Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cizîr û kevneşopiya çarika reş

Li navçeya Cizîrê çanda lixwekirina çarikên reş a ku bi salan e berdewam dike, tê gotin ku ji bo şîna mirina Zînê jin van çarikên reş li xwe dikin

Dema ku mirov diçe navçeya Cizîrê ya Şirnexê tişta ku ewil bala mirov dikişîne jinên çarikreş in. Hema bibêje li her kolanên Cizîrê mirov leqayî jinikên çarikreş tên. Lê kesên ku çarikên reş li xwe dikin jî bi piranî jî jinên ciwan in. Di hin çavkaniyên dîrokî de tê gotin ku piştî Zîna bengiya Mem jiyana xwe ji dest dide, nêzîkî 30 jinên ciwan ên dildar bi “çarikê reş” şîna Zînê digirin û ev jin heya dawiya emrê xwe nazewicin û di nava gel de jî navê “Zîn” li wan tê kirin.

Lê belê tê gotin ku li Cizîrê bikaranîna çarikên reş, ne ji ber sedemên olî ne, ji kevneşopiya “Zînê” tê. Li herêmê lixwekirina çarikan tenê li Cizîrê tê dîtin û li navçeyê teşeyê çarikên reş li gorî eşîran jî diguhere. Jinên xwecihên Cizîrê ango yên li bajêr, çarikên ser milên wan vekirî li xwe dikin û jinên ku ji eşîrên din jî bi tevahî çarikên girtî li xwe dikin.

Nivîskar Ramazan Uçeş ku di herêmê de li ser kevneşopî û çanda kurdewarî lêkolînan dike, derbarê dîrok û kevneşopiya çarikan de hin agahî parve kirin.

Çarik kevneşopî ye

Uçeş anî ziman ku ew bi qasî 3 salan li Erebistana Siûdî maye û li wir jî piraniya jinan çarikan li xwe dikin û wiha got: “Çarikên wan jî destên wan ji derve û rûyê wan jî bi temamî girtiye. Di heman demê de, çarikên jinên Helebê jî dişibin ên Erebistana Siûdî. Jinên ku li Cizîrê jî van çarikên reş li xwe dikin, milên wan vekirî ne û rûyê wan girtiye. Li her deverê cîhanê rengê çarikan reş e. Lê tişta cuda teşeyê wê ye. Li Tirkiyeyê demekî çarik hat qedexekirin. Piştî derbeya 12’ê Îlona 1980’yî hat ragihandin ku êdî bila jin çarikan li xwe nekin. Bi vê biryarê re li herêmê jinên ku çarik li xwe dikirin, nikaribûn ji malê derbikevin û hejmara wan kêm bû. Lê li Cizîrê ev kevneşopî bi salan e didome û jinan tu carî dev ji lixwekirina çarikan bernedaye. Tê gotin ku jin ji ber şîna Zînê çarikan li xwe dikin. Ji ber vê, ev kevneşopyeke heta roja me ya îro hatiye.”

Destana Mem û Zîn

Mesnewiya Mem û Zîn a Ehmedê Xanî têkiliyên civakî yên gelê kurd, li dor çîrokeke evînê vedibêje. Xanî, bi vê mesnewiya xwe, di heman demê de li ser têkiliyên di navbera kurdan û desthilatdarên demê de rawestiyaye. Mesnewî, li ser evîna kesa bi navê Zînê ya keça Mîrê Botanê Zeydîn û evîndarê Zînê Memê hatiye nivîsîn. Gava Zîn kincên mêran li xwe dike û digere li kuçeyê Mem dibîne û bengiyê wî dibe. Bi dû re jî ev evîn zû mezin dibe û gav bi gav ji hêla her kesê li bajêr ve tê zanîn.

Lê belê, Bekoyê ku dergevaniya bavê Zînê,  Mîr Zeydîn dike û ji hêla civakê ve wekî “Beko” tê binavkirin, bi kesayetiya xweya dirûtî û xapînok hewl dide ku pêşî li hezkirina Mem û Zînê bigire. Beko di dema lîstika “Dilrakêş” a Mîr Zeydîn û Mem de, Mem dixapîne û bi vî rengî Mem di lîstîkê de têk diçe. Piştî ku Mem di lîstîkê de wenda dike, evîna xwe ya li hemberî Zînê vedibêje. Piştî vê mikurhatinê Mem ji hêla Mîr ve tê girtin û wî diavêjin zindanê. Piştî demekî Mîr Zeydîn fêm dike ku evîna Mem û Zînê veguheriye evîna xwedayî û dihêle ku Zîn, Mem di zîndanê de bibîne. Mem di dema serdana Zînê de dimire. Piştî mirina Mem, Zînê diçe devereke bilind û xwe ji wir diavêje ava Çemê Dîcleyê û dawî li jiyana xwe tîne.

 Çarşema Reş

Li gorî hîn çavkaniyan jî piştî mirina Memê, Zînê xeberê ji jinan re dişîne û dibêje bila jin çarikê reş li xwe bikin û kom bibin. Tê gotin ku ev bang di roja çarşemê de tê kirin. Di heman demê de li gorî hin çavkaniyan heya 20 sal berê jî jinên ku rojên çarşeman kom dibûn, çarikên xwe yên reş li xwe dikirin û di wê roja ku wekî “Çarşema Reş” binav dikirin de, Mem û Zîn bi bîr dianîn.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê / Zeynep Dûrgût – ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar