Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Bêhna sêvan tê!

Kurdistan erdnîgariyeke bi qasî êş û qetlîamên li ser hatî kirin, bi berxwedanî û serîrakirina xwe ya li ber zalim û stemkaran jî binav û deng e. Ji ber vê serîrakirin û berxwedana xwe tim bedena wê ji mîx û sungiyan mîna muzexaneyeke zindî ya li ser dika dîrokê ye.

Xwedî ehdeke ya serketin û hesreteke kûr a azadiyê ye. Dilê wê tim ji ber ên çûyîn bibîrîn û şîn e. Lê tu demê ji ber van birînan neketiye û her tim ji van birînan hêz girtiye û rabûye ser piyan. Gelek egîd, mêrxas, sitî û xatûnzade ji nava dilê xwe rakiriye.

Dijminê ku bi hemû rê û rêbazê bi her cûre hovîtî û mêtingeriyê nekariye vî gelî, ji bo wê tim sondxwariyên kurdan in, dixwazin koka wan biqelînin. Jixwe ji komkujî û qetlîamên dikin jî îsbata vê yekê ne.

Meha Adarê ya ji bo gelê kurd çiqas meheke ji nû ve zindîbûn û vejînê be, ewqasî bi êş û keser e jî. Di meha Adarê de ji Komkujiya Gazî bigire heta Qamişlo û Heleçeyê yek ji dehan komkujiyên ku bi serê kurdan hatine. Ji bo wê ye em weke her salê îsal jî berê wê rojê tên… roj 16’ê Adara 1988’an Helebeçe ango ‘Enfal’ê tên.

Di dîroka Kurdistan û gelê kurd de Enfal yek ji birînên herî xedar ên li ser bedena xaka Kurdistanê ya hatî mêtingerkirin e. Enfal êş û janeke bê terîf e. Birîneke her serê salê meha Adarê bi xwîna xwe gulên Adarê av dide ye.

Dibêjin derb û birîna ku nekuje qehîm dike, ez jî li ser vê gotinê dixwazim hinek vê birînê vekim û li gorî rewşa heyî bikevim nava bûyerê. Her çendî ku bi êş jî be lê em neçar in ku vê birînê baş bidin nîşandan ku di roja îro de gelek birînên nû bi xwe re anî, sedemê wê jî li gel rêz bikin.

Êrîşa yekemîn a kîmyewî: Balîsan

Rejîma Baasê cara yekem li dijî kurdan bikaranîna çeka kîmyewî 16’ê Nîsana 1987’an li Geliyê Balîsa bikar anî. Di vê êrîşê de nayê zanîn ka çiqas sivîl hatine qetilkirin. Lê li gorî texmînan di navbera 64 heta 142 kesan de tê diyarkirin. Yek jî sedemê vê yek ê ew e ku rejîma Baasê piştî êrîş bi sedan kes girtin û birina wan kir ku agahiya tu kesê ji vê bûyerê pêk neyê.

Piştî êrîşa kîmyewî; operasyona li dijî gundê Sergelî û Bergelî

Di vê êrîşê de ya ku 25, 30 gund bûn hedefa artêşa rejîma Baasê, li gorî çavkaniyên Yekitiya Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) di vê êrîşê û dorpêçê de di navbera 200 heta 250 pêşmerge û gundî hatin qetilkirin.

Êrîşa duyemî ya kîmyewî: Şanexşê

Rejîma Baasê li dijî pêşmergeyên YNK’ê yên li gundê Şanexşê kom bûbûn, çekên kîmyewî bikar anî. Rejîma ku piştî li gundê Balîsanê cara duyemîn bû ku çekên kîmyewî li gundê Şanexşê bikar anî. Di vê êrîşê de piranî pêşmerge 28 kes hatin qetilkirin û 300 kes jî birîndar bûn. Di meşa walatiyan a ber bi gundên din ve ku xwe rizgar bikin de 6 kesên ji gundê Sergelê ji sermana mirin û ji gundên din jî nêzî 30 kes mirin.

Êrîşa sêyemîn a kîmyewî û herî xedar: Helebçe

Piştî dorpêça li Sergelî-Bergelî û şûnde bi desteka pêşmergeyên YNK’ê leşkerên Îranê ketin bajarokê Helebçeyê. Di saetên sibehê yên 16’ê Adarê de artêşa Iraqê bi hewan û topan êrîşî bir ser bajarokê Seîd Sadik ê dikeve bakurê Helebçeyê. Ev operasyon bi navê ‘Enfal’ ku weke xenîmetê şer ê artêşê tê pênasekirin hate kirin. Di vê operasyona ku heta 17’ê Adarê dom kir de bi dehan bombeyên gaza xardal û fosfor hatin bikaranîn. Di vê êrîşa bi çekên kîmyewî û herî xedar de bi zêdetirî 5 hezar kes hatin qetilkirin û 9 hezar kes jî birîndar bûn.

Êrîşa çaremîn a kîmyewî: Karadag

Vê carê dor bikaranîna çekên kîmyewî hatibû gundê Seysenan. Rejîma Bassê gund dabûn ber topan û ji topên ku li avahiyan diketin bêhneke ‘sêvê’ belavî derdor dibû. Ev jî dida nîşandan ku çekên kîmyewî hatiye bikaranîn. Di vê êrîşa li gundê Seysenan de li gorî hejmara ne zelal derdorî 78-87 kes hatin qetilkirin. Wer bûbû ku her cihê ku teqîna tebanceyekê jî bê rejîm wê li wir tar û mar, bi temamî qir bike.

Êrîşa pêncemîn a kîmyewî: Gundê Ekser

3’yê Gulanê hedefa balafiran vê carê gundê Ekser bû. Balafirên şer ji nimiz ve li gund bombe kirin. Ji bombeyan dûyek spî û bêhneke pûnkê belav dibû. Ji ber baya ji bakurê rojhilat ve dihat ev dûyê jehrî heta gundê Heyder Bek ê 2-3 kîlometre dûr jî bû çû. Di vê êrîşê de hejmara kesên hatine qetilkirin nehate zanîn. Lê li gorî agahiyên kesê bi navê Enwer Riza Omer ê li ciheke navbera gundê Koktepe û Esker de got: “Rast e rast balafiran bombe li gund dibarandin. Ji ber ku em nêzî gund bû pir kêm ji vê êrîşê bandor bû, lê dîsa jî birayê Şêx Cewdet Esker Elî Esker jî di nav de 25 pêşmerge şehîd bûn, 5 jî birîndar bûn.”

185 hezar kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin

Her çendî ku bi awayekî fermî Enfal sala 1986’an de pêk hatibe jî lê li başûrê Kurdistanê pêvajoya qirkirina kurdan a sala 1983’an bi qetilkirina mêrên Barzanî ve destpê kiriye. Zêdetirî 8 hezar mêr ên Barzanî ku temenê wan li ser 10 saliyê re heman rojê ji malên wan hatin derxistin û çolistanên başûrê Iraqê piranî bi saxî hatin binaxkirin û qetilkirin.

Di navbera sala 1986-1989’an de piranî ji civaka kurd 185 hezar kurdistanî bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Her wiha 4 hezar û 665 gund ji van 4 hezar di êrîşa qirkirina Enfalê de hatin têkbirin, hezar û 800 dibistan, 300 nexweşxane, 3 hezar mizgeft û 27 dêr hatin hilweşandin, ji sedî 90’ê gundên kurdan bi erdê re kirin yek.

Çeteyên DAIŞ’ê û Fermana 73’an

Dema li başûrê Kurdistanê qala ferman û Enfalê bikin nabe ku mirov qala fermana çeteyên DAIŞ’ê ya li Şengalê neke û bibore. Piştî Helebçeyê, yek ji komkujiyên herî mezin ên li dijî kurdan 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengal li dijî civaka êzidî ya bi destê DAÎŞ’ê pêk hatiye. Ev komkujî jî bi qasî Enfalê bi êş û xedar bû. Dema mirov li bîlançoya wê dinêre, wê ji bo vê jî pênaseya ‘Enfal’ê ne kêm be.

Li gorî vê; Nêzî 400 hezar kes ji gund û bajarên xwe koçber bûye. Navenda Şengal, nehiyên Sinûnê û Til Êzer jî tê de hema bêje bi giştî gund, komalgehên Şengalê tên xirabkirin an jî şewitandin. Li aliyê Başûr ê Şengalê gelek malbat hema bêje bi giştî hatin qirkirin, an jî ketin destê DAIŞ’ê. 6450 jin, zarok, keç û beşek zilam dîl ketine destê DAIŞ’ê. Li gorî hatî tespîtkirin heta niha ji 6450 kesan 3370 kes ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Kesên hatî rizgarkirin li gorî zanyariyan 300 jê zilam, 758 jin, 456 keç û 473 kes jî kur in. Zêdetirî 3 hezar kes aqûbeta wan hêj ne diyar e. Di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne yan hatine qetilkirin nayê zanîn. 1500 kes ên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dayî şehîd bûne. 280 kes dema ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê direvin, di rêyên çiyê de bi têhn-birçîbûn û nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha berî vê jî ji ber zext û çewisandinên rejîma Baas a Sedam Huseyîn bi hezaran malbatên êzidî welat bi cih hiştin û penaberî Ewropayê bûn.

Ev komkujî tenê çend ji komkujiyên li başûrê Kurdistanê pêk hatine, li aliyê din li bakurê Kurdistanê ji Geliyê Zîlanê bigire heta Geliyê Tiyarê, Dêrsim, Mereş… di dîroka herî nêzîk de jî jêrzemînên Cizîr, Silopiya hê zindî ne. Dîsa li Rojava di nava 10 salên dawî de ji Efrînê bigire heta Girê Spî, Serêkaniyê, Minbic, Eyn Îsa bi sedan jin û zarok jî di nav de welatiyên sivîl bi destê dewleta tirk a dagirker hatine qetilkirin.

Li aliyê rojhilatê Kurdistanê serpêhatiyên bi serê kurdan hatîn ne ji parçeyên din cuda ne. Di roja îro de jî bi hezaran zindaniyên kurd li ber sêdarê ne û bi hezaran jî ji ber doza heq hatine darvekirin. Bi hezaran girtî ne.

Ev bûyer ji hezaran yek bûyerên li ser vê erdnîgariyê bi serê vî gelî hatiye. Ji bo vê ye divê em gelê kurd ji van dîroka bizanin ku heta yekitiyek nebe û hevgirtinek nava mala kurdî nebe, wê hê zêdetir komkujî û qirkirin bi serê me kurdan bê kirin. Nebûna yekitî û dîsa cihgirtina li gel dijminê kurdan kiriye ku tim qetlîam li ser gelê kurd bê kirin.

Ji bo wê ye ku divê her kes li vê dîrokê serwext bibe û bibe xwedî helwestekî niştimanî. Ev yek nebe, wê di roja îro de çawa ku dixwazin fermaneke din bi serê civaka êzidî bin, wê li gelek deverên din bixwazin pêk bînin. Hêvîdar im ku demek berî demekê hemû partî, aliyên siyasî vê yekê bibînin û lêvegereke dîrokî ya kurd bi yekitiyekê tacîdar bikin.

Nûçeyên Têkildar