfer wiha behsa roja kimyabaranê kir: “Wesayîta birayê min hebû, em birin gundê Sazan, gel tev berê xwe dabû çiyê û şikeftan. Wê demê keçek min a temen sê salî hebû min ew hilgirtibû û destê kurekî xwe girtibû. Me da nava çemê Sazan. Heta ez dimirim ez ê gotina kurê xwe ew ê biçûk ji bîr nekim. Dema ku em di nava çem re derbas dibûn, ji min re got, xîz û av ketiye nav pêlava min de. Nedikarî bimeşe, di wê demê de balafirek hat em bombebaran kirin. Bermîlek kimya bi serê me de barand. Her der bû mij û dûman. Min zarokên xwe li pey xwe de kaş dikirin, heta em gihiştin cem xizmên xwe yên di nava şikeftekê de bûn. Heta em gihiştin şikeftê kurê min ê mezin sor bû û her vedireşiya. Ez jî vereşiyam û dinya li ber çavê min tarî dibû, min tiştek nedidît. Piştre hêzên Îranê hatin em bi helîkopteran birin, di wê demê de zarokên min ji min qût bûn. Ez bi xwe jî piştî sê mehan di nexweşxaneya Tehranê de mam, piştre vegeriyam.”
Hemû êş û zarokên wê li ber çavên wê naçin
Keça Nesrînê ya sê salî bi navê Bêxal bû, li nexweşxaneya Kengawer a li rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û li bajarê Pawe veşart. Kurê wî yê biçûk ku temenê wî çar salî bû, ew jî ji ber kimyabaranê jiyana xwe ji dest da. Lê kurê wê yê mezin ê temen şeş salî bi navê Karwan winda bû. Niha jî dayika Nesrîn li bendê ye ku rojek ew vegere. Lê gumanên wê hene ku wî jî jiyana xwe ji dest dabe.
Dayika Nesrîn diyar kir ku hemû êş û zarokên wê ji ber çavên wê naçin û wiha got: “Ez tenê dibêjim xwedayê mezin heqê me ji van hikûmetên zalim bistîne. Xweda, yê ku cergê me şewitand, tijî cergê wan bişewitîne.”
Di dawiyê de jî Dayika Nesrîn rexne li desthilata herêmê kir û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta herêmê qet li zarokên ku windabûne napirsin, ez ji berpirsan dipirsim, gelo zarokên we winda bibûyan we dê çikiriba? Çima li zarokên me yên windabûyî napirsin?” Çavkanî: Rojnews / Helebçe