Navenda Nûçeyan |
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şehîdên Helebçeyê bi bîr anî.
KNK’ê bi bîr xist ku beriya 33 salan di 16’ê Adara 1988’an de hêzên rejîma dagirker a Iraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyewî û jehrdar komkujiyeke mezin li xelkê sivîl ê Helebçeyê kir û diyar kir ku di vê komkujiyê de nêzî 5 hezar zarok, jin, mêr, kal û pîr ên bêguneh hatin şehîdxistin û wiha got: “Bombabarankirina Helepçeyê, yek bû ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagirker a Baas a Seddam li başûrê Kurdistanê ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpêkiribûn. Ew jî bi merem û armanca jinavbirin û tunekirina gelê kurd û Kurdistanê bû.”
Daxuyaniya KNK’ê wiha berdewam kir:
“Her ji destpêkê ve, dema rejîma Baasê desthilata li Iraqê girt, dest bi komkujî û asmîlasyona kurdan kirin. Di serî de weke gurên har ketine nava kurdên feylî û bi dehan hezar kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin û heta niha jî çarenûsa piraniya wan ne diyar e. Di destpêka salên 80’î de 8 hezar Barzanî Enfal û bi saxî binaxkirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînanê zêdetirî 182 hezar mirovên sivîl û bêguneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Iraqê û bi hovane kuştin. Zedetirî 4 hezar gundên Kurdistanê wêran kirin.
Lê tişta ku li Helebçê qewimî, yek ji mînakên herî mezin ên tawankarî yên sedsala 20’an e. Di navbera çend saetan de nêzî 5 hezar kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vê ve Helepçe bû êş û birîneke mezin a gelê kurd.
Di sedsala derbasbûyî de gelek komkujiyên mezin li ser gelê me pêk hatin. Mixabin heya niha jî bi temamî komkujiyên li ser kurdan hatine kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên navdewletî nehatine darezandin. Bêguman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatine kirin lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatine qebûlkirin û nebûne keysên siyasî.
Bila herkes bizane ku tehlîkeyên komkujiyan li ser kurdan derbas nebûne, kî çi dibêje bila bêje, ew tehlîke li çar parçeyên Kurdistanê jî berdewam e. Her duh bû li Şengalê li ser gelê me yê êzidî komkujî pêkanîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Pênc sal pêş niha komkujiyek mezin li Cizîra Botan, sê sal pêş niha jî li Efrînê pêk hat. Salek pêş niha jî li Serêkanî û Girêspî heman senaryo xistin meriyetê. Di roja me ya îro de jî operasyonên dewleta tirk li deverên din ên Kurdistanê berdewam in û bi xwe re komkujiyan jî tîne.
Divê em bizanin, di 33’emîn salvegera qetlîama Helebceyê de, niha jî heman tehlîke di rojevê de ye. Bi taybetî carek din Şengal di bin tehdîdek mezin de ye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê hêzên siyasî bi hevre di nava tifaqê de bin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hevre xwedî li Kurdistanê derkevin.
Îro jî, ji nûve avakirin, başkirina îmkanên jiyanê, dermankirina birînên hemû deverên komkujî, Enfal û tewanên din tê de hatin kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û exlaqî ye. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helepçeyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helepçeyê ye. Xizmetguzariya ji bo xelkê Helepçeyê jî divêt bi her awayî bête kirin. Helepçe divê ji her alî ve ava be. Bîranîna Helepçe û jenosîda Helepçeyê bila tenê di çarçoveya seremoniyal de nemîne û bi aktîvîte û xebatên sosyal, kulturî û hunerî ve divê herdem li bîr be.
Karesata trajîk a Helebçeyê, li aliyê mirovî ve bû nasname ya mezlumiyeta kurdan. Komkujî ya li Şengalê jî bi heman arasteyê ber wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengiya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê, yek çeperî û parastina hevpar a hêzên kurdistanî li dijî terora DAIŞ’ê, nasnameyek berxwdêr ava dike û ava jî kiriye. Ev cesaret û berxwedana hêzên parastinê li hember dagirkeran û terorê, her wiha dengvedana wê li cîhanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfrehtir vedike.
Em Helebçeyê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, kurdên feylî, yarsan, êzidî, Şengal, Roboskî, Cizîra Botan û hemû komkujiyên din ên ku bi destê dagirkeran hatin serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Helepçeyê jî ji bîr nekin.
Em carek din di şexsiyeta şehîdên Helepçe û Enfalê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn.”