Navenda Nûçeyan |
Di 16’ê Adara 1988’an de nêzî 5 hezar kurd li Helebçeyê ji aliyê rejîma Baasa Iraqê Saddam Huseyîn ve bi madeyên kîmyewî hatin qetilkirin.
Bi boneya 33’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê li gelek deverên Kurdistanê daxuyanî hatin dayîn û şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn.
Li Helebçeyê ji bo bîranînê bi tevlibûna malbatên qurbaniyan, nûnerên sazî û rêxistinan û berpirsên hikûmî merasîma bîranînê pêk hat.
Tişta balkêş ew bû k udi merasîma bîranîna qurbaniyên Helebçeyê de ne serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê, ne serokê Herêma Federal a Kurdistanê û ne jî berpirsek din ê payebilind yê hikûmetê amade bû.
Piştî ku xelkê Helebçeyê gihiştin ser goristanê, sazî û rêxistinan deste gul danîn ser gorên qurbaniyan. Li vir li ser navê malbatên qurbaniyên Helebçeyê daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû hikûmetên hatin avakirin, Helebçeyê kirine qurbanî û weke parêzgehekê lê temaşe nakin. Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta herêmî û Bexdayê hate kirin da ku daxwazên Helebçeyiyan bixin bernameya xwe û weke parêzgehek lê were temaşekirin û wiha hat gotin: “Helebçe dirûşme û sozên vala, naxwaze. Helebçe rastî, bicihkirina biryaran, tedawîkirina birîndaran û aqûbeta zarokên winda dike.”
Qurbaniyên Helebçeyê li gelek navendên başûrê Kurdistanê bi merasîman hatin bibîranîn.
Li gelek navendan bîranîn
Qurbaniyên komkujiya Helebçeyê li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî hatin bîranîn. Di çalakiyan de hate ragihandin ku yên ku ji bo komkujiyê bi ser kurdan ve diçin, dê mîna Saddam li wan bê. Her wiha girîngiya yekitiya neteweyî hate destnîşankirin.
Amed
Li Amedê, HDP û DBP’ê yên bajêr li Parka Xezal a li navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyek dan. Pankarta bi nivîsa ‘Me Helebçeyê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin’ hate hildan. Cîgirê Hevserokên HDP’ê yê Bajêr Îrfan Soner daxuyanî da. Soner destnîşan kir ku yên komkujiyê li kurdan dike dawiya wan dê mîna ya Saddam be û wiha got: “Saddam a heq kir, dît. Em careke din ji yên ku plana komkujiyan dikin dibêjin; dawî li komkujiyên xwe yên li dijî kurdan bînin. Bi rêya aştî, demokrasî û hiqûqê ji bo çareseriyê tevbigerin. Em careke din vê komkujiyê şermezar dikin.”
Êlih
Ji bo qurbaniyên komkujiya Helebçeyê li Êlihê bîranînek hate lidarxistin. Bîranîn li avahiya HDP’ê ya navçeya navendî pêk hat û parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî, hevşaredara Êlihê ya wezîfeya wê jê hate standin Songul Korkmaz, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, TJA, Meclisa Ciwanan a HDP’ê tev li bûn. Di civîna bîranînê de sînevîzyonek li ser komkujiya Helebçeyê hate nîşandan. Parlamenter Ruştu Tîryakî diyar kir ku hezar sal jî di ser re derbas bibin dê kurd komkujiya li Helebçeyê ji bîr nekin û ev tişt anî ziman: “Divê Helebçe ji bo kurdan bibe hinceta yekitiyê. Bersiva me ya li van komkujiyan dê berxwedan be.”
Şirnex
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî di nav de gelek kes tev li bûn. Nûran Îmîr diyar kir ku komkujiyên Roboskî, Şengal û Zîlanê dewama Helebçeyê bûn û wiha got: “Me komkujiya Helebçeyê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Birînên komkujiya Helebçeyê hîn nekewiyane. Lêgerîna me ya li edaletê wê dewam bike.”
Enqere
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî qirkirina li bajarên kurdan bi taybetî jî ya li Helebçeyê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di navbera salên 1983 û 1991’ê de di encama polîtîkaya rejîma Saddam de bi sed hezaran kurd hatin qetilkirin. ÎHD’ê diyar kir ku hejmara kurdên di Enfalê de hatin kuştin ji 180 hezar kesî heta 210 hezar kesî ye.
Edene
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî li avahiya HDP’ê daxuyanî da. Gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn. Nûnerên DAD, ESP, Komeleya Mafan a Anadolu û rêveberên HDP’ê amade bûn. Rêveberê HDP’ê Taylan Çelîk anî ziman ku bi dehan caran daxwazên kurdan ên aştî, azadî û demokrasiyê bi komkujiyan hatiye bersivandin û komkujî şermezar kir. Rêxistina HDP’ê li Navçeya Ceyhanê jî daxuyanî da û komkujî şermezar kir.
Hatay
HDP’a Hatayê jî bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Îskenderunê daxuyanî da. Endam û rêveberên HDP’ê yên Hatay û Îskenderûnê tev li daxuyaniyê bûn. Di bernameyê de wêne hatin daliqandin û sînevîzyona têkildarî komkujiyê hat pêşandan. HDP’a Dortyolê jî bernameyek li dar xist û komkujî şermezar kir.
Antalya
Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê jî bi heman armancê li pêş Peykerê Attalosê daxuyanî da. Endam û rêveberên HDP’ê li ser pacê reş qurnefil danîn û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Hevserokê HDP’a Antalyayê Muhsîn Taşar diyar kir ku ew komkujiyê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.
Mêrsîn
HDP’a Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Di bernameyê de Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer, anî ziman ku komkujiyên li Qamişlo û Halebçeyê komkujiyên herî mezin ên li dijî Kurdan in û wiha got: “Ev komkujiyên bi hovîtî pêk hatine. Li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê dewletên li ser bê edaletî û neheqiyê hatine avakirin, li dijî hêzên ku aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin bi tundî û komkujiyan bersîv didin. Lê em ê li her derê tekoşîna azadî, aştî û edaletê bilind bikin.”