Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yaralla, Berdevkê Odeya Çalakiyên Hevbeş Ebdulemîr Eş-Şemerî, Musteşarê Ewlekariya Neteweyî Qasim El-Erecî, Nûnerê Karûbarên Ewlekariya Neteweyî Hemîd El-Şitrî îro li Şengalê bi Rêveberiya Xweser re rûniştin.
Di civînê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê pêşniyar û daxwazên xwe ku ji 3 sernavan pêk tên, bi awayekî nivîskî pêşkêşî şandeya Iraqê kirin.
Daxwaz û pêşniyar wiha ne:
“Yek: Peymana li ser Şengalê
Em dixwazin ku ev peymana kirêt were betalkirin, ji ber ku danûstandina hurgiliyên vê peymanê tenê di navbera hikûmeta Federal û Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) de pêk hatiye. Di peymanê de aliyê siyasî yê têklîdarî peymanê, ango bêtirî 250 hezar welatiyên êzidî yên Iraqê li Şengalê hatine dûrxistin û derbarê tu hurgiliyek vê peymanê de nêrîna wan nehatiye wergirtin. Hinek ji sedemên sereke yên nerazîbûnê jî ev in:
Nêrîna welatiyên Şengalê di vê peymanê de nehatiye wergirtin. Nêrîna welatiyên vegeriyane warê xwe ku hejmara wan bêtirî 120 hezar in û yên di kampên koçberiyê de hatine paşguhkirin û hejmara wan jî bêtirî 150 hezar in, nehatiye girtin. Ji van hemûyan tê xwestin ku peymanê pêk bînin lê tu daxwazeke wan, vegera wan û aramî bicih neyê, tenê berjewendiyên aliyên ku peyman îmzekirine pêk tîne. Ev peyman bêyî ku rêzê ji nêrîna wan re bigire hatiye îmzekirin.
Heta niha hesab ji hêzên leşkerî yên PDK’ê ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’yê tebaxa 2014’an a li dijî Şengalê de vekişiyane, nehatiye xwestin. Vê yekê hişt ku alîkariya DAIŞ’ê were kirin da ku dijî êzidiyan komkujiyan pêk bîne û bi hezaran welatiyan birevîne. Ev peyman rêya vegera vê hêza ku ji Şengalê vekişiyaye careke din bi hêsanî vedike û ev yek jî ji aliyên welatiyên Şengalê ve nayê qebûlkirin. Welatiyên Şengalê di wê baweriyê de ne ger ev careke din vegere û rêxistinek radîkal an jî DAIŞ êrîş pike, dê dîsa vekişe. Yên hatine ceribandan dîsa nayên ceribandin.
Du: Dosya vegera koçberan:
1- Dosya vegera koçberên êzidî li Şengalê ji danûstandinên siyasî were derxistin û hikûmeta federal bi awayekî rasterast rê ji vegereke hêsan a Şengalê re veke, her wiha qonaxên wergirtina destûra vegera ji bo Şengalê were kurtkirin. Di rewşa niha de ji bo ku malbatek vegere herî kêm serî li 7 aliyên cuda dide û 2 meh in derbas dibin. Aliyên ji bo vegera koçberan serlêdan tê kirin jî ev in: “Rêveberiya kampan, rêveberiya navçeyê, qaymeqam, asayîş, Meclisa Karûbarên Koçberan, beşa Wezareta Penaber û Koçberan a Navendî, erêkirina Dîwana Parêzgeha Duhokê.” Ev derengxistina bi zanebûn hêviya kesên dixwazin vegerin dişkîne, lewma di kampan de dimînin.
2- Rêya veguhastina ji kampan di ser rêyên, Duhok – Sihêla – Şengal, Duhok – Bendava Mûsilê – Şengal û Duhok – Mûsil – Şengal re werin hêsankirin.
3- Dayîna alîkariyê ji kesên vegeriyan Şengalê re were lezkirin. Bêtirî 18 hezar malbatên êzidî ev çend sal in vegeriyane Şengalê û berûvajî deverên Iraqê yên din, van malbatan tu pêşkêşî (alikarî) wernegirtine. Ev yek jî ji ber xemsariya bi zanebûn a Wezareta Penaber û Koçberan e ku agahiyên malbatên vegeriyane bi hincetên cûda danexistine agahîdanka wezaretê, hin caran jî bi hinceta ku kadroyên wan tune ne, yan jî agahî kêm in.
4- Qezaya Şengalê ku avahiyên wê hilweşandine, gelek şehîd, birîndarên wê hene û gelek jî hatine revandin jinûve were avakirin. Tevî destdirêjî û komkujiyên li Şengalê pêk hatine û bi hezaran mal û xanî hatine hilweşandin jî, heta niha tu xaniyekî hilweşandî yan şehîdek an kesekî windayî li giştî Şengalê nehatiye tazmînatkirin.
Sê: Hin pêşniyar û çareserî:
1- Destûra komara Iraqê destûrekî federal e û madeyên destûrê yên 2 – 4 – 5 – 12 – 14 – 15 – 20 – 22 – 29 – 31 – 34 – 37 – 39 – 43 – 45 – 60 – 104 – 116 – 117 – 118 – 121 – 125 – 132, mafên rêveberî, siyasî, ewlehî, çandî, aborî û perwerdekirina netewên cûda digirin nava xwe. Li ser bingeha van madeyan di danezana cîhanî ya mafên mirovan de û li ser bingeha hevpeyaman Neteweyên Yekbûyî ku mafê kêmnetewan di karûbarên xwe de piştrast dike, em dixwazin ku qanûneke were derxistin û li gorî wê Şengal rêveberiya xwe ya xweser pêk bîne, ji nakokiyên navneteweyî, herêmî û hundirîn ên li ser coxrafyaya Şengalê xilas bibe. Divê hikûmeta navendî û civaka navneteweyî weke “rêbazekî qerebokirina ji ber qirkirin û komkujiyên rastî êzidiyan hatine” bigire dest. Di vê çarçoveyê de alîkariya qurbaniyan were kirin û rêveberiya wan a xweser were erêkirin da ku ji nakokiyên siyasî yên li ser ax û nasnameya wan rizgar bibin. Em dibînin ku ev gav ji bo jinûve avakirina nasnameya niştimanî ya êzidiyan gelekî girîng e.
2- Qada Hewayî ya Şengalê ji êrîşên ezmanî û destdirêjiyên herêmî ya dijî welatiyan were girtin.
3- Bicihkirina rewşa qanûnî ya hêzên ewlehiya hundirîn (Asayîşa Êzdîxanê) ku hejmara wan nêzî 700 kesan û ji bo valahiya ewlehî ya li Şengalê dagire hatiye avakirin.
4- Alîkarî û xurtkirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) weke misogeriyekê û dilsozî bi welatiyên Şengalê re.
5- Li gel tiştên li jor hatine behskirin, em di dorpêçê de ne. Ji aliyekî ve hatin û çûyîna di navbera Şengalê û herêma Kurdistanê de, ji aliyekî din ve hatin û çûyîna di navbera Şengal û Mûsilê, di navbera Mûsil û Duhokê de gelekî dijwar bûye. Ji ber vê yekê pêdiviya me bi çareseriyeke lezgîn heye. Rêya tekane Deriyê Sînor ê Bare yê bi Bakurê Sûriyeyê re ye, em di vir re alîkariyên mirovî û tenduristî werdigirin. Ji ber vê yekê em dixwazin hatin û çûyîna bi bakurê Sûriyeyê re were hêsankirin.
6- Çavdêriyeke giran li ser navendên hilbijartinên parlamantoyê li deverên Herêma Kurdistanê were danîn da ku rê li pêşiya sextekariya desthilatdarên PDK’ê were girtin û welatî neyên neçarkirin ku dengê xwe bidin lîsteya PDK’ê.” ŞENGAL