Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Heta hevdîtina rûbirû ya bi Rêber Apo re divê çalakî bên geşkirin’

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser îdiyayên li ser tenduristiya Ocalan û diyar kir ku heta hevdîtina rûbirû bi Rêber Apo re pêk were divê çalaki bên geşkirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê îdîayên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCK’ê ya derbarê mijarê de wiha ye:

“Derbarê tenduristî û jiyana Rêber hin îdîa hatine kirin, ev îdiyan jî dispêrin parlementerekî MHP’ê yê li Tirkiyeyê. Ji ber vê jî parêzeran bi lez ji bo hevdîtina bi Rêber Apo daxwaza serlêdanê kirin, gelê me jî li her derê daketine qadan, ji bo derbarê tenduristiya Rêber Apo agahiyan werbigirin xwestine parêzer û malbata wî biçin serdana wî. Ev nûçeyên li ser Rêber Apo cîddî ne û teqez divê were zelalkirin. Nêzikbûneke neyînî ya derbarê tenduristî û jiyana rêberekî gel, tê wateya qirkirina li ser wî gelî. Ev biryara qirkirina gel bi xwe ye. Li hemberî her rewşa neyînî dê gelê me û Tevgera Azadiyê wê karibe bi her awayî bersivê bide vî şerî.

Dewleta tirk bi xwe berpirsyarê tenduristî û jiyana Rêber Apo ye. Saziyên navneteweyî yên ji bo girtiyan jî berpirsyar in. CPT û Konseya Ewropayê wê berpirsyarê her rewşa neyînî ya li ser tenduristî û jiyana Rêbertiya me be. Rêber Apo gotibû her rewşa neyînî ya li ser tenduristî û jiyana min divê siyasî were dîtin, dewleta tirk û saziyên têkildar hişyar kiribû. Bal kişandibû ser vî tiştî ku divê gelê me jî van hêzan berpirsyar bibîne.

Divê malbat û parêzerên wî hevdîtina rûbirû bi Rêber Apo re bikin

Divê ev nûçe cîddî werin nirxandin. Di nav dewlet û hêzên siyasî de gelek alî hene ku dijminatiya Rêber Apo dikin. Rayedarên dewletê bi xwe bi salan berê gotibûn ew nikare ji wir sax derkeve û diyar kiribûn ku helwest û feraseta wan a li hemberî Rêber Apo çawa ye. Berpirsariyeke dîrokî ye ku divê hevdîtin bi Rêber Apo pêk were û rewşa wî ya tenduristî û ewlehiyê were zelalkirin. Gelê me, hemû dostên me û hêzên demokratîk divê serî hildin û têkevin têkoşîna agahiyên zelal ên derbarê tenduristiya Rêber Apo. Dema ku mesele Rêber Apo be, tu daxuyanî ne ya bawerkirinê ye. Divê teqez malbat û parêzerên Rêber Apo hevdîtina rûbirû pê re bikin.

Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Ev jî îspat dike ku li hemberî Rêber Apo dijminatiyeke çawa dikin. Ev tecrîd di heman demê de tê wateya êrîşa li ser tenduristiya Rêber Apo. Li Îmraliyê ne hiqûq, ne mafên mirovan û ne jî helwesta divê nîşanî girtiyan were kirin, tuneye. Tekane rê maye ku divê ev tişt biqede. Ev jî azadiya Rêber Apo ye.

Agirê Newrozê yê sala 2021’an divê bi pêngava azadkirina Rêbertiyê were geşkirin

Nûçeyên derbarê Îmraliyê de nîşan daye ku pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ di wextê de hatiye destpêkirin. Divê ji îro were destpêkirin û agirê Newroza 2021’an wekî pêngava azadkirina Rêbertiyê were geşkirin. Gelê me yê ku li her derê Newrozê pîroz dike, divê Newrozê bikin têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo. Jixwe azadiya Rêber Apo ya gelê me bûye yek. Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadkirina Rêber Apo û ya Kurdistanê divê bibe hedefa pêşîn. Heke qadên Newrozê bibin qadên têkoşîna ji bo azadiya gelê kurd û azadiya Rêber Apo ew ê pêşiya hemû rewşên neyînî yên li ser Rêber Apo were girtin.

Gelê me yê li Ewropa û Rojava ji bo tenduristî û ewlekariya Rêber Apo derhal rabûye ser pêyan. Gelê me yê li Bakur jî divê pîrozbahiyên Newrozê bi pêngava azadkirina Rêbertî re bike yek û li her derê dakeve qadan. Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê ye, divê li dijî êrîşên li ser tenduristî û jiyana Rêber Apo rabe ser pêyan, bi dirûşma Rêbertiyê Azad, Kurdistana Azad li her cihî Newrozê pêşwazî bike.

Gelê me heta ku têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo agahiyeke aşkera û zelal wernegirt, divê çalakiyên xwe yên di vî warî de bênavber dewam bike.

Em hişyariyê didin desthilatdariya AKP-MHP’ê

Desthilatdariya AKP-MHP’ê di asta destpêkê de ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo berpirsyar e, lewma em hişyariyê didin vê desthilatdariyê. Her nêzîkatiyeke neyînî ya li hemberî Rêber Apo wê bibe sedem ku rê û rêbazên têkoşîna me bigihêje asteke cuda. Tê zanîn ku dema mijar ewlekarî, tenduristî û jiyana Rêbertî be, gelê me jî, tevgera me jî çawa hesas in. Ji ber vê yekê bêyî ku saetek jî dereng bibe, rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo divê bi rengekî ku gelê kurd pê bawer bike, bê zelalkirin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar