Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PAJK: Divê her kes bi erk û rola xwe rabe

PAJK'ê diyar kir ku nûçeyên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd destpêka şerekî bêdawî û kûr e û destnîşan kir ku dewleta tirk bi hezaran carî hedê xwe derbas kiriye, ji bilî têkoşîneke dijwar rêya azadiyê nemaye

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê (PAJK) têkildarî îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser malpera xwe ya înternetê pajk.org daxuaniyek weşand.

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha ye:

“Siyaseta qirkirin û dagirkeriyê ya hêzên hegemonparêz a cîhanî û heremî li ser vîna azadî, gel û partiya me ya azadiyê di asta xwe ya herî jor de û bi taybetî bi hemû rê û rêbazên xwe dewam dike. Misogeriya ji nû ve dizaynkirina cîhan û herêmê li ser tunekirin, qirkirin, tasfiyekirina weke kes û fikr di serî de Rêbertiya me, partiya me, kadro û sempatîzanên tevgera me û her wiha hemû kesên ku ji bo azadî û aştiya heremî û cîhanî têdikoşin tê rêvebirin.

Ev zêdeyî çil sal in siyaseta qirkirina kurdên azad û statuya wan bi awayekî pergalî dibe hedef û li ser tifaq û berjewendiyên hevbeş ên hêzên dagirker ên cîhanî birêve diçe. Bi taybetî di vê demê de bi armanca ji holê rakirin, tasfiyekirin û qirkirinê ev siyaset tê rêvebirin. Ev jî vê rastiyê diyar dike ku tu proje û siyaseteke hêzên cîhanî ya li ser esasê naskirina vîna gelê kurd, di serî de Rêber Apo ku temsîla hebûna gelê me dike û her wiha projeya çareseriya pirsgirêka kurd di rojevê de tuneye û diyarkirina wan a çareseriyê jî ji xapandinê wêdetir nîne. Îro ev siyaset bi awayekî vekirî, plankirî û pergalî li dijî gelê kurd dimeşe. Ev jî vê yekê nîşan dide ku gelê kurd ê ku misogeriya aştiya cîhanî ye ji pêvajoya xwe ya herî krîtîk û xeter derbas dibe. Ev kêlî çawa ku ji bo hebûn û nasnameya azad a her kurdek kêliyên metirsîdar e, di heman demê de ji bo pêknehatina aştiya cîhanî jî kêliya herî xetere ye. Di vê wateyê de siyaset û êrîşên ku li ser esasê qirkirin û şikandina vîn û hebûna gelê me birêve diçin, weke partî û gel me bi têkoşîna xwe ev siyaset pûç kir. Herî dawî êrîşa ku di 22’emîn salvegera komploya navneteweyî de ya 15’ê Sibatê bi konseptek hevbeş a hêzên cîhanî di serî de dewleta tirk û xeta xiyanetê ya li Kurdistanê li ser herêma Garê pêk hat, parçeyekî ji vê siyaseta qirkirin û tunekirina vîna gelê kurd bû. Bi têkoşîn, şer û berxwedana gerîlayên azadiyê ev siyaset li Garê hate pûçkirin û veguherî şikandina polîtîka û siyaseta wî ya qirkirinê ku li ser gelê me tê meşandin.

Nûçeyên li ser jiyana Rêberê me destpêka şerekî bêdawî û kûr e

Dewleta dagirker û faşîst a tirk bi tifaqa hêzên hegemonparêz a cîhanê, armanca ku li Garê nikaribû bidest bixe, bi êrîşkirina li ser hebûna Rêbertiya me dixwazin armanca xwe pêk bînin. Di vê wateyê de nûçeyên ku li ser jiyan û tenduristiya Rêbertiya me, destpêka şerekî bê dawî û kûr a li hemberî partî û vîna gelê me nîşan dide. Bi rêya van nûçeyan destpêka şerekî neveger û bê kontrol li ser gelê me tê meşandin. Êdî sînorê vî şerî ne tenê bi awayekî leşkerî tê meşandin, di hemû qadên jiyanê de ev şer dimeşe.

Di vê wateyê de divê gelê bi vê siyaset û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê kurd tê ferzkirin zanibe. Divê em bizanibin ku di serî de dewleta tirk a qirker û alîgirên wî yên ku siyaseta li dijî kurd dimeşînin, bi vê sepanên xwe hedê xwe bi hezaran caran derbas kirin. Êdî ji bo gelê kurd ji derveyî têkoşînekê dijwar û hevpar, tu rêyeke din a xwe gihandina azadiyê nemaye. Îro ev şer, şerê her kurdek e. Lewra di derbarê van nûçeyên ku qesta jiyan û tenduristiya Rêber Apo dike, divê kes di têkoşînê de dudil nebe. Êdî li Kurdistanê de tu rojev û siyasetek din nikare têkoşînê şilû bike û bin siyê de bihêle. Di vê wateyê de wekê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê di têkoşîn û şerê xwe de bi biryardarî û vînek mezin a ku me ji Rêbertiya xwe girtiye, di vê pêvajoyê de em ê bi gel, heval û dostên xwe yên têkoşîna azadiyê re bimeşînin.

Di vî şerê azadiyê de divê her kes bi erk û rola xwe rabe

Heya ku em di vî şerî de sernekevin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe ku armanca me ya sereke ye pêk neynin, tu heceta ku me ji vê şerê paş de bide tune ye. Lewra divê her kes bi biryardarî bimeşe, bijî û şer bike. Ji ber ev şerê hebûnê ye.

Li ser vê bingehê di serî de em bang li tevahî gel û civaka xwe dikin, ji bo xwedî derketina Rêber Apo bi ruhê şerê gelê şoreşgerî bi hemû hêza xwe û bi rêbazên xiluqkar dakevin qadan û xwedî li vîna xwe derkevin. Em bang li hemû dost û hezkiriyên Rêber Apo yên cîhanî, kes û aliyên demokrat, rewşenbîr, anarşîst, femînîst, azadîxwaz, jîngehparêz û bi taybetî jin û ciwanan dikin da ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Di vî şerê azadiyê de divê her kes bi erk û rola xwe rabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar